TUAY-DERa Amedê kongreya xwe ya Asayî ya 5emîn li dar xist. Beşdarên kongreyê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin: “Bi baweriya Serok Apo, em ê di vê rêyê de bimeşin û em ê bi ser kevin.”
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk pêşeroja azad ava dikin” kongreya xwe Asayî ya 5emîn li eywaneke dawetê ya li navçeya Rezanê ya Amedê li dar xist. Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, Endamên TUAYDERê yên bajarên heremê, Hevşaredarên navçeyên Amedê, endamên Rêxistinên DEM Partiyê û DBPê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Azadiya jinan avakirina civaka demokratik e’ û ‘Jiyana azad dê bi jinên azad re pêkan bibe’ hatin daliqandin. Kongre ji bo cangoriyên azadiyê bi deqîqeyek rêz girtinê dest pê kir. Dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Piştî rêz girtinê sînevîzyon hate temaşekirin.
‘Hêzê bidin meşa têkoşîna me ya demokratîk’

Di Konferasansê de peyama girtiyên siyasî ji aliyê endama TJAyê Delal Tellîoglu ve hate xwendin. Di destpêka peyamê de girtiyên siyasî kesên ku di eywanê de amadebûne bî rêzdarî silav kirin. Di peyamê de hate diyar kirin ku Kongreya asayî ya 5emîn ya TUAY-DERê wê hêzê bide avakirina civaka demokratîk û aştiyê û wiha hate gotin: “Di avakirina civaka demokratîk de bi we re bûn êdî ji bo me ji hesret û xeyalekê derketiye û weke deng û zimanê rastiya di jiyanê de şênber dibe. Tiştek tenê hebû ku amûra netewe-dewlet a ku bi destê modernîteya kapîtalîst li Rojhilata Navîn hatiye avakirin ji Kurdan re rewa didît, ew jî mehkûmkirina jiyanekê bû ku her tim bêhna sar a mirinê di stûyê xwe de hîs bike. Ev fikir û zîhniyeta ku bawer dikir ku ji bo ev amûr weke hebûn bikaribe bijî, divê Kurd bi awayekî mutleq tine bibin, êdî neçar maye qebûl bike ku jiyaneke bê Kurd ji bo wê bi xwe ne pêkan e. Anîna vê hişê ku naxwaze tu awayî hebûna Kurdan qebûl bike bo qonaxa muzakereyê, pêşketineke pir mezin e. Kesên ku heta duh nexwestin tehamula gora Kurdê azad jî bikin, îro êdî neçar mane ku ji Kurdan zêdetir navê Kurdan bi lêv bikin. Weke civaka hevrêyên komunalîst, em wan kesên ku ji cihê xwe heqaretê li me dikin weke ku nû ji xewa xefletê şiyar bûbin, pir baş nas dikin. Em li ku bin, di çi şert û mercan de bijîn bila bijîn, gelekî eşkere ye ku pêwîst e em bi avakirina civaka demokratîk û aştiyê bi awayê herî baş, bersivê bidin van kesên ku vîna wan şikestiye. Weke hêza îradeyî ya rêxistinkirî ya malbatên me yên li derve, em bawer in ku hûn ê bi vê kongreya xwe ya di vê pêvajoya krîtîk a ku em tê de derbas dibin de, hêzê bidin meşa têkoşîna me ya demokratîk.”
‘Heta ku girtiyên siyasî neyên berdan, ez nabêjim aştî heye’

Dû re li ser navê Meclisa Dayîkên Aştiyê Afîfe Kartal axivî. Afîfe Kartal bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ daye dest pê kirin bi her awayî bê xurt kirin û wiha got: “Em ê di wê rêya ku wî daye ber me de, heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, li pey riya wî û li pey doza wî bin û em ê dest ji riya wî bernedin. Em dibêjin, berî her tiştî û di destpêkê de girtiyên me yên nexweş bên berdan ku em bizanin pêvajoyeke baş dest pê kiriye. Heta ku wan girtiyan bernedin, ez nabêjim aştî heye. Hêvîdar im aştî çêbibe. Eger aştî hebe, bila Serokê Gelê Kurd di nava xelkê xwe de, di nava milletê xwe de be.”
‘Ev zagon ji bo aştiyê ne be’

Pişt re Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat jî di axaftina xwe de bal kişand ser hevoka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo vê zagonê dibêje ku ‘Rêwîtiya hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike.’ Bi gavekî em di rê da diçin ku hêdî hêdî gavên xwe biavêjin, heta ku em wê hezar kîlometreyî bi tevahî biqedînin. Em di wê hêviyê da ne. Em dixwazin vêya jî bibêjin; ji bo pêvajoyê, ev zagona ku derketiye ne bes e. Rast e em bes nabînin, em kêmasî tê de dibînin. Lê belê divê di vê zagonê da şert nebûna, divê di vê zagonê da amator nebûna. Lê belê hê jî hevalên ku dibêjin em ê berdin hene. Di şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan de, di Serokê Gelê Kurd de jî başbûneke wisa erênî em bibêjin nîne. Ligel van nebaşiyan jî ligel van erêniyan jî dîsa jî em piştgiriyê didin vê zagonê.+
‘Em ji keda Rêber Apo û şehîdan re minetdar in’

Dû re Zulfîkar Bayram ku 30 salan di girtîgehê de mabû jî diyar kir ku rêya tekoşînê ne hêsan e û wihat got: “Dema em derketin vê rêyê, kesî ji me re negot ev rê hêsan e, ev rê rehet e. Berovajiyê vê, Rêber Apo ji me re got ku ev rê zehmet e, ev rê dûr e û hêsaniya wê nîne, rêyeke dûr e. Em bi zanebûna vê yekê bi rê ketin. Îro jî em dibêjin; rêya me dûr e û rêya me kûr e. Bi baweriya Serok Apo, em ê di vê rêyê de bimeşin û em ê bi ser kevin. Heta Serok Apo hebe, xem nîn e. Em ê bi ser kevin, em ê bi ser kevin. Li ser navê malbatên girtiyan û hevalên şehîdan. Heger îro em li vê qadê civiyabin û hatibin cem hev; ev yek bi saya keda şehîdan, bi saya hevalên girtî û bi taybetî bi saya keda Serok Apo ye. Em ji keda wan re minetdar in.”
Piştî axaftinan raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Dû re Emîne Kaya û Cahît Şik weke Hevserokên TUAY-DERa Amedê hatin hilbijartin. Paşê jî kesên ku tev li kongreyê bûn hevserok pîroz kirin. Kongre bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.














