Amed – Dayîkên ku tev li Kongreya TUAY-DERa Amedê bûn têkildarî “Qanûna Çarçoveyê” ya pêşkeşî Meclisê hate kirin diyar kirin ku divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha gotin: “Aştî nabe ku yekalî be, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê.”
Di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir. Di çarçoveya pêvajoyê de di 5ê Tebaxa 2026an de “Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî Meclîsê hate kirin. Li gorî pêşnûmeyê gelek girtiyên siyasî dê werin berdan. Endama TUAY-DERê Şehrîzade Anar, dayîka bi navê Hatîce Ezer û dayîka Fatma Surme yên ku tev li 5emîn Kongreya Asayî ya TUAY-DERê ya Amedê ku duh hate lidarxistin, li ser Qanûna Çarçoveyî ji ajansa me re axivîn.
‘Divê bi hev re serkeftî bin’

Şehrîzade Anar diyar kir ku her çiqas gelê Kurd bi salane hatibe girtin û qetilkirin jî dîsa ji bo aştiyê amade ye û wiha got: “Her çend em hatibin qetilkirin jî, me ev pêvajo qebûl kir. Lê belê ev yek bi serê xwe ne bes e. Aştî nabe ku yekalî be, pêwîst e bi awayekî giştî û temamî pêk bê. Heta ku girtî û serokatiya me di zindanan de bin, berxwedana me ya ji bo wan rûmetek e; ev rewş bi serê xwe nabe aştî. Girtiyên me di nav çar dîwaran de dîl girtî ne. Jixwe li pişt wan dîwarên asê zilm û zordariyeke mezin li ser wan tê meşandin. Bi salan e em di vê oxirê de şehîdan didin. Heke em piştgiriya wan nekin, alîkariya wan nekin û bi xemsarî nêz bibin û bêjin ‘bila ew bi xwe bikin’ ev yek nayê qebûlkirin. Em ê her tim bi wan re bin û em ê hêviya xwe qet winda nekin. Pêwîst e em li kêleka hev bin, mil bidin hev û peyama, ‘bi hêviya ku em hemû qirêjiyên ku li pêşiya me bûne kelem paqij bikin, daku em bi hev re serkeftinê bibînin’ bidin.”
‘Bila deriyên girtigehan bên vekirin’
Hatîce Ezer jî da zanîn ku di destpêka pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de heya van çend rojan Tirkiye bêdeng bû lê belê di van rojan de “Qanûna Çarçoveyî” pêşkeşî Meclisê hate kirin. Hatîce Ezer destnîşan kir ku piştî qebûlkirina pêşnûmeyê hêvî dikin ku girtiyên siyasî bên berdan û wiha got: “Em ji Xwedê û pêxemberê wî lava dikin ku ev aştî, pêvajo biçe serî û bêyî komkujiyan bi encam bibe. Em dixwazin bi xweşî, bi qelem û çareseriyê li hev bikin. Her wiha, ez dibêjim bila deriyên girtîgehan vebin, bila hemû girtîgeh vala bibin. Ez dibêjim bila gerîlayên li serê çiyan jî vegerin; bila ew jî vegerin nava malbatên xwe.”
‘Em bi aştî û çareseriyê li hev bikin’
Hatîce Ezerê bang li dewleta Tirk kir û wiha domand: “Em her tim li dijî zilmê ne, em li dijî kuştinê ne, em li dijî xeta û şaşiyên mezin in. Bila dewlet li dijî tecawizkar, hişbir, fihûş û tiştên qirêj bisekine. Ev tiştên xerab di nava me de pir bûne û ew tiştên ku li dijî siyasetmedaran tên kirin ne edalet e; ev yek zilm û zordariyeke mezin e. Bila tiştên qirêj ji welatê me rakin. Em dixwazin ew kesên ku van tiştên qirêj dikin, ji nava me werin derxistin. Bila ev aştiya me berdewam bike. Şert nîn e ku em êdî bêtir êşê bikişînin. Dayîka leşkeran jî têra xwe dizane, diya gerîla jî têra xwe dizane. Yên ku zarokên wan çûne, bila êdî neviyên wan neçin. Em bi aştî û çareseriyê li hev bikin.”
‘Ev pêvajo li ser bingeha heqîqet û rastiyê bimeşe’
Fatma Surme jî anî ziman ku daxwaza sereke ya Dayikên Aştiyê, yên ku ev bîst sal in pêşengiya vê xebatê dikin ew e ku girtî û nexweşên wan bên berdan û wiha axivî: “Em dixwazin aştiyeke mayînde pêk were, da ku hemû mirov bigihîjin aramiyê. Ji xeynî vê, em dixwazin ev pêvajo li ser bingeha heqîqet û rastiyê bimeşe. Em ji dewletê tenê mafdarî û heqîqetê dixwazin; em tu tiştekî din naxwazin. Em dixwazin weke hemû mirovên cîhanê em bi hev re, di nav aştiyê de bijîn. Daxwaza me ew e ku nexweş û girtiyên me bi temamî werin berdan. Nabe ku cezayên giran li wan werin birîn em van biryaran qet qebûl nakin. Di vî şerî de her du alî jî mexdûr in. Divê em bi hev re vê heqîqetê bi dest bixin, bi hev re bin û bi hev re bijîn. Em li ser bingeha mafên mirovî û heqîqetê nêzîkî hev bibin. Bila em bi hev re bijîn.”












