Stenbol – Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek di Girtîgeha Eskîşehîrê de dihat ragirtin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Bav Mendûh Çîçek diyar kir ku kurê wî di girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Duh li me geriyan û gotin ‘kurê te nexweş e, em dibin nexweşxaneyê.’ Tenê nexweşiya şekirê ya kurê min hebû, rewşa wî gelek baş bû lê jiyana xwe ji dest da.”
Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek ku di girtîgeha Eskîşehîrê de dihat ragirtin, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Şiyar Çîçek di sala 2014an ve girtî ye. Ev du sal in jî di Girtîgeha Eskîşehîrê dihat ragirtin. Li gorî agahiyên malbatê tenduristiya Şiyar Çîçek baş bûye û tenê nexweşiya wî ya şekirê hebûye. Her wiha li gor agahî dayîna malbatê Şiyar Çîçek ev 10 roj in li hucreyê dihat ragirtin.
‘Gotin kurê te nexweş e, em çûn gotin mirî ye’
Bav Mendûh Çiçek diyar kir ku wî laşê kurê xwe dîtiye lê tu şopa îşkenceyê tune ye û wiha axivî: “Em difikirin ku kurê min jehrî kirin an jî tiştekî din kirin. Kurê min beriya hefteyekî dayika xwe geriyabû û gotibû “min kirine hucreyê.” Kurê min ev 10 roj bû di hucreyê de bû. Kurê min di qawişê de bûya lê ji ber ku di hucreyê de ye em nizanin ku bi çi serê wî hat. Duh me geriyan û gotin ‘kurê te nexweş e, em dibin nexweşxaneyê.’ Kurê min dixwaze herê li gel birayê xwe lê destûr nadin. Çavê kurê min bant kiribûn. Dozgerî dizaniya ku kurê min miriye. Lê ji bo sûcê biavêje ser nexweşxaneyê wisa kiriye. Mirina kurê min li nexweşxaneyê nîşan dan, lê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye.”







