• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Malbatên çar qurbaniyên li Geverê: Divê edalet pêk were

    Malbatên çar qurbaniyên li Geverê: Divê edalet pêk were

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Malbatên çar qurbaniyên li Geverê: Divê edalet pêk were

    Malbatên çar qurbaniyên li Geverê: Divê edalet pêk were

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em azadiya jinan ji însafa dewleta mêrperest re nahêlin’

Omer Demîr / AW

9 COTMEH 2026 - 11:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Rêvebera Komaleya Dema Jinan Derya Aslan diyar kir ku gavên ku nafakayê dikin armanc, di bingehê de mafê veqetandina jinan dike armanc û wiha got: “Biryar dê di Hezîrana sala 2027an de bikeve meriyetê. Dema ev zagona nû were nivîsandin, jin bêdeng namînin, dê bi daxwazên xwe li qadan bin. Em azadiya jinan ji însafa dewleta mêrperest re nahêlin.”

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), guhertina rêziknameya nafakayê ji bo jinên ku dev ji hevjînên xwe berdane û nafaka zarokan bi awayekî bêdawî tê dayîn, di 4ê Hezîranê de betal kir. AYM biryara xwe ya pêwîstiyê di 30ê Îlonê de weşand. Li dijî biryara AYMê rêxistinên jinan nerezîbûna xwe tînin ziman.

Rêvebera Komaleya Dema Jinan Derya Aslan têkildarî biryara betalkirina nafakaya demkî ji ajansa me re axivî.

‘Nafakaya bêdawî jî ne rast e’

Derya Aslan diyar kir ku mijara nafakayê ji aliyê desthilatdar ve dem bi dem dihat rojevê û wiha got: “Mijara nafakayê mijarekî teknîk a hiqûqê ye. Tişta ku tê nîqaşkirin ev e ku jinên ku rastî tundiyê tên û dixwazin ji hevjînên xwe veqetin, dikarin veqetin an na? Ji ber ku jinên ku ji hevjînên xwe veqetiyan, bikarin li ser lingên xwe bisekinin, ev girîng e. Ewlekariya jinan ev bû. Gavên ku nafakayê dikin armanc, di bingehê de mafê veqetandina jinan dikin armanc. AYM di sala 2012yan de rewşa aborî ya jinan kir hincet û bi gotina ‘ji hevjînên bêkêmasî re barek e’ betal kir. Di demên borî de rewşa jinan baştir nebû. Tişta ku guherî, lênerîna jinan a dewletê bû. Dadgeh barê mêrên diparêze lê keda jinan a bi salan, nîvco mayîna perwerdehiyê hesab nekir. Ev biryar ji aliyê AYMê ve yekdengî nehat girtin. Jixwe nafakaya bêdawî jî ne rast e. Di zagona heyî de, jin dîsa bizewice û ji xizaniyê xelas bibe, nafaka jî bi dawî dibû. AYM di rewşên taybet de ji nafakaya bi dawî red nake, lê ewlehiya jinê ji destê wê derdixe û wê bê pêşeroj dihêle. Desthilatdar di salên pêşiya me de ‘salên malbat û nifusê’ îlan kir. Li vir malbat ne wekî jiyanê, lê wekî amûra desthilatdariyê tê dîtin. Peyam zelal e, zarok bîne dinê, li malê bimîne lê tevahî rîsk jî ya te ye. Têkoşîna ku bi salan em didin vê tiştî hînî me kir ku ‘desthilatdar destkeftiyên me wekî mafê nabîne, tenê wekî tavîzên dîsa dikare ji paş ve vekişîne dibîne’. Lê ev biryar ne tekçûn e, destpêka nivîsandina zagonekî nû ye. Biryar dê di Hezîrana sala 2027an de bikeve meriyetê. Dema ku ev zagona nû were nivîsandin, jin bêdeng namînin, dê bi daxwazên xwe li qadan bin.”

‘Betalkirina nafakaya bêdawî jî biryara bêewlehiyekî din derxist holê’

Derya Aslan destnîşan kir ku jin dema ku ji malê derdikeve gelek pirs jî li pey wê tên û wiha pê de çû: “Jin piştî tundiyê dixwaze ji malê derkeve lê berî wê divê bibêje; ez ê li ku bimînim, dê kî zarokên min binêre? Nafaka bersiva van pirsan e, ji ber ku di demên veqetandinê de jin dikare xizaniya xwe ispat bike û di zewacê de bêkêmasî ye, paşê biryara nafakayê tê dayîn. Jin dema ku dikeve rêyekî jixwe bêbaweriyê, dest bi vê rêyê dike. Niha bi betalkirina nafakaya bêdawî jî biryara bêewlehiyekî din derxist holê. Nafaka were dayîn jî dê kengê qut bibe? Dema ku jin bersiva vê nekare bide, biryara veqetandinê jî taloq dike û li mala ku tundiyê dibîne dijî. Her roja ku jin li wê malê dijî, rîska jiyanî zêdetir dibe. Wekî ku rêxistinên jinan dibêjin ‘ya bi tundiyê bijî ya jî ji xizaniyê re tiştekî nebêje’, ev ji jinan re tê gotin. Tundî ne tenê fizikî ye, wekî din aboriye jî. Jin dixwazin bixebitin lê ev tê astengkirin û aboriya wan ji destê wan tê derxistin, bi vî awayî jin girêdayî mêr tên kirin. Ev rewş sepana pergala mêrperest e. Îro mîktara nafakayê gelek kêm e. Mîktarên nafakayê li dijî enflasyonê her ku diçe kêmtir dibe. Gelek jin ji ber ku nafakayên wan kêm in an jî dereng tên dayîn, bi mehan mecbûr dimînin ku bixebitin. Niha ji bo nafakayê biryara demkî were danîn, dê azadiya aborî ya jinan kêmtir bibe.”

‘Em ne şopînerê vê biryarê ne, divê em biryardar bin’

Derya Aslan destnîşan kir ku biryara nafakayê bandora herî mezin dê li ser zewacên demdirêj hebe û wiha domand: “Pergala mêrperest keda jinan ku di nava malan de didin wekî ‘peywîra xwezayî’ dît. Vê kedê wekî ked jî nedît. Lênerîna mal û zarokan jin kir û jin dev ji pêşeroja xwe berda. Niha gotina ‘dê nafaka vê demê bi dawî bibe’ keda jinan hê zêdetir dixe rewşekî nebaş. AYM ji meclîsê re 9 meh da. Di dawiyê de dê çi bibe, divê desthilatdar biryarekî bide. Wezareta Dadê dibêje ku li ser vê mijarê xebatên me hene. Lê di vê xebatê de ji jinan re tu tişt nayê gotin. Em ne şopînerê vê biryarê ne, divê em biryardar bin.”

‘Em ê ji bo daxwazên xwe têbikoşin’

Her wiha Derya Aslan anî ziman ku biryara sînordarkirina nafakayê ya di sala 2018an de bi têkoşînê hevpar a jinan hatiye paşvekişandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî vê biryarê jî rêxistinên jinan ên cuda hatin gel hev. Rêxistinên jinan dibêjin ‘Dest nedin mafê nafakayê.’ Divê em vê piştgiriyê tenê wekî refleks pêk neynin. Ji vir û pê ve li dijî biryarên mêrperest têkoşînekî domdar bikin. Dema ku zagona nû were nivîsandin, divê daxwazên jinan werin esas girtin. Em ê ji bo daxwazên xwe têbikoşin. Em azadiya jinan ji însafa dewleta mêrperest re nahêlin. Em ê di pêvajoya nafakayê de xwedî gotin û biryar bin.”

Etîket: Derya ArslanKomaleya Dema Jinannafaka
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

AYMê guhertina rêziknameya nafakayê betal kir

AYMê guhertina rêziknameya nafakayê betal kir

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne