Di 11emîn salvegera Komkujiya Gara Enqereyê de, Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê û pêkhateyên Ked û Demokrasiyê li ber bîrdariya 10 Cotmehê ya Gara Alsancakê ya Îzmîrê civiyan û daxuyaniyek da. Piştî daxuyaniyê girse ber bi Qada Gundogduyê ve meşiya û ji bo bîranînê qerenfîl avêtin deryayê.
Di 10ê Cotmeh 2015an de, di êrişa DAIŞê ya li dijî mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê de kesên ku jiyana xwe ji dest dan, di 11emîn salvegera êrişê de li pêşiya Bîrdariya 10ê Cotmehê ya li Alsancakê ya Îzmîrê hatin bîranîn. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş û gelek siyasetmedar tev li çalakiyê bûn.
Daxuyaniya ku dirûşmên “Amed, Sirûc Enqere hesab dipirse”, “10ê Cotmehê ji bîr neke, nede ji bîr kirin” hatin berzkirin, li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê endamê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Mustafa Ozdag ve hate xwendin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ber bi Qada Gundogduyê ve meşiya û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qerenfîl avêtin deryayê.
‘Ew ji bo ked, aştî û demokrasiyê çûn Gara Enqereyê’
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz ê ku beriya daxuyaniyê li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê axivî wiha got: “Em di demên zehmet dijîn, em di ji rojên zehmet de derbas dibin. Têkoşîna kedê, têkoşîna mafan zehmet e. Di dawiya wê de girtin heye, binçavkirin heye, îşkence heye, mirin heye. Tevî her tiştî ew mirovên ku di wê rojê de bazdan Enqereyê, ji bo ked, aştî û demokrasiyê hatin ba hev. Em jî îro li qadê ne da ku wan nedin ji bîr kirin, divê em hesabê wan bipirsin.”
‘Em dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernadin’
Paşê Endamê Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê Mustafa Ozdag daxuyanî xwend û d zanîn ku ji bo ku komkujiyên bi vî rengî dubare nebin, heta ku ne tenê çend tetîkkêş lê hemû faîl werin darizandin ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û wiha got: “11emîn salvegera vê komkujiyê de em wekî roja ewil bi hêrs in, di nava şînê de ne û bi biryar in. Em natirsin, em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin. Dixwazin ev doz bê ji bîrkirin. Tevî ku li welatê me daraz li şûna têgehên hiqûq û edaletê, bi talîmatan tevdigere. Heta hiqûq bi cih were, rastî derkeve holê û hemû faîl werin darizandin em ê têbikoşin û wê demê êşa dilê me dê hinekî sivik bibe.”
Piştî daxuyaniyê girse ji bîrdariya 10ê Cotmehê meşiya ber bi deryayê ve û qeranfîl avêtin deryayê.

















