• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji sêdarê ber bi maseya muzakereyê ve: Qanûna Çarçoveyî

Mahmût Altintaş / AW

10 TEBAX 2026 - 09:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi qanûna çarçoveyî derbasî qonaxeke nû dibe. Pirsgirêka Kurd a di sed salên derbasbûyî de dihat înkarkirin cara yekem bi qanûna çarçoveyî bi awayekî hiqûqî tê nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê yekê bi gotinên, “Me pirsgirêka Kurd ji sederê anî ser bingeha hiqûqê” ve pênase dike.

Qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclise re hat pêşkeşkirin û di Komîsyona Edaletê ya Meclise de hat erêkirin. Qanûna çarçoveyî îro di seat 11:00an de dê di Desteya Giştî ya Meclise de were nirxandin. Tê payîn ku dê piştî dengdayinê qanûna çarçoveyî ji meclise derbas bibe û bibe qanûn. Piştî rapora teyîd û tespîtê a Desteya Ewlehiya Netewî (MGK), qanûn dê ji aliyê Serokkomar ve bikeve meriyetê. Bi qanûna çarçoveyî ve pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê derbasî qonaxake nû bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî de destnîşan kiribû ku ev qanûn destpêkek e û gotibû, “Rêya bi hezaran kîlometreyî bi gaveke dest pê dike.”

Qanûna çarçoveyî piştî ket meriyetê dê qanûneke demkî be û 6 mehan derbasdar be. Piştî qanûn ket meriyetê dê ji aliyê 2 desteyan ve were şopandin. Desteyek dê di bin banê Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de bê avakirin û desteyek jî dê li meclise bi beşdariya endamên partiyên siyasî ve bê avakirin. Her wiha tê payîn ku dê di bin bane van desteyan de hin komîsyon bên avakirin û ev komîsyon jî dê pratîkirina qanûnê bişopînin. Çav li rê ye MGK dê heta meha Cotmehê rapora teyîd û tespîtê temam bike û qanûn di meha Cotmehê de bikevê meriyetê.

Ji înkara sed salan û şerê 50 salî

Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re gelê Kurd jî di nav de gelek netew û bawerî tune hatin hesibandin. Komara Tirkiyeyê ku li ser yek netew û yek bawerî ava bûyê, li dijî netew û baweriyên cuda polîtikayên bişaftin, koçberkirin û qirkirinê da meşandin. Gelê Kurd li dijî înkar û qirkirinê gelek caran serî hilda û hemû serhildan ji ber sedemên cuda têk çûn. Di sed salên derbasbûyî de dewleta Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd înkar kir û li dijî nasname, ziman û hebûna Kurdan êrişên hovanê pêk anî. Di encama vê înkar û qirkirinê de piştî serhildanên têk çûne, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ber tunebûna semîna hiqûqî, şerê çekdarî yê 50 salan hat destpêkirin.

Abdullah Ocalan: Ez muxatabekî digerim

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim xwest pirsgirêka Kurd ne bi şer û pêvçûnê lê bi muzakereyê û rêya siyasî çareser bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevpeyvîneke xwe de vê lêgerîna xwe wiha tînê ziman: “Heke rêya siyasetê ji me re vekirîbûna me şerê çekdarî nedikir. Ez muxatabekî/e digerim ji bo çareseriyê lê muxatabek tune ye. Heke hûn zimanê me, nasnameya me ji holê rakin li bendê ne em çi bikin?” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê tê kirin jî lêgerîna xwe ya çareseriyê Li Girava Îmraliyê domand.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Di vê pêvajoya şerê çekdarî yê 50 salan de gelek caran ji aliyê dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo çareseriyê hin muzakerê pêk hatin. Lê hemû muzakere ji ber helwesta dewletê ya înkar û îmhakirinê têk çûn û negehişt encamê. Piştî têkçûyina pêvajoya çareseriyê ya sala 2013-2015an, dewletê li dijî Tevgera Azadiyê û siyaseta demokratîk plana “Çokdanînê” xist meriyetê. Lê di van 10 salan de dewletê nekarî bi plana,”çokdanînê” encam bigire û careke din neçar ma biçe ber deriyê Îmraliyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û bi vê bangê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpêkir. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) biryara kongreyê girt û di kongreya 5-7ê Gulanê de xwe fesîh kir. Piştrê jî di 11ê Tîrmehê de 30 Endamên Tevgera Azadiyê li Silemaniyê ya Başurê Kurdistanê bi merasîmeke çekên xwe şewitandin. Piştî van gavên dîrokî ya Tevgera Azadiyê li Meclisa Tirkiyeyê di 5ê Tebaxê de komîsyonek hat avakirin. Bi vê komîsyonê cara yekem li meclise ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi beşdariya partiyên siyasî komîsyonek hat avakirin û pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû.

Abdullah Ocalan: Me pirsgirêka Kurd ji sêderê anî zemîna hiqûqê

Ji ser avakirina komîsyona meclise re salek derbas bû. Komîsyona Meclise bi piştgiriya partiyên siyasî raporek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amade kir û bi vê rapore re xebatên xwe bi dawî kir. Li gor rapora 7 xalan a komîsyonê di serî de ji bo zemîna şer ji holê rabe, qanûneke demkî dê be amadekirin û gerîlayên Tevgera Azadiyê dê tevlî siyaseta demokratîk bibin. Piştî qanûna demkî li gor rapora komîsyonê gavên demokratîkbûyînê dê bên avetin û di vê çarçoveyê de biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê girtiyên siyasî de bên bi cihanîn. Piştî rapora komîsyonê ya meclise bi qanûna çarçoveyî gava qanûnî ya yekem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hat avetin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê qanûnê weke destpêkeke girîng dinirxînê û di hevdîtina bi heyeta DEM Partiyê re kiribû de gotibû, “Me pirsgirêka Kurd ji sederê anî zemîna hiqûqê.” Pirsgirêka Kurd ku sed sal in dihat înkarkirin bi vê qanûnê ji deweletê jî da qebûlkirin û cara yekêm pirsgirêka Kurd di zemîna hiqûqê de tê nirxandin.

Qanûna çarçoveyî dê bi xwe re çi pêşketinan bîne?

Qanûna çarçoveyî piştî teyîd û tespîta MGKê dê bikeve meriyetê. Qanûna çarçoveyî piştî ket meriyetê dê gelek guherînan bi xwe re bîne. Li gor xal û navaroka qanûna çarçoveyî gerîlayên Tevgera Azadiyê beyî ben girtin dê karibin vegerin. Lê ji bo yên vegeriyanê 10 an jî 5 sal “cezayê” wan dê be taloqkirin. Her wiha girtiyên siyasî jî ji bilî girtiyên beriya 2005an cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn, û ‘endamên tevgerê yên kes kuştine’ dê ji vê qanûnê sûd bigirin û cezayê wan dê were taloqkirin û dê bên berdan. Her wiha kesên ji ber têkoşîna siyasî ên ji neçariyê derketine derveyî welat karibin vegerin welat û cezayê wan jî dê bê taloqkirin. Lê yek jî kêmasiyên qanûnê ew ê ku ji bo taloqkirina cezayê şertê, “Heke sûcek bi vî rengî neke” hatiyê ferzkirin. Ew yek jî ji bo pêşerojê bi xwe re xeteriyan tîne û dewlet xebatên siyasî dikarê weke “suc” pênase bike û ceza bide. Ji bo wê jî ji aliyê DEM Partiyê di nav qanûnê de gotina ‘Heke di dema taloqkirine de sûce terorê bike’ bi pirsgirêk dît û li şûna wê gotina ‘di dema taloqkirine de sûce terorê bi rêbaza tundiyê kiriye’ pêşniyar kir û xwest ev yek were sererastkirin. Qanûn îro dê seat 11:00an de di Desteya Giştî ya Meclise de piştî nirxandinan bibe qanûn.

Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Daxwaza Tevgera Azadiyê û siyaseta Demokratîk ew bû ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyeyê ye di qanûna çarçoveyî de cih bigire. Lê di qanûna çarçoveyî de ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu sereratkirinek nehat kirin. Tevgera Azadiyê jî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kêmasiyên qanûna çarçoveyî û rexne kir. Her wiha Tevgera Azadiyê destnîşan kir ku qanûn bi rêveberina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarê were pêkanîn û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di koordînasyonên ji bo şopandina pratîkkirina qanûnan de cih bigire.

Piştî qanûna çarçoveyî gavên divê bên avetin

Qanûna çarçoveyî dê qanûneke demkî be, dê dema wê jî weke 6 meh be û dirêjkirina demê jî dê giredayî Serokkomar be. Li gor rapora hevpar a komîsyona meclise piştî qanûna demkî ji bo demokratîkbûyînê hêj dê gav werin avêtin û sereratkirin bên kirin. Li gor vê sereratkirinê hemû biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dê bên bicihanîn. Qanûna Rêveberiyên Herêmî dê bê guherandin û erkên wan dê werin berfirehkirin. Her wiha dê li pêşiya mafê xwe îfadekirin, xwe rêxistinkirin û siyaseta demokratîk dê bê vêkirin û ew yek jî dê bi qanûnan bê mîsogerkirin. Piştî xalên din ên rapora komîsyona meclise rêya siyaseta demokratîk dê bê vekirin û tu kes ji ber xebatên siyasî nayê girtin û ew yek jî dê bi qanûnan be mîsogerkirin. Ji bo wê jî qanûna çarçoveyî li gor rapora komîsyonê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne qanûneke çareseriyê ye lê ji bo avakirina zemîna hiqûqî û bi dawîkirina şerê çekdarî geveke. Li bendê ye ku gavên demokratîkbûnê dê piştî sepandina qanûna çarçoveyî bikevin meriyetê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Hebûn mîsoger bû dor dora azadiyê ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe dawî de dibêje; “Şerê 50 salan hebûna gelê Kurd mîsoger kir û êdî dor dora azadiyê ye” û ji bo azadiyê jî dibêje rêbaza şer guherî û bi rêbaza siyaseta demokratîk pêkan e. Di vê çarçoveyê de piştî qanûna çarçoveyî û gavên bên avetin rêbaza çareseriya pirsgirêka Kurd jî dê biguherê û dê di zemîneke demokratîk de çareserî pêş bikeve. Gelê Kurd ku bi şerê çekdarî yê 50 salan hebûna xwe da qebûlkirin, dê ji bo azadiyê jî di qada siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bidomîne. Ji bo wê jî qanûnên dê bên çêkirin, ne ji bo çareseriyê bin, lê dê ji bo çareseriyê zemînê ava bike. Êdî Kurd dê ne bi çek û şer bi siyaseta demokratîk bigeheje mafê xwe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê yekê wisa pênase dike, “Hûn ê li her derê xwe rêxistin bikin, saziyên xwe ava bikin û dewlet jî dê dest nede we û ev yek dê bi qanûnan be mîsogerkirin.” Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibêje, “Divê li bendê neyê sekinandin ku dewlet gavan biaveje, em jî tiştek bikin. Divê hûn bi xwe ava bikin ne li benda dewletê bimînin.” Ji bo wê jî serdema nû dê bibe serdema têkoşîna siyaseta demokratîk û gelê Kurd dê mafên xwe yên ziman, rêveberî û rêxistinbûyinê di encama têkoşînê de bi dest bixe. Ew pêvajo jî dê ji bo têkoşînê bingehekê ava bike.

Înkara sed salan têk çû

Di encama şerê 50 salan de înkara 100 salan a polîtîkaya dewletê jî têk çû. Dewlet neçar ma ku pirsgirêka Kurd qebûl bike. Meclisa Tirkiyeyê ku di sala 1924an de hebûna gelê Kurd înkar kir û îro di heman meclise de dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo qanûna çarçoveyî bicive. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku çend sal berê gotibû, “Êdî tu kes nikarê hêz û kudretê di xwe de bibînê ku ziman, nasname û hebûna me înkar bike.” Bêguman qebûlkirina hebûna gelê Kurd encama serkêftina şerê 50 salan e. Azadî jî dê giredayî têkoşîna siyaseta demokratîk be. Şerê 50 salî înkarkirina nasnameyekî ji holê rakir û xuya ye dê rê li ber siyaseta demokratîk vekir. Êdî bi destxistina azadiyê jî dê giredayî têkoşîna demokratîk be.

Etîket: DEM PartîPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûna çarçoveyîRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

18 TEBAX 2026
Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne