Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Zulkuf Uçar û Onur Duşunmez di hevdîtinên Qanûna Çarçoveyî yên li Meclisê didomin de, xwestin xalên nezelal yên qanûnê werin sererastkirin.
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin, di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tev li civînê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike. Endamên komîsyonê li ser xalên qanûna çarçoveyî nirxandinan dikin.
Endamên Komîsyonê yên ÎYÎ Partiyê li dijî qanûnê bi dorê axivîn û dema parlamenterên ÎYÎ Partiyê diaxivîn nîqaş derketin û gengaşî derket. Piştrê jî qanûn di komîsyona de xal bi xal hat xwendin û endamên partiyên siyasî nêrîn û nirxandinên xwe anîn ziman.
‘Divê nezelaliya xala 3emîn were sererastkirin’
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar bi lêv kir ku divê nezelaliya xala 3emîn a Qanûna Çarçoveyî bê zelalkirin û wiha got: “Ew qanûn qanûneke ku pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê teahud dike. Hebûna gelê Kurd û mafên gelê Kurd teahud dike. Divê ew qanûn bi awayekî hemû kesan bigirê nava xwe be sererastkirin. Piştî vê qanûnê, ji bo qanûnên nû divê em gavan biavejin. Ji bo rêhevalên me yên di girtîgehê de bimînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hin kemasiyên vê qanûnê em dikarin li vir sererast bikin. Xala 3emîn a qanûnê ku ne şenbere, em dikarin şenbêr bikin. Divê em di qanûn de bi awayekî şênber dibêje ‘bi qestî mirov kuştiye şênber bikin’ dikarin dest pê bikin. Stratejiya Civaka Demokratîk û îdeala Komara Demokratîk 2 deriyên jiyana wekhev û azad in. Ew her dû derî jî bi vî qanûnê tê vêkirin.”
‘Qanûna çarçoveyî tevî hemû kemasiyan destpêkeke girîng e’
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez jî anî ziman ku ew qala pêşeroja gelê Kurd û Tirk dikin û wiha axivî: “Qanûna Çarçoveyî tevî hemû kemasiyan jî destpêkeke girîng e. Helbet ew metîn nikarê pirsgirêke çareser bike lê yekem qanûna e ji bo çareseriyê deriyekê vêdike. Wateya vê qanûnê bi qanûnên piştî vê werin derxistin pêkan e. Heke ew qanûn rast were pêşxistin dê bi xwe re sererastkirinên demokratîk û qanûnî bînê. Pêvçûn, koçberî, sirgûn û kuştinan di bîra me de êşên mezin çêkirin. Ew qanûn dikarê bibe destpêka peçandina birînan. Bi vê boneyê hemû kesên jiyana xwe ji dest danê bi rêzdarî bi bîr tînim yên berdel dane, yên di girtîgehê de mane û yên neçarî sirgûnê bûnê bi bîr tînim. Heke em îro karibin gotineke jî bikin, ew di encama têkoşîn û berdelên wan de ye. Heke em îro dikarin qala aştiyê bikin ew encama berdelelên mezin ku di têkoşînê de hatinê dayîn e. Peşbirka êşan û ji bilî berjewendiyên siyasî li dijî derketina aştiyê fayde nade tu kesî.”
‘Divê xala 5an be guherandin’
Onur Duşunmez bal kişand ser xala 5an a qanûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em vê xalê dinêrin dibêje; Di encama lêpirsînê de di dema taloqkirina înfazê de heke sûceke terorî be kirin ew kes dê nikarê ji qanûnê sûd bigire. Lê ew xal ne li gor armanca qanûnan e. Ew qanûn ji bo endamên PKKê û KCKê qanûneke demkî ye. Lê ew xal armanca qanûn bi awayekî nepêwîst berfireh dike. Dema em qanûna terorê ya Tirkiyeyê dinêrin jî çarçoveya wê berfireh e. Çalakiyek jî bi suce terorê ve dikarê bê pênase kirin. Ji bo wê jî ew qanûn dikarê bi xwe re encamên giran bînê. Pêşniyara me ew ê ku ew xala ‘Heke di dema taloqkirine de sûce terorê bike’ wek ‘di dema taloqkirine de sûce terorê bi rêbaza tundiyê kiriye’ ve bê guherandin. Guherîneke wisa dikarê dê li gor armanca qanûn be.”
‘Ew dîrokîbûn bi tenê bêdengbûna çekan ve sînordar nîne’
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî li ser qanûn diyar kir ku ew ji serdemeke dîrokî ya pirsigrêka Kurd a sed salan, di nav şer û pêvçûnan de derbasî merhaleya hiqûq û demokrasiye dibe de ne û wiha got: “Di sedsala 2emîn a Komarê de ev qanûn ji bo tev li bûna Kurdan a komarê dîrokî ye. Ew dîrokîbûn bi tenê bêdengbûna çekan ve sînordar nîn e. Dîrokîbûna wê di aştiya neyînî de avakirina aştiya erênî de ye. Komîsyona Meclise jî di rapora xwe de ew qanûn weke qanûneke demkî diyar kiribû û hewcehî bi sererastkirinên qanûnan kiribû.”
‘Divê qada siyaseta demokratîk be berfirehkirin’
Di berdewama axaftina xwe de Newroz Uysal Aslan banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û xwend. Newroz Uysal Aslan li ser xalên qanûnê jî ev nirxandin kir: “Di xalên 3 û 6ê qanûnê de dema taloqkirina cezayê pir dirêj e. Lê armanca qanûn ew ê ku pêvajoya pêvçûnan derbasî zemîna siyasetê bibe. Lê demdirêjiya ji bo tevlîbûna siyaseta demokratîk bi xwe re dikevê nakokiyê. Divê ji bo girtiyên ku ji berdana wan a bi şert re ji salekê kêmtir maye beyî taloqkirin be an jî taloqkirin herî zede 3 meh be û şûnda werin berdan. Taybet jî ji bo girtiyên nexweş û girtiyên 30 sal hatine ragirtin. Di serdemeke ku em qala çek ji holê bên rakirin û rêya siyasetê vebe dikin de, divê qada siyaseta demokratîk bê berfirehkirin.”
‘Ji bo êşên gelê me kişandine tu gel nekşînin em ê di aştiyê de israr bikin’
Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku divê jin bibin kirdeya pêvajoyê û wiha derbirî got: “Divê di hemû komîsyon û desteyên bên avakirin de nûnertiya wekhev a jinan hebe. Jinên di pêvajoya veger û entegrasyonê de cih digirin tevlîbûna wan a siyasî bi hiqûqê ve divê were mîsogerkirin. Ji ber ku têkoşîna azadiya jinan a felsefeya jin jiyan azadiyê mîsogeriya aştiya civakî ye. Heke jin di pêvajoyeke de tunebin ew pêvajo nikarê civakî bibe. Divê ev rastî neyê jibîrkirin. Her gotineke ku em dikin, xwedî bîreke sed salan e. Windahiyên gora wan tune ye, kuştinên faîlên wan nediyar ku ji ser 17 hezaran e, malbatên xizmên xwe winda kirine, gundên hatinê şewitandin, girtiyên nexweş ku beriya bên berdan jiyana xwe ji dest dane, yên ji ber gotineke hatine binçavkirin û girtin, ji HEPê heta DEPê û li wir heta DEM Partiyê bîra siyasî heye. Ew gotin jî berpirsyariya me ya ji bo vê bîrê ye. Tevî êşan jî, gelê me yê di aştiyê de israr dike. Ji bo êşên gelê me kişandine tu gel nekşînin, em ê di aştiyê de israr bikin. Ji bo avakirina hiqûqa pêşerojê em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê şopdarên kesên ji bo avetina gavên demokratîk têkoşiyane bin.”
Komîsyon bi nirxandinên li ser xalên Qanûna Çarçoveyî berdewam dike.













