Amed – Kadriyê Aykût a bi salan e bi darikên qeselê selikan û xemlên bi dîwaran re çêdike û Terfa Gorgun a 68 salî ya şelikên limêjê çêdike, diyar kirin ku ew hewl didin vê çandê bidin jiyîn da ku ev çand neyê windakirin û jibîrkirin.
Kadriyê Aykût a 73 salî û Terfa Gorgun a 68 salî ku li gundê Qeremûsê yê navçeya Farqînê ya Amedê dijîn, hê jî kevneşopiyên xwe yên salên borî didomînin. Çawa ku li gelek deverên Kurdistanê hê jî çanda kevnare heye, ev jin jî hewl didin ku wê çandê bidin jiyîn û ew çand neyê windakirin û jibîrkirin. Lê di çanda Kurdan de cihekî van tiştên ku tên çêkirin ê pir mezin heye. Weke çêkirina selik, secade, sawan, tevn, xalî, berik, belekî, belîf û mînder û hwd. hê jî li gelek herêmên Kurdistanê ev kevneşopî didome.
Ji bo hin jinên temen mezin ên li navçeya Farqînê dijîn karê çêkirina selikan û xemlên bi dîwaran ve tên daliqandin bûye weke pîşeyekê. Jin ji bo çêkirina selik û xemlên dîwaran ewilî weke qeftek du qeft darikên qeselê tînin û dixin nava avê, van qasî saetekê dihêlin, pişt re jî derdixin û weke nîv saetî dimîne û nîv zuwayî dibe. Piştî ku darikên qeselê nerim dibin, li hevûdin ba didin û stûr dibe dû re qurdele li dora darikan tê lefandin. Her du qeftên qeselê weke baxekî qurdeleyê lê diçe. Ger ku bi rengekî be ew qas lê diçe, lê dema ku bi rengên cuda be zêde lê naçe. Ew jî êdî girêdayî mezinbûn û biçûkbûna amûrê ku tê çêkirin e. Her wiha şelikên limêjê jî bi rengên cuda û bi gelek amûrên dirûtinê li wir tên çêkirin.
Jinên bi navê Kadriye Aykût û Terfa Gorgun têkildarî çêkirina selik, xemlên dîwaran û şelikên limêjê ji ajansa me re axivîn.
‘Ez êdî nikarim weke berê çêbikim’
Kadriye Aykût a ku bi salan e bi darikên qeselê û bi qurdeleyên rengên cuda bi çêkirina selikan û tiştên cuda re mijûl e, anî ziman ku ew hê gelek ciwan bûye dest bi çêkirina selikan û xemlên bi dîwaran ve kiriye û wiha qala çêkirina tiştên xwe kir: “Ji serê ewil ve kefa zarokên min jê re dihat û min çêdikir. Berê min pir çêdikir, êdî weke berê ez nikarim çêbikim. Ji ber ku êdî çavên min weke berê nabînin. Berê me tevin digerand û me nexşa li serê çêdikir. Berê karê me jinan ew bû. Ji ber ku kêfa me jê re dihat me çêdikir, heta niha me bi peretî ji kesî re çênekiriye. Ez ji darikên qeselê, qurdeleyên bi rengên cuda van selikan û nexşan çêdikim.”
‘Ji xeynî min kes vî karî nake’
Kadriye Aykût di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em bi wan rengan û darikên qeselê selikan, nexşên li ser dîwaran û gelek tiştên din çêdikim. Bi rengekî tenê xweşik çênabin, divê mirov bi reng û şeklên cuda çêbike. Em serê ewil diçin ji nava erd darikên qeselê tînin û dixin nava avê weke saetekî dimîne ew darikên qeselê nerim dibin û piştî ku nerim dibe em tînin hinek wan zuwa dikin û êdî em bi rengan şekil didinê. Tiştên ku me berê çêdikir êdî ew dem çûn. Berê me bi tevnê torbe, sawan, şal û şapik, şalikên limêjê û gelek tiştên wisa çêdikir. Dema ku me meşikan çêdikir me çar ber dixist nava hev û me rîs li ser hev badidan. Me berê bi ta û derziyê perde û balîf dineqişandin. Dema ku min dest bi selikê dikir, heta sê çar rojan me diqedand. Di çêkirina her selikekî de du qeftên qeselê diçin. Niha ta û qurdele jî buha bûne. Ji xeynî min kes çênake. Min dixwest nevî û bûkên min jî hîn bibin lê wan xwe hînî vî karî nekir.”
‘Berê me secade hemû bi ta û derziyê çêdikir’
Terfa Gorgun a ku bi salan e ew jî bi dirûtina çêkirina şelikên limêjê ve mijûl dibe anî ziman ew jî li ber destê cîrana xwe hînê dirûtin û çêkirina şelikên limêjê bûye û ev tişt got: “Berê me secade hemû bi ta û derziyê çêdikir, niha êdî bûye makîne û karê me jî hêsan bûye. Makîne di rojekê de çêdike, lê çêkirina bi ta û derzî gelek dema mirov dixwe. Min îsal sed heb secade çêkirine. Makîne be mirov di danekê de şalikekî limêjê diqedîne. Em dikarin bi neqş jî çêbikin. Em bi piranî ne li gorî metrajê çêdikin, em gelek caran li ser texmînên xwe çêdikin. Ez jî li ber destê cîrana xwe hîn bûm. Piştî ku ez hîn bûm, gelek kes ji min re dibêjin were ji me re jî çêbike. Ne tişteke zehmet e, hêsane gelek kes dikarin çêbikin, serê xwe pê re naêşînin. Divê cihên dirûnê hemû rast bin xwar neçin. Dema ku xwar biçe ew şalik ne xweşik dertê hemû dicive hevûdin û ew ked bi avê de diçe.”









