Amed – Gerînendeyê Têkoşîna li Dijî Şewatê yê Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûrat Acet û Endezyarê Ziraatê Mahsûn Ece li ser şewatên pirêzeyan diyar kirin ku şewata pirêzeyan zirarên herî mezin dide xwezayê û zindiyan û destnîşan kirin ku şewitandina pirêzeyan berhemdarî û siberoja axê tune dike.
Cotkar ji bo ku mesrefa wan kêmtir be û zeviyên wan ji nû ve bên çandin pirêzeyan dişewitînin. Lê li ser axê texribatên ku vegera wê tune ye çêdibin. Germahiya bilind a ku di dema şewatê de çêdibe, mîkroorganîzmayên sûdewer, bakterî û kurmên ku di bin axê de ne û axê xwedî dikin bi temamî tune dike; axa ku madeyên xwe yên organîk winda dike, kapasîteya girtina avê ji dest dide û ber bi erozyon û çolbûnê ve diçe. Her wiha gelek cureyên ajalan ango rawiran jî di nav şewatê de tune dibin û hevsengiya ekolojîkiyê zirareke mezin dibîne. Pispor hişyar dikin ku divê bi lezgînî rê li ber şewatên pirêzeyan ku krîzeke ekolojîk û sosyo-aborî derdixe, bê girtin.
Şewatên pirêzeyan ku yek ji sedemên sereke yên wêrankirina xwezayê ne, di salên dawî de zêde bûne. Li gorî daneyên Serokatiya Daireya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji 1ê Gulanê heta 12ê Tîrmehê hejmara şewatên pirêzeyan 319 bû lê belê ev hejmar heta 28ê Tîrmehê gihîştiye 541an. Ev yek zêdebûneke nêzî ji sedî 70yî nîşan dide. Di heman serdemê de şewatên giya û kayê ji 784 bûyeran derketin 906 bûyeran, şewatên zeviyan ji 174 bûyeran gihîştine 187 bûyeran û şewatên bax û baxçeyan jî ji 71 bûyeran derketiye 92 bûyeran. Ev dane nîşan didin ku agir ne tenê berhemên cotkaran, di heman demê de siberoja axê û hevsengiya xwezayê jî dişewitîne.
Gerînendeyê Têkoşîna Li Dijî Şewatê yê Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûrat Acet û Endezyarê Ziraetê Mahsûn Ece li ser şewatên pirêzeyan û zirara wan a li xwezayê ji ajansa me re axivîn.
‘Ev zerar tenê bi xwezayê re sînordar namîne’
Mûrat Acet da zanîn ku şewitandina pirêzeyan niha li Amedê pirsgirêkeke gelekî mezin e û wiha got: “Şewata pirêzeyan berî her tiştî zirarê dide hewa û ekosîstemê, oksîjena me kêm dike. Ew şewat, mîna krîzekê li ser tevahiya herêmê belav dibe. Ev agir zirarên herî mezin dide xwezayê û zindiyan. Dema ku tîmên me diçin cihê şewatê, em dibînin ku hejmareke zêde ya kevok, kew, mar, kûsî û gelek zindiyên din ên ku şewitîne û telef bûne hene. Her wiha ev şewat zirarê dide axê jî. Ew sûda ku di nav axê de heye tune dike. Dema ku pirêze tên şewitandin, ew cewher û organîka ku divê ji bo cotkaran bibe berhem, bi temamî ji holê radibe. Ev zirar tenê bi xwezayê re sînordar namîne; hem aboriya cotkar û rençberan têk diçe, hem jî oksîjena hemû welatiyan kêm dike.” Mûrat Acet da zanîn ku ji 1ê Gulanê heta roja îro, li herêmê hezar û 804 bûyerên şewatê hatine tespîtkirin û wiha pê de çû: “Ji van şewatan 884 bûyer şewatên giya û kayê ne û 319 ji wan jî rasterast şewata pirêzeyan e. Tenê ev her du bi hev re ji hezaran zêdetir bûyeran pêk tînin. Cotkar piranî ji ber sedemên aborî û wext vê yekê dikin. Ji bo ku arazî û zevî zû bê cotkirin, rêya hêsan hildibijêrin. Her wiha, sotemenî û mesrefa karkeriyê biha ye. Dema ku bixwazin pirêzeyan bi alav û traktoran paqij bikin, xerckirina mazotê zêde dibe. Ji ber ku desthilatdar û saziyên peywendîdar di aliyê mazot û piştgiriyê de alîkariyeke têrker nadin cotkaran, ew jî rêya şewitandinê ku erzantir diyar dibe tercîh dikin û ev yek jî dibe sedema şewitandina pirêzeyan.”
‘Me li dijî şewitandina pirêzeyan gel hişyar kir’
Mûrat Acet anî ziman ku dema ku ba hebe, agirê pirêzeyan bi lez belav dibe û wiha pê de çû: “Di van şert û mercan de astengkirina agir gelekî zehmet dibe. Ked û xebata ku tîmên me ji bo vemirandina agir didin, ji ber bayê carna pûç dibe û agir ji nû ve geş dibe. Wekî şaredarî, me hêj di mehên biharê de ji bo neşewitandina pirêzeyan, dest bi xebatên hişyarkirinê kir. Em çûn serdana melayên mizgeftan, miftiyan, saziyên perwerdehiyê û rêveberiyên herêmî. Me ji wan daxwaz kir ku di xutbeyên înê û perwerdehiyan de gundiyan li dijî şewitandina pirêzeyan hişyar bikin. Me broşûr belav kirin, bi rêya ragihandinê û medyaya dijîtal vîdeo û agahdarî belav kirin. Her wiha me li dibistanan ji bo nifşê nû xebatên perwerdehiyê meşandin. Ji ber ku guherandina feraseta temenên mezin dijwar e, me xwest ku nifşê nû di vê mijarê de hişyar û xwedî berpirsiyarî bibin. Divê her kes bizanibe ku şewitandina pirêzeyan ne tenê karê agirkujan e; ev berpirsiyariyeke mezin e ku dikeve ser milê tevahiya civakê. Divê hemû saziyên sivîl, saziyên fermî, dilsoz û welatî destê xwe bidin hev. Tenê bi hevkariyê û avakirina hişyariyeke bilind em dikarin rê li ber vê wêranbûna ekolojîk bigirin.”
‘Dane bi raya giştî re nehatine parvekirin’
Endezyarê Zîraetê Mahsûn Ece jî diyar kir ku ji bo nirxandineke teqez a ku şewat ji sedî çend zêde bûne bikin, divê ji hêla Gerînendetiya Çandiniyê ya Bajêr an jî Walîtiyê ve îstatîstîkên fermî yên dawiya demsalê yên seranserê bajêr bêne weşandin û got: “Vê gavê daneyên ku ji bo raya giştî hatine ragihandin nîn in, lê ji bo sala 2026an cezayê îdarî yê şewitandina pirêzeyan ji bo her dekarê 698,62 TL ye. Heke pirêze nêzî daristan, cihê bi av an jî gund û taxan bêne şewitandin, ceza 5 qet zêde dibe û ji bo her dekarê dibe 3 hezar 495,10 TL. Bi van cezayan re em dikarin li gorî salên borî kêmbûnê hêvî bikin.”
‘Şewit madeyên organîk ên axê kêm dike’
Mahsûn Ece da zanîn ku sedemên sereke yên ku cotkar şewitandina pirêzeyan didomînin ew e ku ev rêbaz wekî paqijkirina erdê ya bilez û erzan tê dîtine û wiha axivî: “Cotkar ji ber ku şewitandina pirêzeyan rêbazeke bilez û erzan dibînin vê yekê dikin. Dixwazin ji bo çandina nû zeviyê zû amade bikin. Wekî din, derbarê zirarên pirêzeyan ên li ser axê û hawirdorê de jî zêde agahdar nîn in. Her wiha hin hilberîner ji ber ku difikirin rêbazên alternatîf biha ne an jî pêdivî bi alavan heye, şewitandina pirêzeyan didomînin. Li Amedê bi serdanên zeviyê, civînên cotkaran û perwerdeyan re ji hêla personelên Gerînendetiya Çandiniyê û karkerên sektora taybet ve tê parvekirin ku şewitandina pirêzeyan madeyên organîk ên axê kêm dike, mikroorganîzmayên bikêr diqedîne, dibe sedema ziwa bûn û windakirina nemê, di encamê de berhem û rekolteyê kêm dike. Her wiha bi xebatên pratîkî yên li ser tevlîkirina prezê ya di axê de û rêbazên alternatîf, hilberîna domdar tê teşwîqkirin. Di her agahdarkirina cotkaran de, di mesaiya xwe ya sahayê ya piştî çandinê de em balê dikşînin ser vê mijarê û girîngiya wê vedibêjin.”
‘Em dikarin rê li ber şewata pirêzeyan bigirin’
Mahsûn Ece destnîşan kir ku pirêze ne bermahiyeke ku bê şewitandin, çavkaniyek e ku divê ji bo pêşeroja axê bê parastin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di cihê rehetiya demkurt de, divê em berhemdariya axê û hêza hilberînê ya nifşên paşerojê bifikirin. Bi hînkirina rêbazên teknîkî yên rast li cotkarên xwe û bi tevgerîna hevpar a rêveberiyên herêmî û hilberîneran, em dikarin heta asteke mezin rê li ber şewata pirêzeyan bigirin.”



















