Welatî, siyasetmedar û endamên saziyên sivîl ên Wanê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar kirin û xwest in Abdullah Ocalan bigihije azadiya xwe ya fîzîkî.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê de pêk hatî meşeke girseyî hat li dar xistin. Welatî, siyasetmedar û endamên saziyên sivîl ên Wanê ku ji bo ajansa me axivîn, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
‘Pêvajo ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng e’
Welatî û siyasetmedaran diyar kirin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji bo çareseriya pisgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn gelek giring e û wiha gotin: “Baweriya me bi vê pêvajoyê heye. Em dixwazin aşti pêk were û mafên Kurdan yên bingehin bên dayîn. Divê birêz Ocalan wek sermûzarevekan vê pevajoyê bi rê ve bibe. Ji bo vê jî divê şert û mercên wî bên başkirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”













