Ciwanên Wanî bi dirûşme û vekirina posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê şîna cangoriyan meşiyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.
Li navçeya Artemêtanê ya Wanê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê şîn hate danîn. Ciwanên Wanê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” û bi vekirina posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava qada şînê de meşiyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.
Şîn bi serdanên girseyî didome.


















