• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Egeyê komplo hat protestokirin: Tu komplo dê nikaribe îradeya azadiyê bişikîne

    Li Egeyê komplo hat protestokirin: Tu komplo dê nikaribe îradeya azadiyê bişikîne

    Li Stenbolê meşa li dijî komployê: Azadiya Abdullah Ocalan pêwîstiyeke û nayê paşxistin

    Li Stenbolê meşa li dijî komployê: Azadiya Abdullah Ocalan pêwîstiyeke û nayê paşxistin

    Bi hezaran li Amed, Sêrt û Êlihê Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

    Bi hezaran li Amed, Sêrt û Êlihê Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

    Li Riha, Semsûr û Dîlokê meşên girseyî: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza hevpar e

    Li Riha, Semsûr û Dîlokê meşên girseyî: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza hevpar e

    Serhed li dijî komployê derket qadan: Ji Serok Apo re azadî

    Kesên tev li meşa Wanê bûn: Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were

    Omer Ocalan: Birêz Abdullah Ocalan pêşketinên siyasî nirxand

    Omer Ocalan: Birêz Abdullah Ocalan pêşketinên siyasî nirxand

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

9 COTMEH 2026 - 20:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa û Muglayê komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê hat portestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Îzmîr

Li Îzmîrê Platforma Saziyên Demokratîk li ber Avahiya OSYM ya Konakê komploya navneteweyî protesto kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk azadî bo Rêber Apo” hat vekirin, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berz kirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Emîne Bozdag ve hat xwendin.

Emîne Bozdag diyar kir ku armanca komploya navneteweyî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan e  û wiha got: “Îradeya ku dixwazin tasfiye bikin îro ji berê xurtir e. Fikrê ku dixwazin bêdeng bikin îro bi milyonan kes dibêjin. Hêviya aştiyê ya ku dixwazin tune bikin îro veguheriye daxwaza hevpar a gelan. Israra Rêber Ocalan a ku bi salan e dimeşîne ya ji bo çareseriya demokratîk, delîla herî xurt a valaderxistina komployê ye. Ji ber ku dîrokê nîşan daye ku îradeya azadî û demokrasiyê ya gelan bi tu komployê, bi tu polîtîkaya tecrîdê û bi tu zextê nayê tinekirin. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên ku sedsalekê derbas kirine, bi berdêlên mezin têkoşîna azadî û demokrasiyê anî ye heta îro. Bi hêza ku vê têkoşîna dîrokî afirandiye, îro rêya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vekiriye.”

‘Nebin siya li ser aştiyê’

Piştî axaftina Emîne Bozdag, Parlementerê Îzmîrê ya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti)  Bûrcûgul Çûbûk axivî û diyar kir ku ew dixwazin ku tecrîd bişikê, dema behsa zimanê zikmakî tê kirin reaksiyoneke alerjîk neyê nişandan û dema behsa Ocalan tê kirin kes xwe aciz neke û wiha got: Em dixwazin ku dengê kesê ku dibêje aştî, dengê kesê ku ji bo aştiyê têdikoşe neyê qutkirin, bi provokasyonan neyê hewl dan ku bê bêdengkirin. Em banga xwe dubare dikin: Nebin sîya li ser aştiyê! Ji ber ku em dizanin çawa em ê ji wan sîyan xilas bibin. Ger hewce bike em bi sîyan re jî dimeşin, em derdikevin tavê jî! Banga me ji we re jî di vî warî de ye; dest ji astengkirinê berdin!”

Aydin

Li navçeya Sokeyê ya Aydinê ji bo protestokirina komploya 9ê Cotmehê li Qada Newrozê ya Savûcayê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ku tê de pankarta “Na ji komployê re, azadî ji bo Birêz Ocalan” hat vekirin de, metn ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Ya Aydinê Medya Atak ve hate xwendin. Medya Atak diyar kir ku israra Abdullah Ocalan a ku bi salan e ji bo çareseriya demokratîk dimeşîne, delîla herî xurt a valaderxistina komployê ye û da zanîn ku îradeya azadî û demokrasiyê ya gelan bi tu komployê, bi polîtîkaya tecrîdê û bi tu zextê nayê tinekirin.”

Denîzlî

Li navçeya Merkezefendiyê ya Denizliyê, li avahiya navçeya Merkezefendiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo protestokirina komploya 9ê Cotmehê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniya ku tê de pankarta “Ji bo aştiyê û civaka demokratîk azadî ji bo Birêz Ocalan!” hat vekirin de, metnê çapemeniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Denizliyê Cevahir Kayar ve hate xwendin. Cevahîr Kayar diyar kir ku divê demildest şert û mercên ku Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bijî û bixebite bên avakirin û got: “Hebûn û nasnameya gelê Kurd divê bi destûrî bê misogerkirin.”

Manîsa

Welatiyên ku li ber avahiya Rêxistina Navçeya Tûrgûtlûyê ya DEM Partiyê hatin gel hev, komploya navneteweyî ya ku di 9ê Cotmeha 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komploya na, Azadî ji bo Birêz Ocalan” û “Komployê re na, Azadî ji bo Ocalan” hate vekirin, her wiha dirûşmên “Silav silav, hezar silav ji Îmraliyê re” û “Nûnerê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji aliyê Hevseroka Bajar a DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel ve hate xwendin, hate diyar kirin ku komploya navneteweyî ya di 9ê Cotmeha 1998an de hat destpêkirin ne tenê derxistina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê armanc kiriye û wiha got: “Ev komplo di heman demê de destwerdaneke li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd û hêviya çareseriya demokratîk bû.”

Mûgla

Rêxistina DEM Partiyê ya Mûglayê têkildarî komploya navneteweyî li Qada Sinirrsizlik ya Mûglayê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniyê de pankartên “Azadî ji bo Birêz Ocalan” û “Azadî ji bo biraz Ocalan” hatin vekirin, ji aliyê Hevserokê Bajêr ê Mûğlayê Mehmet Çelîk ve hate xwendin. Çelîk diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê yên ku sedsalekê derbas kirine, bi berdêlên mezin têkoşîna azadî û demokrasiyê aniye heta îro û wiha axivî: “Çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd divê bê misogerkirin. Astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk divê bên rakirin. Azadiya Rêber Ocalan ne lûtuf e, pêdiviyeke dîrokî ya çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet e. Rêber Ocalan ê ku 28 sal in li Îmraliyê tê ragirtin, bêyî ku azad bibe ne meşandina pêvajoyê ne jî mayindebûna aştiyê ne pêkan e. Ji ber vê yekê daxwaza azadiya Rêber Ocalan, divê bibe daxwaza hevpar a hemû kesayetên civakî û hêzên demokratîk ên ku li Tirkiyeyê demokrasî û aştiyê dixwazin. Azadiya gelê Kurd ji azadiya gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî ji demokratîkbûna Tirkiyeyê nayê cuda dîtin. Mayindebûna aştiyê bi xurtbûna bi hev re ya hiqûq, edalet, wekhevî û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan, çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û paşeroja wekhev û azad a gelan têkoşîna xwe bidomînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di lêpirsîna Şaredariya Bayrakliyê de 6 kes hatin girtin

Di lêpirsîna Şaredariya Bayrakliyê de 6 kes hatin girtin

9 COTMEH 2026
Li Stenbolê meşa li dijî komployê: Azadiya Abdullah Ocalan pêwîstiyeke û nayê paşxistin

Li Stenbolê meşa li dijî komployê: Azadiya Abdullah Ocalan pêwîstiyeke û nayê paşxistin

9 COTMEH 2026
Bi hezaran li Amed, Sêrt û Êlihê Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

Bi hezaran li Amed, Sêrt û Êlihê Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

9 COTMEH 2026
Li Riha, Semsûr û Dîlokê meşên girseyî: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza hevpar e

Li Riha, Semsûr û Dîlokê meşên girseyî: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza hevpar e

9 COTMEH 2026
Serhed li dijî komployê derket qadan: Ji Serok Apo re azadî

Kesên tev li meşa Wanê bûn: Divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk were

9 COTMEH 2026
Omer Ocalan: Birêz Abdullah Ocalan pêşketinên siyasî nirxand

Omer Ocalan: Birêz Abdullah Ocalan pêşketinên siyasî nirxand

9 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne