• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3
Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

Racî Abî / AW

15 TEBAX 2026 - 08:30
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Cewad Merwanî destnîşan kir ku di bin banê TEV-ÇANDê de heya niha derdora 45 hezar stran hatine komkirin û got: “Me heya niha 4 hezar stran deşîfre kir, nota kir, nivîsî û ji talanê, ji hundirê wê valakirinê rizgar kir.”

Axa mezopotamyayê ne tenê derguşa mirovahiyê, navenda çandê, şaristaniyê, hunerê, olê, ziman û hwd. bû hema hema dayika hemû pêşketinên madî û manewî ye. Her ku lêkolîn û vekolîn tê kirin, bi dane, bermahî, rêç û kûrahiya dîrokê ji axê difûre, her peyv, newayek, berhemek çîroka hezaran salan li ser vê axê aş bûye vedibêje, şahidiya dîroka kevnar dike. Her berhemek îro şahidiya hezaran salan dike.

Dîrok li ser bermahiyan, nivîsan, kelepûrên ji lêkolîna derdikevin tê şîrovekirin, dabeşkirin, vekolîn û zelalkirin. Her berhemek bi metodên kîmyewî dikare nêzî sala hatiye hilberandin were diyarkirin. Lê belê dîroka peyvekê, dîroka newayekê, dîroka stran û melodiyekê dê çawa were diyarkirin? Çanda Kurdan, taybetî jî dîroka muzîka Kurdî, berhemên, alav, amûr û stranên Kurdî îro xwedî bandoreke mezin li ser muzîka Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Mixabin gelek lêkolîner, arşîvkar, mîsyoner, bazirgan vê kelepûrê bi derfetên xwe kom kirin û piraniya wan van berheman an bi xwe re birin an jî kirin malê xwe.

Di vê beşa dosyayê de em berhevkar, arşîvkar û endamê Koma Berxwedan Cewad Merwanî re axivîn.

‘Muzîka Kurdî ji xweza û civaka Kurdan dewlemend bûye’

Muzîk jî hêmayeke jiyanê ye û hemû daneheva xwe ji civakê, xwezayê û jiyana civakê digire. Derbarê mijarê de Cewad Merwanî destnîşan kir ku kesê dixwaze xwe di muzîka Kurdî de pêş bixe divê muzîka Kurdan, şêwaza jiyana Kurdan baş nas bike, li gel vê divê muzîka cîhanê jî lêkolîn bike û wiha got: “Ji ber ku Kurd tim li çol, çiya, newal, deşt û xwezaya Kurdistanê jiyaye muzîka wan jî bi van pir dewlemend bûye. Her miletek bi muzîka xwe ve heye û dewlemendiya muzîka Kurdî ya li ser vê erdnîgariyê pêş ketiye pir kevnar e. Ji aliyê kevnbûnê ve di nav muzîka cîhanê ya herî kevn e.

‘Cudabûn ji dewlemendiya muzîk û folklorê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Cewad Merwanî da zanîn ku muzîka Kurdî bi govendê re mîna goşt û hestû bi hev re girêdayî ye û derbarê vê têkiliyê de wiha axivî: “Dema tu li herêma Serhedê dinêrî tevî ku di navbera Wanê û Colemêrgê de navbereke dirêj nîn e jî, govend, reqs, figurên wan ji hev cuda ne. Pê re girêdayî muzîk jî cuda ye, qirika bi stranan distrên jî cuda ye. Bedlîs û Wan jî ji hev cuda ne, Bedlîs û Amed jî cuda ye, herwiha Cizîr jî cuda ye. Ewqas dewlemendiyê ji Dîlokê, Çewligê, Erzirom bigire heta Agiriyê û Dêrsimê her herêmekê muzîkên wan cuda ne. Ji ber muzîkên wan cuda ne, gewriya wan jî cuda ye. Hinek gewriya herêma Serhedê nêzî hev e lê belê muzîka herêmên din cuda ye. Tevî cîranên hev in jî ewqas ji hev bandor nebûne. Tu bibêjî herêma Agiriyê, Çewlîgê, Amedê, Cizîrê û Colemêrgê heta cil û bergên xwe ve jî cuda ne. Ew dewlemendiya muzîk û folklara Kurdan e.

‘Di arşîva TEV-ÇANDê de 45 hezar stran kom bûn’

Cewad Merwanî bal kişand ser girîngiya berhevkirin, lêkolînkirinê û diyar kir ku ew bi xwe jî di salên 1980yan de dest bi komkirina kasetan kiriye û derbarê wan deman de wiha got: “Piştî darbeyê me kasetan ji dewletê vedişart ji ber dewlet negire, nebe, neşewîtîne. Di sala 1983yan de ez tev li pêşbirkê bûm. Wê demê dewletê xwest ez xebata arşîvê bikim. Bi wan re bixebitim da ku bi wan re biçim konservatuarê. Me bi ya nekir. Tişta ku em bi xizmeta wan re bikin min bi xwe re anî. Min arşîv veşart. Çi tişta li gorî derfetên xwe wê demê min kom kir. Ji tirsa ku nekeve nav destan, min di bin erdê de veşart. Dema derketim li Ewropa bi keda şehîdan û nirxên vê tevgerê, bi hevalên me ji her dera Kurdistanê taybetî li Erîvanê, Iraqê, Suriyeyê, Îranê, Welatên Kafkasyayê, Ewropayê û welatên din Misirê, Urdunê, Fransayê li ku derê di destê wan de arşîv hebûye, me van tiştan Kurdî yên li ser stranan kom kir. Me carekê dît ku dewlemendiyeke wisa heye û tiştên li Ewropayê jî hebûn bi giştî 45 hezar stran di arşîva me ya TEV-ÇANDê de kom bûye. Dibe ku hin stran dubare di nav vê arşîvê de hebe. Lazim bû ev arşîva li ser kasetan kevn, vegerînin li ser dîjîtalê. Bi keda hevalên li TEV-ÇANDê min beşeke van stranan qelavte li ser dîjîtalê. Li gel vê yekê divê stran di dijîtalê de yek bi yek werin birîn, sererastkirin, navê wan were nivîsandin.”

‘4 hezar stran ji talan û valakirina hundirê wê rizgar bû’

Di berdewama axaftina xwe de Cewad Merwanî qala xebatên xwe yên dane çapkirin axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek beşa yekem di destpêkê de wek du cîldên arşîva stranan bi Avestayê çêkirin. 1024 stran bûn. Beşa 2yan me bi birêz Ahmed Turk re di bin banê Şaredariya Mêrdînê de derxist stranên Erîvanê yên bi rîtmîk. Beşa 3yan wek 4 cîld beşa Muzîkên Erîvanê yên dirêj yanî mewal, mêranî an jî lawik û rîtmîk dan çapkirin. Tevî meqamên wan û taybetmendiyên xwe ve wek 1250 stran li gel DVDyê bi dengê wan ê resen (orîjînal) me çap kir û belav kir. Herî dawî jî niha 1200 stranên me amade ne û li ber çapê ye. Em hêvî dikin ku ev jî di nava mehekê yan du mehan de were çapkirin û bigihije li ber destê me. Ew jî çap bibe tev dibin 12 cîld. Ev jî bi giştî dikin 4 hezar stran. Ev 4 hezar stran ji talanê, ji hundurê wê valakirinê û malê xwe kirine ya hinek kesan xelas dibin. Çima, ji ber notayê xwe çêdibe, gotinên xwe çêdibe û ji gelê Kurd re dibe mal. 100 salan 1000an salan derbas bibe jî êdî ev pirtûk dê di nava gel de be. Xelkên din jî dikarin jê sûdê bigirin. Ji ber ku zimanê cîhanê li ser notayê ye.

‘Kê stran bixwaze em dikarin bibin alîkar’

Di vir de kêmeniyeke mezin heye ku ev yek jî bi gelek kesan pêk tê. Ev kar karê ekîbekê ye. Esasen karê dewletan e, karê akademiyênên mezin e. Bi derfetên xwe ve me heya li vê derê ev xebat amade kir. Ji niha pê de jî bi qasî ku emrê me hebe em ê bi vê arşîvê bixebitin. Di nava van stranên me yên kevin de gund û bajaran bigire heya erdnîgariya Kurdistanê gotinên ku mirov qet nebihîstiye, ji xweza û ji jiyana rojane bigire heta dagirkeriya li ser Kurdistanê, ji dagirkirinê heya komkujiyan her tişt di nava van stranan de weke dîrokeke mezin, weke çekemeke ku di dîrokê de biherike tê de ye. Gelek çîrok û serpêhatiyên van stranan jî hene. Dema ku me van stranan kom kir, em hînî gelek çîrokên van stranan jî bûn. Kê bixwaze dikare bila were li ser van stranan xebatê bike. Em ê jî jê re bibin alîkar. Xebata me kiriye ji bo gelê Kurd bû mal. Di dema pêş de em ê van xebatan hêj xurttir bikin, hêj baştir bikin bi rêk û pêk bikin. Ne tenê ji bo gelê Kurd kê bixwaze ku muzîka Kurdî, stranên Kurdî bêje li wê derê de nota hene, zimanê muzîkê yê cîhanê heye. Bi rehetî dikare ji sûd bigire.”

‘Beriya pêkanînê lêkolîn û zanîn pêwîst e’

Cewad Merwanî diyar kir ku ji ber dema berê saz, ekîb, enstruman tunebû muzîk, taybetî li Kurdistanê bi deng-bêjiyê hatiye kirin û derbarê pêkanîna muzîkê de ev tişt gotin: “Di gelek dawetan de welatî deng li hev vegerandine. Nifşên berê ji vê deng-bêjiyê pir hez dikin. Nifşê nû ji dema mirov li ser wan biaxive, tevî kêmasî û rexneyan çi dibe bila bibe, wekî şîretekê pêwîst e stranên xwe, serpêhatiyên stranên xwe, heta gewriya Serhedê, Botanê, Amedê, Colemêrgê û herêmên din, herêma Behdînanê ya Soranan, naverokên ji gewriyê derdikeve, divê rengê wan yek bi yek derxe holê. Divê meraqa wê/î li ser muzîka Kurdî hebe. Lazim e vana hemûyan bigere, hîn bibe, lêkolîn bike, ked bide û piştre gav bavêje di nav muzîka Kurdî. Tê de beşa şanoyê heye, pêkenok heye, hîp-hopa Kurdî heye. Kurdan berê gotiye ‘Were em bilîzin. Kê bi kê betiland, anku kê bi kê karibe’, an gotinê wî ji yê din zêdetir be.’ Li ser hîp hopa Kurdî diketin pêşbirkê.

Ew pêşbirka hîp-hopê di nav muzîka Kurdî heye. Gelek çîrokên stranan hene tê de.
Mînak:
“Hopanî hopanî
Keziya min ya pehnî
Avêtin golanî golanî
Kamîşê merafîşê
Keko ev çi îş e
Çi îşeke biçûk e
Jê re anîn bûke
Buka Hesen Beg e
Sêva ser kulekê
Vê sêvê hiltîne
Ser gulê datîne
Gul gula hedare
Derî li min dada
Çûme li kula tarî
Teyrek tê de nalî
Teyro çi ye çi ye
Baskê min şikestî ye
Hevrîşm bi min stî ye
Hevrîşm yê kê ye
Hevrîşm yê Zeyno ye
Zeyno qîza kê ye
Zeyno qîza mîr e
Kîjan mîr e
Mîr Beran e.”
Wisa dirêj e û li hev dizîvire. Yê din dibêje:
“Hêkê li mêkê
Canê min çêkir
Hestiyê kewê
Li bin mêwê
Mêwê qetiya
Kew firiya
Ji hacika
Ji macika
Ev hêlin e
Ev pacika.”

‘Di muzîka Kurdî de edebî, erdnîgarî, xweza evîn, birakujî… heye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Cawad Merwanî bi bîr xist ku her tiştek civakê di nava stranan de cihê xwe girtiye û derbarê mijarê de ev agahî parve kirin: “Muzîka Kurdî gelek kûr e, dewlemend e. Edebî heye, erdnîgarî heye, xweza heye, jiyan heye, jiyana rojane heye, evîndarî heye û evîndariya negihiştina evîndariya xwe heye, birakujî û hev kuştin heye. Tu çi cureyê jiyanê bixwazî tu dikarî di nav stranên Kurdî de bibînî, ewqas dewlemend e. Hinek stranên li Colemêrgê tên gotin tu lê dinêrî li Amedê bi cureyeke din tê gotin, hinek li Botanê tên gotin tu dinêrî li Serhedê bi cureke din tê gotin. Ew jî li ser axa Kurdistanê tim şer derketiye her gav şer bûye. Ji wexta Îskender heya niha her şer bûye. Dema şer bûye koçber ji Serhedê hatine li Amedê bi xwe re stranên xwe jî anîne. Yên ji cihekê ber bi ciheke din çûne, bi xwe re stranên xwe birine. Koçer havînê çûna li aliyê Serhedê, zozanan li wê derê orf û edetên xwe birine. Hinek ji edetên wê dere girtine anîne bi xwe re. Li wê derê de bi rastî bêjim dema mirov parastvaniya çanda xwe dike ev nabe pesindayîn, çanda me gelek dewlemend e, hewce nake em biçin berê xwe bide li çanda devereke din, teqlîda wan bikin. An jî em li ser şopa wan bimeşin, yan jî em xwe wekî wan bikin na. Em wek xwe bin. Hunermendê Kurd jî ê ku niha dest pê kirine kêmasiyên me tevahiyan hene.

‘Hunermend divê stranên Kurdî mîna muzaxaneyekê biparêzin’

Li ser bikaranîn û şaş strandina stranan Cewad Merwanî hin hişyarî kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em dest ji van stranan bernedin. Stran şaş tên xwendin, stran ji rîtma xwe derdikeve. An kêm, an zêde diçe. Rêk û pêk naçe. Taybetî di dawatan de stran pir şaş tên xwendin. Carnan dema ez diçim li dawetan pir şaş dixwînin, hinek tiştên nexweş tên guhê min. Ne dixwazim guhdar bikim ne dixwazim li wê derê bim. Lê pêwîst e mirov li wê derê hinek dilnizm jî be. Ne zehmet e ku stranên Kurdî jiber bikin, bêjin û piştre derkevin li ser dikê. Zehmet nîn e. Xera nekin. Stranên 2/4 hene, stranên 4/4 hene, stranên 5/8 hene, stranên 6/8 hene, stranên 8/16 hene. Anku dibe ku hene 20 rîtmên ku tu pê re govendê bigerînî lê tenê an 1 an jî 2 tên gotin. Wê jî an şaş dibêjin, an kêm dibêjin an jî tenê 2-3 heban dizanin. Mirov repertuara xwe dewlemend bike, hêj xweştir bike, hêj xurttir bike dê hunera wan jî pêş bikeve, ew jî dê bi pêş bikevin. Bila hunermendên Kurd vê şaşiyê nekin, xera nekin. Bi xwe çêdikin baş e, bila çêbikin bila wek muzaxaneyekê van stranên me biparêzin.”

‘Ked dayîn bi xwe re serkeftinê tîne’

Cewad Mervanî xwest hunermend û stranbêj bi zanebûn, têgihiştin karê xwe bikin û ev tişt gotin: “Stranbêj, amûrê ku lêxin an jî strana ku bêjin di kîjan beşê de be bila bibe, heta karibe bila bi awayeke şarezayî bikin. Niha ji min re bêjim ‘Ma tû şareza bûy tu çûyî li wê derê?’ Na. Dema mirov piçekê xwe biêşîne, ked bide bi ser dikeve. Beriya her tiştî divê wê kedê baş bidin. Bingeha xwe xurt bikin. Kîjan cure bibe bila bibe, ji sînemayê, şanoyê heta govendê be çi bila bibe zanebûna wê, pêkanîn wê divê baş bê kirin, heke bê kirin ew ê bi ser bikevin. Hinek hunermend telefonê didin li ber xwe, ev yek tişteke ne baş e. Kêmaniyeke mezin e. Divê biçe stranên xwe, stranên bav û kalên xwe, arşîva xwe, dîroka stranên xwe, cih û warê xwe herwiha dikarin bi pirrengî li aliyê Cizîrê, Serhedê, Amedê, Rihayê aliyê Mêrdînê û hemû cureyan hîn bibin û hîn bikin. Pêşniyara min jî ev e. Ked bidin û bi ser kevin.”

‘Parastina reseniyê nabe teqlîd’

Di berfirehiya axaftina xwe de Cewad Merwanî da zanîn ku mirov jî civak jî ji çand û hunera hev bandor dibin û wiha pê de çû: “Heta niha yekî ku teqlîda yeke din nekiribe min nedît. Ez bi xwe jî wisa nîn im. Mînak stranbêj herêma ku lê dijî an jî lê dimîne, dibêjin Radyoya Erîvanê, Radyona Bexdayê gelek kesan guhdar kiriye, min jî guhdar kiriye. Kasedên ji wan deran hatine, min jî guhdar kiriye. Heta karibûme min nexwest ez rengê wan bigirim. Lê dema ku tu klasîkên me dixwînî tu diçî li ser rengên wan. Rengê wan tişteke din e, teqlîd tişteke din e. Mînak Karepêtê Xaço, Hesenê Cizirî yan jî em Şakiro mînak bidin. Gava tu Lawikê Metînî bixwînî nabe ku tu bi şêwazeke din, bi meqameke din bixwînî. Tu neçar î ku wekî Karepêtê Xaço bixwînî. Ji ber ku ew wekî cewhereke mezin e di arşîva û muzeya te de ye. Nabe ku tu wê xera bikî. Tu dikarî bi renge xwe ve hinek şîrove bikî lê divê xera nebe. Dema ez dikim bi baldarî tevdigerim û naxwazim xera bibe, wekî wan dikim, qet nebe nêzi wan be. Ev yek nabe teqlîd. Ev dibe tu stranan şîrove dikî.”

‘Em tev wekî hev in lê çand û huner me cuda dike’

Di berdewamiyê de Cewad Merwanî da zanîn ku hunermendên Kurd di aliyê teşeyî de bêhtir dikevin bin bandora hunermendên li Tirkiyeyê û wiha axivî: “Hunermendên me diyar in. Lê hunermendên niha ji cilê xwe heya porê xwe jê dikin, zêde zêde dikevin teqlîda hunermendên Tirkiyeyê. Ew jî pir xerab e û bi her awayî ne baş e. Ji konserên wan bigire heya hemû tiştî dikevên şibandina wê rewşê. Porê xwe, cilê xwe, derketina li ser dikê, derketina konserê wisa hemû dixwazin wekî wan bin. Ev şaş e. Dê pêşî çawa lê bê girtin? Her neteweyek bi zimanê xwe netewe ye. Hemû mirov wek laş û fîzîka xwe ve dişibe hev lê çand û hunera me ji hev cuda ye. Parastina çand û hunerê nabe netewperestî. Ev yek me ji hev cuda dike. Em ê xwe ne ne yên kesên din in”

‘Hevrikî li şûna zanyariyê li ser berjewendiyê ye’

Em li hemû deverên cîhanê bindest in. Em di bin destê dagirkeran de ne. Em nikarin tiştekî xwe pêşkeş bikin, em hêj bi ser neketine. Gelek hunermendên me xwe wekî hunermendên pergala cîhanê dibînin. Divê em vê ji bîr nekin, bi ked û hewldanên şehîdan em çêbûn û em hatin li vê qonaxê. Divê ev yek tim di bîra me de be. Em nebêjin ku hunera me pir bilind bû. Mijara berjewendiyê tê de heye, hevrikiyeke şaş heye. Qirkirina çandî ew e ku tu xwe bişibînî çandeke din. Çanda te heye û her tişt tê de heye. Li ser wê esasê biçe, bimeşe. Qirkirina çandê berê dijmin dikir, îro bi dest me dide kirin. Lê vê gavê jiyana me ya rojane ya bakur, bi Tirkî ye ya li Rojava bi Erebî ye, başûrê Kurdistanê bi Erebî ye, li Rojhilat bi Farisî ye. Ne zimanê me, zimanê dagirker e. Li ser axa me dijîn li ser me bandor dike. Stran, muzîk û pêşketinên wan gelek ji wan jî didizin û tînin. Hunermendiya me ya li ser wan tiştan şaş e. Hevrikiyeke bi zanebûn, ilmî hevrikiyeke ku ji bo fêdeya gel be mirov dikare bi ser bikeve. Pêşî li qirkirina çandî bigire. Lê belê ev hevrikiya di nav me de ye zêde zêde ber bi berjewendiyê diçe, zirarê dide hunermendiya Kurdî jî, dide me jî, dide şoreşê jî û em bi vê yekê nabin layiqê şehîdên xwe. Rewşa heyî nebaş diçe.”

‘Bûyerên baş, dagirkeriyê bike muzîkal, bike senfonî’

Muzîka modern mîrasa çanda me bi giştî xera dike. Nifşê nû dikare li muzîka hemû gel û neteweyan guhdar bike, di wir de azad e. Lê heke muzîka xwe xera bike û mîna wan bike ev yek şaş e. Tu hîp-hopa nûjen bînî têxî di nav klamên Şakiro, Hesen Cizravî nabe. Dehan mînakên hîp-hopa Kurdî hene. Hevalên berê bi vî karî ve li Kurdistanê eleqedar bûne dizanin ku ev muzîk çiqas kevn û kevnar e. Van ev stran birin li Amerîkayê, li kolanan bû hîp-hop. Kapîtalîzmê dest danî li ser vê û ji xwe re kir mal. Ê me, nifşê me li pey wê diçin. Nifşê nû gelek bûyerên baş çêbûne, komkujiyan, şer, şerê li hemberî dagirkeriyê çêbûne dike bike muzîkal, xurttir bike, bi senfoniyên çêbike. Bal bikêşe li ser, lê belê piranî bi ya xwe guhdar nakin yên din li xweşa wan diçe.”

Yê herî zêde polîtîk û zana gelê Kurd e: Dibîne

Cewad Merwanî li ser girêdanan nirxan sekinî, anî ziman ku Kurd bi hêsanî nehatine asta huner û hunermendiya îro tê domandin û girêdayî girêdana nirxan de ev tişt gotin: “Ciwanê nû çavê xwe vekir, ji bo vê axê, çandê, zimanê xwe çû û canê xwe da, keda wî li ku ve diçe. Tu nanê kesekê bixwî tu wî 40 salan ji bîr nakî. Niha em tev nanê vê şoreşê dixwin, ew jî bi xwîna şehîdan e. Heke wisa nebûya tiştek nedibû, qediyabû her tişt. Mirov divê li hember vê bi hurmet be. Heke tu bêjî Kurdistan, heke tu bêjî welatê min, axa min, gelê min, cih û warên min dagir kirine, di bin piya ne, her tiştê min winda kirine. Heke tu bi vî awayî bî, xelk ji te hez dike, ji te re çepikan lê dixe. Heke tu van tiştan bikî û tu ber bêjî berîka min cuda ye. Em bejna xwe li ber hevalên me yên ji bo welat canê xwe dana ditewînin. Ew tu tişt daxwaz nekirin. Em ê çawa rabin berjewendiyên xwe biparêzin. Gelek hevalên me yên hunermend hene, derdikevin kolanan, çalakiyan, qet rojekê daxwazek nekirin. Bi xêra vê tevgerê, şehîdan rabûn bûn hunermend û hatin heskirin. Sîleya gel sîleyeke pir dijwar e. Bi ya min kê vê yekê kiribe, balteyê li çîma xwe xist, xwe bi xwe dê xwe biqedîne. Dema ev gel ji yekê hez dike datîne li ser serê xwe jî heke tu layîq bî. Lê heke tu nebî layîq te dixe li bin erdê, qet nazane bê ka tu heyî yan tune yî. Ew jî heye. Yê ku herî zêde polîtîk û zana bûye gelê Kurd e. Dibîne vê yekê.

‘Hunermendî ji Ayê heya Zyê edeb e, exlaq e jiyan e’

Hinekê dilnizm bin, hinekê bi exlaq bin, bi heq û hiqûq bin. Hunermendî ne tenê deng û stran çêkirin e. Hunermendî ji Ayê heya Zyê edeb e, exlaq e, jiyan e. Tu herî malekê divê tu ji wê malê re bibî mînak. Dema tu biçî gundekê, bajarekê, konserekê ji ciwan, xort û mirovan re çêkî, divê tu bibî mînak. Heke exlaq tune be, dengê te heye çi ye? Edeb û exlaq bi te re tune be, hurmeta te ji şehîdan re tunebe 1000 kes ji bo te çepikan lê bixin ew 1000 kes dê te bixin bin erdê jî. Ewqas saziyên me ma ji dewletê pereyan distînin, kê alîkariyê ji me re dike? Kê ji me rojekê behsa CDya xwe kiriye. Behsa keda xwe, xebata xwe kiriye. Li ber şehîdan keda me ne ked e. Li her dereke welatê me dagir bûye, miletê me koçber bûye û li her devereke cîhanê belav bûye, ez rabim bêjim heqê min, lê heqê vana dê çawa be? Ev bûn yên min anîn li vê derê.”

‘Bêdengiya Koma Berxwedan valahî ava kir’

Di dawiya axaftina xwe de Cewad Merwanî li ser kar, xebat û mîsyona xwe û Koma Berxwedan a ku endamtiya wê dike bi rexnedan nêz bû û wiha derbirî: “Divê ez koma xwe Koma Berxwedan rexne bikim. Koma berxwedanê heta tu bêjî xwe ji aliyê wêje, şano, sînema, dîroka Kurdî, stranên Kurdî serpêhatiya Kurdan hem perwerde dîtine, hem zana ne, hem jî pêşketî ne. Li gorî em giş di nava vê hereketê de ne, tê de mane û me ewqas li gorî xwe xwe xwe nas kiriye; ji aliyê politîk, hunerî, çandî, ziman, wêje, erdnîgariya Kurdan de û di hemû mijaran de ji temamê koman baştir e, çêtir e û zanatir e. Lê belê dîsa jî kêmaniyên me hene divê ez vê jî bêjim. Hin kom di demên dawî de pir derxistin pêş, pir werimandin. Lê ez vekirî bêjim bingeheke xwe nîn e, werimandin. Xwe li pêş bixin. Stranên wisa hene ku, bila werin ez bi xwe bidim wan. 20 heb stranên gelerî, herwiha dikarim yên xwe jî bidim wan. Ne bingeh, ne tişteke civakî, ne gelerî ne çand û wêjeyî. Xwe li pêş nexistine. Bêdengiya çend salên dawî ya me (Koma Berxwedan), ji bo her kesekê meydanê vekirî hişt lê me meydanê ji xwe re venekir. Her hunermendeke Koma Berxwedan bi tena serê xwe jî hunermendek e. Diçin şevan û konseran li dar dixin. Niha ev gavên ku em davêjin ne tenê ji bo konseran e, li gorî derfetan mirov dikare pir tiştên baş jî çêbike. Ji ber bingeheke xwe ya xurt heye. Koma me koma şehîdan e.

Dema ku bi hevalên me re popîlîzm hebe ezezî hebe, reklama xwe bikin û bêjin em derkevin, xwe biwerimînin, lê belê bingeha wê vala be, ev yek pêş nakeve û ew nabe ku bi pêş bikevin. Ji bo pêşketinê nûbûn, nûjenî û xebateke pir baş pêwîst dike.”

Sibê: Kedkarê KOMê: Divê huner û hunermend di piyasayê de hefs nebin

Etîket: 4 hezar rizgarkirî45 hezar strançandCewad MerwanîdewlemendîfolklorKoma Berxwedansekna hunermendTEV-ÇAND
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

17 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

31 TÎRMEH 2026
TEV-ÇAND Hozan Serhad bi bîr anî

TEV-ÇAND Hozan Serhad bi bîr anî

22 TÎRMEH 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne