Bariyerên polîsan yên ku ji bo Mihrîcana Rêya Çandê ya Wanê ya di sala 2024an de li Qada Bajêr a Wanê hatibûn danîn, tevî 2 sal in bi ser re debas bûye jî nehatine rakirin.
Li Wanê di sala 2022yan de bi 7 milyon û 625 hezar TL ye dest bi îhaleya Qada Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hate kirin û di 2023yan de jî ev qad hat vekirin. Lê qad ev 2 sal in di bin dorpêça bariyerên polîsan de ye. Di navbera 29ê Hezîranê û 7ê Tîrmeha sala 2024an de ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê ve Mihrîcana Rêya Çandê hate lidarxistin û qad ji bo ewlehiyê bi bariyerên polîsan hate dorpêçkirin. Tevî ku ev 2 sal in bi ser re derbas bûye jî bariyer nehatine rakirin û qad di bin dorpêçê de hatiye hiştin.

Çûnehata xelkê Wanê tê astengkirin
Çûnehata welatiyan a li vê qadê bi barîyeran tê astengkirin û dikandarên li derdorê jî bi neyînî bi bandor dibin. Tevî gelek bertek û hişyariyan jî bariyer bi hinceta “ewlehiya organîzasyon û çalakiyên cuda” nayên rakirin. Derbarê vê yekê de saziyên sivîl û siyasetmedaran jî gelek rexne kirin û ev dorpêçkirin û sînordarkirina qadên jiyanê yên li bajêr, weke berdewamiya polîtîkayên qeyim tê pênasekirin.


















