Enqere – Rojnameger Selahattîn Soro diyar kir ku hêzên hegemon bi êrişa li ser Îranê re tasfiye û teslîmgirtina Îranê armanc dikin û wiha got: “Tasfiyekirina Îranê dê hevsengiyên heyî yên li herêmê xira bike. Yek jî ji wan desthilata li ser Kurdistanê ye. Ji bo wê jî Tirkiye naxwaze Îran bêkontrol tasfiye bibe.”
Êrişên Amerîka û Îranê li beramberî hev berdewam dikin. Zêdetirî meh in di rojeva cîhanê de ye. Her çiqas Amerîka û Îranê di 17ê Hazîranê de agirbest ragihandibûn jî ew agirbest demdirêj nebû. Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya NATOyê ya 8ê Tîrmehê de li Enqereyê ragihand ku wan agirbest bi dawî kiriye û piştî vê daxuyaniyê şerê Amerîka û Îranê ji nû ve dest pê kir. Êrişên Amerîkayê li dijî Îranê çend roj in rawestiyabin jî xetereya şer hê berdewam dike. Di navbera her du aliyan de dan û standinên dîplomatîk berdewam dikin. Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku Tengava Hurmuzê di destê wan de ye û heke êrişek bibe ew ê bersiv bidin.
Ji aliyê din ve di Lûtkeya NATOyê de hêzên hegemon çi rol dan Tirkiyeyê û Sûriyeyê û planên li ser Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin. Bi destpêkirina êrişan re Îranê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê êrişî hêzên Kurd zêde bûn û di encamê de 9 peşmergeyên Komaleya Zehmetkêşan jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Selahattîn Soro ku geşedanan ji nêz ve dişopînê êrişên li ser Îranê, bandora wê ya li ser Kurdistanê û herêmê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
‘Armanc teslîm û tasfiyekirina Îranê ye’
Selahattîn Soro diyar kir ku di êrişên li ser Îranê de hêzên hegemon teslîm û tasfiyekirina Îranê armanc dikin û wiha got: “Trump di Lûtkeya NATOyê de biryara êrişên li ser Îranê da. Nakokî di navbera Amerîka û dewletên Yekîtiya Ewropayê de hebûn. Di Lûtkeya NATOyê de jî daxwazên Ewropa ji Amerîkayê hebûn. Bi taybetî jî di mijara Ukrayna û Rûsyayê de. Amerîka ew daxwaz pêk anîn. Serokê Ukraynayê Zelenskî li Amerîkayê bi Trump re hevdîtin kir û di hevdîtinê de Trump daxwazên Zelenskî ji bo şerê Rûsyayê pêk anî. Hê teknolojiyên çekan dê temîn bike. Her wiha di Lûtkeya NATOyê de welatên Ewropa jî daxwazên Amerîkayê yên şerê li dijî Îranê qebûl kir. Piştî ew lihevkirin pêk hat Trump şer îlan kir. Piştre jî li Îngîltereyê hikûmet tasfiye bû û yekser hêzên Îranê xistin lîsteya terorê. Dewletên Ewropa tawî dan û budçeya NATOyê jî zêde kirin. Ji bo wê jî biryara şer di wê civînê de hat dayîn. Şerê li dijî Îranê şerekî berfireh e. Lingekî wî yê dîplomasiyê û aboriye heye. Lingê esasî jî leşkerî ye. Lê lingê lêşkerî weke sedsala 20an nabe. Weke şerê Iraq û Sûriyeyê nabe. Rejîma Îranê li Rojhilata Navîn dewleteke hegemon e. Temsîla Îslama Şiî dike. Bandora Îranê ji behra sor, heta Asyaya Navîn û Kafkasya dike. Jê re Hîlala Şiî dibêjin. Lê piştî 7ê Cotmehê Îsraîlê ew Hîlala Şiî da ber xwe û şer heta nava Îranê çû. Şer jî derbasî asteke din bû. Di demên pêş de jî qewimandina vî şerî dê di rojevê de berdewam bike.”
Bandora êrişên li dijî Îranê ya li ser herêmê
Selahattîn Soro anî ziman ku planên tasfîyeya Îranê dê hemû nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn biguherîne û wiha axivî: “Îsraîl di vir de hêzeke esasî ye. Nahêle ewlehiya wê di bin xetereyê de be. Îslama sûnî bi Sûriyeyê hat teslîmgirtin. Tirkiye jî dê di vir de roleke bilîze. Niha jî maye Îslama Şiî ku Îran standina Qudsê û jiholêrakirina Îsraîlê aramanc dike. Şoreşa Îranê, Amerîka li Rojhilata Navîn tasfiye kir. Amerîka niha jî dixwaze tolê hilde. Fermandarê CENTCOMê (Heza leşkerî ya Rojhilata Navîn a Amerîkayê) di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku wan hedefên hatine diyarkirin têk birine. Ji niha şûn ve piştî hevdîtina Trump û Netenyahu hedefên nû wê bên diyarkirin an jî Îran dê muzakereya dîplomasiyê derbasî qonaxeke nû bike ku pêşî li dijwarbûna şer bigire. Lê diyare Îran ji aliyê dîplomasiyê ve ji dîroka xwe ders dernexistiye. Heke Îran di tundî û şer de israr bike û lihevkirinekê neke dê şer dijwartir bibe û îhtîmala bikaranîna çekên taktîk nukluerî pir mezin e.”
‘Tasfiyeya Îranê dê hevsengiyên heyî xira bike’
Selahattîn Soro diyar kir ku tasfiyeya Îranê dê bandoreke mezin li ser Kurdistanê jî bike û ev nirxandin kir: “Îran ji avakirina Rojhilata Navîn ve rol û risteke mezin lîstiye. Bi peymana Qesrî Şîrîn dewletên ku Kurdistanê dabeş dike yek jê Îran e ya din jî Osmanî ne. Ji bo wê jî tasfiyeya Îranê dê hevsengiyên heyî xira bike. Yek ji wan desthilatan e ku li ser Kurdistanê desthilatê dike ye. Ji bo wê jî Tirkiye naxwaze Îran bêkontrol tasfiye bibe. Heke Îran bêkontrol tasfiyê bibe hejmarake mezin a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dê ji bin desthilatiya Îranê derbikevin, Rojava, Başûr û Rojhilat dê ji bin mêtingeriyê derbikevin. Tirkiye wê demê nikare Kurdan di Rojhilata Navîn de bêstatu bihêle. Ji bo wê jî dewleta Tirk dixwaze vê pêvajoyê bi zerareke herî biçûk derbas bike.”
‘Pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin Kurd ji agir parast’
Salahattin Soro di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî dewlet ava bûn, bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe. Rojhilata Navîn niha jî careke din dubare dibe. Rêber Apo bi vê pêvajoya daye destpêkirin, xwest gelê Kurd ji agirê niha li Rojhilata Navîn bêyî îradeya Kurdan hatiye belavkirin, dûr bixe. Nakokiyên di nava Îsraîl û Amerîkayê de ne nakokiyên stratejîk in. Çawa ku Îsraîl Amerîkaya biçûk e Amerîka jî Îsraîla mezin e. Tenê rojevên wan ji hev cuda dibin. Kurd divê ne li gor hesabên Amerîka û Îsraîlê tevbigerin, divê li dora banga Rêber Apo kom bibin û xwe ji vî agirî biparêzin. Divê li ser çawaniya parastina Rojava bisenin, li ser çawaniya parastina statuya Başûr bisenin û yekîtiya neteweyî ya demokratîk pêk bînin û nebin desteka kesî.”
‘Pêvajo ji bo Tirkiyeyê firsendek mezin e’
Selahattîn Soro destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Tirkiyeyê jî firsendeke mezin e û axaftina xwe wiha domand: “Heke Tirkiye di siyaseta Îtîhad Terakî ya serdema nû de israr bike dê Tirkiyeyê bixe nava şerekî dijwar. Ji bo wê jî divê bi Kurdan re aştî û li Rojhilata Navîn jî demokrasî û aramiyê çêbike. Heke çareseriyê pêk bînê dibe ku ji bo Tirkiyeyê derfetên mezin jî biafirîne. Lê heke çareseriyê pêk neyne û ji demên dirêj re bihêle wê Tirkiye bikşînê nava şerekî mezin û Tirkiye jî di vî şerî de bihelîne. Rola ku di lûtkeyê de ji Tirkiyeyê re hatiye pêşbinîkirin weke mertala stratejiya hegemonên li Rojhilata Navîn e. Divê Tirkiye di vir de nebe mertaleke kor. Bihêle rêyên enerjiyê û demokrasiyê bi tifaqa Kurdan re çêbibe. Ji ber lûtkeya NATOyê pêvajo jî dan rawestandin û lê dîtin ku şerê Îranê û nakokiyên li Rojhilata Navîn dê kûrtir bibe di pêvajoyê de lez kirin. Lûtkeya NATOyê jî ji bo wê nîşan dide ku Tirkiye divê siyaseta demokratîk bimeşîne û çareseriyê bi Rêber Apo re li pêş bixe.”
Êrişên Îranê li dijî hêzên Kurd
Selahattîn Soro di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Îranê yên li dijî hêzên Kurd û ev yek anî ziman: “Îran dibîne ku hêzên Kurd dê bibin alternatîfa sereke û pêşengên esasî û ji bo wê li ser gelê Kurd siyaseta çavtirsandinê dide kirin. Komkujiyan dike, siyasetmedaran dikuje, kampên sivîl hedef digire û pêşmergeyan hedef digire. Li hemberî Îsraîl û Amerîka nikare tiştek bike bi êrişên li ser Kurdan re dixwaze hêza xwe nîşanî dinyayê bide. Lê gelê Kurd tifaqa çêkiriye û helwesta xwe nîşan dide. Kurd nabin desteke Îsraîl û Amerîkayê û Îranê. Polîtîkayên wan hene. Ji bo wê jî li dijî Kurdan li Rojhilat û Başûr êrişan dike. Heke bikaribe dê êrişî Rojava jî bike û naxwaze li Bakur jî aştî û aramî bibe. Ji bo wê jî yek ji hêza herî zêde vê pêvajoyê proveke bike Îran e.”












