Li navçeya Heskîfê ya Êlihê cenazeyê jina 45 salî a bi navê Lale Ûlûç di bendava Ilisûyê de hate dîtin û têkildarî bûyerê lêpirsîneke hat destpêkirin.
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê, di Bendava Ilısuyê de cenazeyê jineke 45 salî hate dîtin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer li nêzîkî Turbeya Zeynel Beg li Bendava Ilısuyê pêk hatiye. Welatiyên ku di nava avê de cenazeyê jinikê dîtin û agahî dane Navenda Banga Lezgîn a 112an. Li ser agahdarkirinê, tîmên cendermeyan, tenduristî û pêwendîdar çûn cihê bûyerê. Bi xebata tîman re cenaze ji avê hate derxistin.
Piştî lêkolînê hate hînbûn ku navê wê Lale Ûlûç e. Ji bo tespîtkirina sedema teqez a mirina Lale Ûlûç, cenaze birin morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Her wiha têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.













