Amed – Hevseroka TUAY-DERa Amedê Emîne Kaya derbarê qanûna çarçoveyî û rewşa girtiyên nexweş de axivî û diyar kir ku derxistina zagonan tenê têre nake û wiha got: “Heta ku di hişmendiya civak û rayedaran de guhertin pêk neyê, pirsgirêk çareser nabin. Ji guhertinên qanûnî bêtir, pêwîstiya me bi şoreşa hişmendiyê heye.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de da destpêkirin, didome. Di çarçoveya pêvajoyê de di 5ê Tebaxa 2026an de têkildarî pirsgirêka Kurd pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Qanûn di Lijneya Giştî ya Meclisê de bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Amedê Emîne Kaya, derbarê nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî û rewşa hezaran girtiyên nexweş ên li girtîgehan ji ajansa me re axivî.
‘Yasa nayên sepandin, êrîşkar tên parastin’
Emîne Kaya diyar kir ku qebûlkirina qanûna çarçoveyî ji bo gelê Kurd ji gelek aliyan ve tê wateya bidawîbûna polîtîkayên înkarkirinê û anî ziman ku sepandina qanûnê gelekî girîngtir e. Emîne Kaya ji bo karkerên Kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê rastî êrîşan tên mînak da û wiha got: “Bêguman di tu yasayê de nayê destnîşankirin ku ‘herin li karkeran bixin’. Lê ji ber ku guhertina zîhniyetê pêk nehatiye, ev êrîş bi hêsanî çêdibin. Ji ber ku ceza li êrîşkaran nayê birîn, ew difikirin ku dewlet piştgiriya wan dike. Heta ku ev zîhniyet neguhere û cezayên pêwîst neyên dayîn, guhertina zagonan tenê têrê nake.”
‘Pênc hezar girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne’
Emîne Kaya di axaftina xwe de bi bîr xist ku mînaka herî berbiçav pirsgirêka hişmendiyê û nêzîkatiya dewletê ya li ser rewşa girtiyên nexweş e. Emîne Kaya da zanîn ku tevî raporên nexweşxaneyan ên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî ATK û rêveberiyên girtîgehan van raporan li ber çavan nagirin û astengiyan derdixînin.
Emîne Kaya bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û ev tişt anî ziman: “Girtiyên ku raporên wan ên astengiyê û nikare di girtîgehê de bimîne hene niha di girtîgehê de tên girtin. Di heman demê de girtiyên ku nexweşiyên wan weke mîna penceşêr, şîzofrenî, yên ku dest û lingên wan tune ne jî hene. Li girtîgehan nêzî pênc hezar girtiyên nexweş di bin şert û mercên pir dijwar de ne û divê kesên ku li dijî berdana wan derdikevin werin teşhîrkirin û cezakirin.”
‘Divê êdî mexdûriyet bi dawî bibin’
Emîne Kaya di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bêbaweriya malbatên girtiyan û ev tişt vegot: “Desthilat ji bo parastina berjewendiyên xwe, pêvajoyê bi qestî dirêj dike. Dema zagonan derdixin jî qedexeyên siyasî yên wekî ‘heta 5-10 salan tu nikarî siyasetê bikî’ li ser girtiyan ferz dikin. Tirseke mezin a hikûmetê heye ku ev girtî piştî werin berdan dîsa di nav civakê de xebatên xwe yên siyasî bimeşînin. Hêviya me ew e ku girtîgeh werin valakirin û ev mexdûriyet bi dawî bibin. Dema ku guhertina hişmendî di wijdana civakê de pêk bê, dê dawî li pevçûnan, qeyranên aborî û êşên giran jî bê.”













