Stenbol – Nivîskar Mûsa Şanak diyar kir ku bi êrişên karkerên Kurd, gotinên nijadperestî û xurandina birînên Elewiyan tê xwestin li dijî pêvajoyê enerjiyek negatîf derxin holê û wiha got: “Îxtîmalek heye ku di nava burokrasiyê, emniyetê û artêşê de jî hêzek ku dixwaze şer xurt bike heye. Dibe ku hin tiştan ji xwe re bikin hincet û gumanên di nava gelê Kurd de xurttir bikin. Dibe ku provakasyonên mezintir çêbikin. Divê şiyarbûnek hebe.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi derketina Qanûna Çarçoveyî re hate astekî. Di demên dawiyê de êrişên li ser karkerên Kurd, alîgirên Amedsporê, gotinên nijadperestî, nîqaşên li ser Elewiyan û binçavkirinên bi hinceta beşdariya şîn û bîranînên cangoriyên têkoşîna azadiya gelê Kurd, berê rojevê guhert. Gumanên di nava civakê de û êrişên li ser pêvajoyê jî zêde dibin.
Nivîskar Mûsa Şanak ê ku piştî 31 salan ji hepsê hate berdan derbarê pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk, binçavkirinên rojên dawî pêk tên de ji ajansa me re axivî.
‘Di dîroka komarê de cara yekem qanûnek bi vî rengî derket’
Mûsa Şanak diyar kir ku îro ev pêvajo bi saya berxwedanê û şehîdan têkoşîna azadiyê pêk hat û wiha got: “Di demên dawiyê de gelek şehadet hatin eşkerekirin, ev jî di nava civakê de rewşeke giran derxist holê. Di nava malbatan de ji bo vegera zarokên wan bendewariyek hebû. Bi Qanûna Çarçoveyî jî bendewarî xurttir bûbû. Lê dema ku şehadet hatin eşkerekirin, ev yek jî bandorê li ser malbatan kir. Qanûna Çarçoveyî derket, gavek hate avêtin. Wekî Serokatî got; ‘rêyek hezar kîlometre bi gavekî dest pê dike’. Her çiqas kêmasî hebin jî gava yekem hate avêtin. Kêmasiya sereke azadiya fîzîkî ya Serokatî ye ku di qanûnê de nehat qebûlkirin. Dîsa gelek hevalên girtî li derveyî qanûnê hatin hiştin. Dema ku qanûnek derkeve, kes serlêdan bike neke jî, bi awayekî resen sûde digire. Lê di Qanûna Çarçoveyî de şerta serlêdanê heye. Ev jî barekî giran derdixe holê û dem dirêj dike. Şaşiya qanûnê jî ew bû ku li çend cihan de peyva ‘terorê’ hatibû bikaranîn. Em vê tiştê qebûl nakin. Terora herî mezin ev 200 sal e zêdetir ku dewlet li dijî Kurdan pêk tîne. Dîsa jî, wekî Serok got, em ê li pratîkê binêrin. Jixwe tê gotin Serok di desteyekî de cih bigire. Bi vî awayî rola wî tê qebûlkirin. Em ê herî zêde li nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Serokatiya xwe binêrin. Dewlet çiqas erênî nêzîk bibe, dê baweriya civakê jî zêde bibe. Derketina qanûnê çima girîng e? Di dîroka komarê de her dem li dijî Kurdan qanûnên koçberî, îdam û qirkirinê li Meclisê derbas bûne. Di dîroka komarê de cara yekemîn, çiqas kêmasî hebê jî, qanûnek pozîtîf derket.”
‘Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên Elewiyan neyên çareserkirin, demokrasî jî nîvco dimîne’
Mûsa Şanak bal kişand ser êrişên nijadperest ên di demên dawî de li dijî Kurdan pêk tên û wiha got: “Di demên dawiyê de kes û komên li dijî pêvajoyê ne ketine tevgerê. Êrişên li dijî karkerên Kurd, êriş û gotinên nijadperestî yên alîgirên Trabzonsporê, dîsa li ser navê rewşenbîriyê li dijî pêvajoyê daxuyanî hatin danîn û berevajîkirina girtekên Îmraliyê, ev tevahî mînakên ku li dijî pêvajoyê ne. Hate xwestin ku bertekek û dijberiyek ava bikin. Di demên dawiyê de di çarçoveya baweriya Elewîtiyê de hate xwestin ku birînên wan bixurînin. Bi vê dixwazin li dijî pêvajoyê enerjiyek negatîf derxin holê. Belê, tifaqa Yavûz Sûltan Selîm û Îdrîsê Bîdlîsî pêk hatiye, hin aliyên ku ji vê tifaqê zirar dîtin hene. Di demên pêş de bi zanebûn gotinên cuda cuda derdixin pêş. Dewlet jî dixwaze tevgerên tifaqa Kurd û Tirkan, wekî tifaqa ummetî nîşan bide. Em dizanin ku tifaqa Kurd û Tirkan ne li ser baweriyekî ye. Jixwe di vê pêvajoyê de pirsgirêkên Elewiyan neyên çareserkirin, demokrasî jî dê nîvco bimîne.”
‘Divê her kes şiyar be’
Mûsa Şanak derbarê binçavkirinên di rojên dawî de pêk tên jî ev yek anî ziman: “Piştî şîn û bîranînên gerîlayan binçavkirin çêdibin. Di nava me de jî hestiyariyek heye. Ev hestiyarî elimandinan bi xwe re tîne. Ev hestiyariyên me ji dewletê re bûye paranoyakî. Dema ku vê di destê me de dibînin, har dibin. Dibe ku hinceta binçavkirinan wisa be. Çawa ku guman di nava me de heye, di nava dewletê de jî heye. Çawa ku em dixwazin dewlet bi gavên xwe baweriya civakê xurt bike, dewlet bi tevgerên xwe li gorî ruhê pêvajoyê tevnaegere û ev yek jî dike ku di nava dewletê de jî bêbaweriyek çêbibe. Dewlet bi wê paranoyaya min gotî tevdigere. Divê mirov cidî nêzî van bûyeran bibe. Îxtîmalek heye ku di nava burokrasiyê, emniyetê û artêşê de jî hêzek ku dixwaze şer xurt bike heye. Dibe ku hin tiştan ji xwe re bikin hincet û gumanên di nava gelê Kurd de zêdetir bikin. Dibe ku bi vê mebestê jî hatibe kirin. Ev tevger li her derî xwe cuda cuda nîşan dide. Divê kesên aştîxwaz û dixwazin pêvajo bigihîje dawiyê tedbîran bigirin. Dibe ku provakasyonên mezintir çêbibin. Divê şiyarbûnek hebe.”
‘Divê em li xwe vegerin’
Mûsa Şanak di dawiyê de bang li gelê Kurd kir û wiha got: “Ev şehîdên me ji bo du mebestan dest bi tevgerê kirin. Yek li dijî înkarê gotin em hene, ziman, çand û nasnameya me heye. Ya din jî ji bo azadiyê bû. Kesên ku dixwazin li ked û mîrateya şehîdan xwedî derkevin, divê di serî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Malên xwe bikin Kurdîgeh. Dê têkoşîna Kurdiyê bidome. Ev şehadet divê ji bo me şiyariyek bide avakirin. Em li xwe vegerin. Em çiqas li xwe vegerin, ewqas jî wê şehîd bijîn.”









