Cevher Ay ku ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê hat berdan, diyar kir ku ew bi kelecan li bendê ye ku tev li xebatan bibe da ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve.
Cevher Ay ku di demên cuda de û li 4 bajarên cuda 4 caran hatibû girtin, her dawî di sala 2016an de li Edîrneyê hatibû binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji aliyê dadgeha ku lê dihat darizandin ve hate girtin, demekê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ma û paşê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê hat kirin.
Cevher Ay ê ku li Girtîgeha Tîpa F a li Bûca Kiriklar a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî giştî 22 salên girtîbûnê îro hat berdan. Cevher Ay, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYbER) ve bi gulan hat pêşwazîkirin.
Cevher Ay ku li ber deriyê girtîgehê axivî, ev tişt anîn ziman: “Mirov hestiyar dibe ku hevalên xwe li dû xwe bihêle û derkeve. Moralê hemû hevalan baş e. Bi dil û can ji pêvajoyê bawer dikin û pê bawer in. Silavan li gelê me dikin. Bendewariya wan ew e ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidome, kesên ku di vê di pêvajoyê de cih bigirin çalak bin û pêvajo bi serkeftinê bi encam bibe. Em dixwazin bi vê pêvajoyê re kesên ku tên çewisandin hemû bigihîjin azadiya xwe. Hemû kes bi dil û can ji vê pêvajoya ku Rêbertiyê pêş xistiye bawer dike û em pê bawer in. Ev têgihiştina nû ya sosyalîst, wê pêşengiya Serokatiyê de li van xakan were ava kirin. Ez bi xwe jî bi kelecan im ku bibim kirdeyek vê pêvajoyê û beşdarî xebatan bibim.”







