Enqere – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin muzakereyên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî berdewam dikin û heke pirsgirêkek nebe pêşnûmê dê 3yê Tebaxê roja duşemê pêşkeşî Serokiya Meclisê bê kirin. Hat hîn bûn ku li ser naveroka qanûna çarçoveyî bi AKPê re dan û standin berdewam dikin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rojeva serekê ya siyasetê ye. Derbarê qanûnên çarçoveyî de ku çav li rê ye bê meclisê, yek jî nîqaşa sereke ye. Piştî hevdîtina heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê li Girava Îmraliyê di 20ê Tîrmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de heyeta dewletê jî cih girt û li ser qanûna çarçoveyî lihevkirinek pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî diyar kir ku têrî nake lê ji bo vekirina deriyekî girîng e û divê gav bi gav berdewama wê were.
Piştî vê hevdîtina li Girava Îmraliyê liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî jî zêdetir bûn. Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ku li meclisê serdana partiyên siyasî kir piştre di daxuyaniya xwe de anî ziman ku beriya meclis bikeve betlaneyê qanûna çarçoveyî dê were meclisê. Dihat payîn ku vî hefta bê roja duşemê qanûna çarçoveyî bi îmzaya AKPê ji Serokiya Meclisê re bê şandin lê ji ber dan û standinên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî, pêvajoya radestkirina pêşnûmeya qanûna çarçoveyî heftiyekî hat dirêjkirin.
Muzakereyên li ser pêşnûmeyê didomin
Ji aliyê din vê jî li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dan û standinên DEM Partî û AKPê berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de bang li desthilatê kiribû ku qanûna çarçoveyî weke mutabakata dawî pêşkeşî meclisê be kirin. Hat hînbûn ku li ser qanûna çarçoveyî dan û standinên DEM Partî û AKPê berdewam dikin û li ser qanûn dê çawa bê derxistin û pêşnûmeyeke çawa dê bê amadekirin nîqaş berdewam dikin. Berdevkê AKPê Omer Çelîk jî diyar kiribû ku beriya meclis bikeve betlaneyê qanûna çarçoveyî dê bê rojeva meclisê. Meclisa Tirkiyeyê jî duh di Lîjneya Giştî de li ser pêşniyara AKPê biryara dirêjkirina xebatan girt û meclis dê heta 6ê Tebaxê kar bike. Yek jî rojeva esasî ya meclisê qanûna çarçoveyî ye.
Pêşnûme dê kengî radestî meclisê bê kirin
Li gor agahiyên hatine bidestxistin li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî vî hefteyê jî dan û standin dê berdewam bikin. Heke pirsgirêkek çênebe tê payîn ku 3yê Tebaxê roja duşemê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî radestî meclisê bê kirin. Heke li ser tegehan û pêşnûmeyê lihevkirinek çêbibe pêşnûmeya qanûnqa çarçoveyî dê bi îmzaya hevpar radestî Serokiya Meclisê bê kirin. Lê heke li ser tegeh yanî bikaranîna ziman li hev kirinek nebe pêşnûme dê bi îmzaya AKPê radestî Serokiya Meclisê bê kirin. Piştî pêşnûme radestî serokiya meclisê hat kirin dê ji Komîsyona Edaletê re bê şandin û piştrê jî herî dereng roja pêncşemê were Lîjneya Giştî ya Meclisê û bibe qanûn.
Muzakereyên li ser qanûn
Wezaretê Dadê Akin Gurlek diyar kiribû ku qanûna çarçoveyî dê bi 15 xalan pêk were. Ji aliyê din vê jî hat hîn bûn ku AKPê heta niha hê jî pêşnûmeyeke bi niviskî amade nekiriyê û muzakereyên DEM Partiyê yên ji bo hemû kes ji qanûn sûd bigirin berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li gor muzakere û mutabakatê qanûn dê taybet ji bo PKKê bibe lê dê pêkhateyên di bin baneya PKKê de jî bigirê nava xwe. Her wiha ji bo tîfaqên PKKê jî di qanûn de sûd bigirin jî muzakere berdewam dikin. DEM Partî ji bo pêşnumeya qanûna çarçoveyî weke ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatibû muzakerekirin be rojevê dan û standinan didomînê.
Dosyayên derbarê rêxistinê de dê bên taloqkirin
Di pêşnûmeya qanûna çarçoyî de vegera gerîlayên Tevgera Azadiyê dê çawa bibe yek jî mijara herî zêde tê meraqkirine. Desthilat li ser çapemeniya xwe dem bi dem li ser vegera gerîlayan hin nûçeyan belav dike. Di vê çarçoveyê de yek jî ya tê meraqkirin ‘Serbestiya bi şert’ e. Li gor agahiyên hatine bidestxistin di pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de şûna ‘Serbestiya bi şert’ taloqkirin dê bê meşandin. Yanî kesên di dosyayên rêxistinê de tên darizandin 3 an jî 5 salan dê bê taloqkirin. Di van 3 an 5 salan de heman ‘Sûc’ heke neyê kirin dosya dê xira bibin. Lê ji ber ku PKKê xwe fesîh kiriye ew qanûn dê çawa bê sererastkirin hê jî tê nîqaşkirin. Ji bo ku ew yek bê sereratkirin partiyên siyasî li benda peşnûmeyê ne
Pêvajoya sepandina qanûn
Pêvajoya dîroka sepandina qanûn Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê diyar bike. Di pêvajoya sepandina yanî pratîkirina qanûn de gelek deste û komîsyon dê bên avakirin. Pêşniyara li meclisê avakirina Desteya Şopandin û Çavderiya Aştiyê heke bê qebûlkirin dê ji komîsyonên di bin baneya MGKê de hatine avakirin cudatir kar bike. Pêvajoya sepandin an jî pratîkkirina qanûn dê bi vî rengî bibe; Dê di Lîjneya Giştî ya Meclisê de bibe qanûn û piştre jî bi biryarnameya Serokkomar û MGKê bikeve pratîkê. Piştre jî Desteyên Çavderî û Şopandinê dê bên avakirin. Ew deste jî dê buroyên di bin banê Wezareta Dadê de hatine avakirin pêvajoya vegerê bişopînin. Di vê çarçoveyê de Mecliê piştî meha payîzê dest bi kar kir dê li ser cezayên muhebeta giran, qanûna înfazê, qanûna têkoşîna li dijî terorê (TMK) biryarên Dadgeha Mafê Mirovan û sepanên qeyûman dest bi kar bike.













