Wêne: Arşîv
32 sazî û dezgehên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştgirî dan daxwaza perwerdehiya Kurdî ya xelkê Rojava. 32 saziyên ziman ev peyam da: “Tirsa ji perwerdehiya bi zimanê kurdî, tirsa ji hebûn û nasnameya kurdan e. Em helwesta Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya ji bo zimanê Kurd red dikin û qebûl nakin. Em piştgiriya daxwaza xelkê Rojava dikin. Perwerdehiya bi Kurdîxeta me ya sor e.”
Piştgiriya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ya zimanê Kurdî zêde dibe. 32 sazî û dezgehên ziman û wêjeya Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê piştgirî dan daxwaza gelê Rojava ya ji bo zimanê Kurdî. 32 sazî û dezgehan daxuyaniyek nivîskî bi çapemeniyê re parve kir û ev sazî bi vê daxuyaniyê xwedî li daxwaza xelkê Rojava derketin.
Daxuyanî bi sernavê “Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê Bingeha Wekhevî û Aştiyê ye û ji bo Gelê Kurd Xeta Sor e” hate belavkirin.
Daxuyaniya 32 sazî û dezgehên li Bakur û Tirkiyeyê bi vî rengî ye:
“Wekî ku tê zanîn, li Rojavayê Kurdistanê di bin îdareya Rêveberiya Xweser de ev zêdetirî 14 salan e ku perwerdehiya bi zimanê dayikê heye. Zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta astên zanîngehê di hemû qadên perwerdehiyê de bi awayekî çalak dihat bikaranîn. Lê piştî guhartinên dawî yên li Sûriyeyê û hatina Hikumeta Veguhêz, mijara statuya zimanê kurdî rûbirûyî astengiyên cidî bûye.
Di van rojên dawî de, ji aliyê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve derbarê statûya zimanê kurdî de daxuyaniyek hat belavkirin. Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku kurdî wekî ‘zimanê duyem’ tê qebûlkirin û di hefteyê de tenê 3 saet dersên bijarte ji bo wê tên pêşniyarkirin. Ev nêzîkatî ji daxwazên rewa yên gelê kurd û ji rastiya civakî û siyasî ya herêmê bi temamî dûr e û nayê qebûlkirin.
Em helwesta hikûmetê red dikin
Tevî hevdîtin û israra nûnerên gelê kurd jî, Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê siyaseta nedîtin û tunehesibandina perwerdehiya bi zimanê dayikê berdewam dike. Ev helwesta redker bingehên hevjiyana aştiyane û mayînde ji holê radike. Ji bo ku civak li ser heman xakê bi aştî û wekhevî bijîn, qebûlkirineke rasteqîn û rêzgirtina li nasnameyên gelan şert e. Tirsa ji perwerdehiya bi zimanê kurdî, di mahiyeta xwe de tirsa ji hebûn û nasnameya kurdan e û xwesteka asîmîlasyona demdirêj dihewîne. Em vê helwestê ji binî ve red dikin. Siyaseta nerast a welatên cîran divê ji bo civaka Sûriyêyê mînak neyê girtin, berevajiyê vê, divê bi siyaset û helwesteke rast û pirrengîparêz, gavên li gorî mercên perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser a Rojava bên esasgirtin.
Lewra ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew stûna sereke ya çand, dîrok, nasname û xwebûna neteweyekê ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê mirovan e û di hemû peymanên navneteweyî de hatiye pejirandin. Bisînorakirina vê ezmûna dîrokî û serkeftî ya 14 salan bi çend saetên dersên bijarte, neheqî û paşveçûneke mezin e.
Nimûneyên welatên: Pirzimanî
Di qada navneteweyî de mafên zimanî yên kolektîf bingeha aştiya civakî ne; Li Swîsreyê çar zimanên fermî (elmanî, fransî, îtalyanî û romansh) xwedî statuyeke qanûnî û wekhev in. Li Kanadayê (Québec) ji bo parastina zimanê fransî, perwerdehiya giştî di hemû astan de bi vî zimanî tê meşandin. Li Belçîka û Spanyayê (Katalonya) perwerdehiya fermî û rêveberiya herêmî bi zimanê dayikê yê civakê tê birêvebirin. Ev mînak jî diyar dikin ku mafên zimanî yên kolektîf yekitiya welatan xira nakin, berevajiyê vê yekê aramiya siyasî û rêzgirtina dualî xurttir dikin.
Divê her kes piştgiriya perwerdehiya Kurdî bike
Ji bo parastina destkeftiyan û geşkirina zimanê kurdî, helwesta me diyar e;
Dê gelê kurd bi awayekî hevgirtî û demokratîk li ser parastina destkeftiyên van 14 salan bisekine. Perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû astan de (ji pêşdibistanê heta zanîngehê) divê di destûra nû de wekî mafekî fermî û qanûnî cih bigire. Saziyên akademîk, rewşenbîr û hemû beşên civakê divê li qada navneteweyî dengê vê daxwaza rewa bilind bikin.
Rêzgirtina li vê daxwazê, bingeha hemwelatîbûna wekhev e. Em ê wekî gelê kurd tevî dostên xwe û raya giştî ya demokratîk li dijî vê neheqiyê xwedî li wekhevî û aştiyê derkevin, em ê piştgiriya têkoşîna gelê xwe yê Rojava ya ji bo perwerdehiya bi kurdî bikin.
Kurdî xeta me ya sor e
Lewra Perwerdehiya bi zimanê dayikê şerta wekhevî û hevnaskirinê ye! Bingehê aştiya civakî û civaka demokratîk e. Perwerdehiya bi zimanê kurdî xeta me ya sor e. Em ê li her derê mafê xwe yê perwerdehiyê biparêzin. Tu hêz dê nekaribe gelê kurd ji mafê perwerdehiya zimanê kurdî bêpar bihêle.
Perwerdehiya bi kurdî daxwaza sereke û mafê rewa yê gelê kurd e! Bijî Perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê! Bijî Wekhevî û Aştiya Civaka Demokratîk! Bijî Zimanê Kurdî!”













