Di panela TUM BEL-SENê ya li Îzmîrê de hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê bi qeyûman herêm tê bêhêzkirin, lewre divê li şûna herêmîbûna neolîberal, herêmîbûneke demokratîk a ji şaredarî, meclîsên gel, kooperatîf û komûnan pêk tê bê nîqaşkirin.
Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî ya Giştî (TUM BEL-SEN) Şaxên Îzmîrê, panela bi navê “Pêşeroja rêveberiyên herêmî: Bicîhanîna demokrasiyê, wekhevî û aştî” li Şanoya Ciwanan a Kulturparkê li dar xist. Panel, bi rêzgirtina ji bo bîranîna damezrînerê TUM BEL-SENê Îkram Mîhyaz ê hatî kuştin û kesên di têkoşîna ked û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Moderatoriya panelê Sekreterê Giştî yê Damezrîner ê KESKê Feysal Ozçîft kir û wekî axêver Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akın Birdal, Aborînas Mustafa Durmuş û Akademîsyenê Aşitiyê Prof. Dr. Nejla Kurul tevlî bûn.
Moderatorê panelê Feysal Ozçîft bal kişand ser wê yekê ku di salên 90î de gelê kurd têkoşîna xwe ya ji bo mafan bilind kiriye û rabûne ser xwe û got: “Kedkarên giştî di salên 90î de bi têkoşîneke ku berhema kedeke sed salî bû û ne ji asîmanan hatibû xwarê, di civakê de roleke dîrokî lîstin û bûn hêza bingehîn a ku rojev diafirandin; wan tu carî têkoşîna aştî û demokrasiyê ji têkoşîna xwe ya kedê qut nekirin, lewra desthilatdaran KESK xistin nava dorpêçê, bi rêbazên dewletê sendîkayên dijber avakirin û ji bo tepisandina têkoşîna gelê kurd, polîtîkaya kuştinên kiryarên wan nediyar anî. serê kedkarên giştî jî û di encamê de bi dehan kedkarên giştî hatin kuştin.”
‘Di sûcên li dijî mirovahiyê, şer û qirkirinê de demborî nîne’
Serokê Rûmetê yê ÎHDê Akin Bîrdal jî diyar kir ku li gorî Statuya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li ser sê sûcan dema borî tune ye û kesên van sucan kirine rojekê wê werin darizandin û cezakirin û got: “Wezareta Dadê “Buroya Têkoşîna Dijî Sucên Kiryarên Wan Nediyar” ava kir, 28 kuştinên kevn ronî kirin û dest bi lêkolîna 680 dosyayên kuştinên kiryarên wan nediyar wekî yên Ûgûr Mumcu, Çetîn Emeç û Bahriye Uçok kir; gelo navên wekî Apê Mûsa, Vedat Aydin û Tahir Elçî jî di van dosyayan de ne? Divê baş were zanîn di hiqûqa navneteweyî di sûcên li dijî mirovahiyê, şer û qirkirinê de demborî nîne û sûcdar wê rojekê werin darizandin.”
‘Nîqaşkirina herêmîbûnê bûye pêdiviyek’
Prof. Dr. Mustafa Dûrmûş jî destnîşan kir ku li cîhanê û Tirkiyeyê pêvajoyeke cidî ya otorîterbûnê û çûyîna ber bi dîktatoriyê ve heye û got: “Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên navendîparêz û qeyûmên li ser şaredariyan herêm tên bêhêzkirin, lewre nîqaşkirina herêmîbûnê bûye pêdiviyek, lê belê armanc ne herêmîbûneke neolîberal, belkî herêmîbûneke demokratîk e ku bi şaredarî, meclîsên gel, kooperatîf û komûnan ve tê avakirin; di nava paradîgmaya “Komara Demokratîk” de jî tê destnîşankirin ku bêyî destwerdana li ser hêza aborî û burjuvaziyê, parastina destkeftiyan ne pêkan e.”
‘Bajarê demokratîk bi mala demokratîk dest pê dike’
Herî dawî Prof. Dr. Nejla Kurul destnîşan kir ku ji bo şikandina hiyerarşiya baviksalarî divê wekhevî û jiyana jin-navendî pêşî li malê bê avakirin û got: “Demokrasiyê ji zaroktiyê ve tê fêrbûn; bajarê demokratîk bi mala demokratîk dest pê dike. Pergala baviksalarî ne tenê jinan, di heman demê de mêraniyê di cihekî de asê dike û ev xirabî ji malê derbasî qada giştî dibe. Em li taxên xwe bûn biyanî û îradeya me bi qeyûman tê xistin, lê em dizanin ku demokratîkbûna li malê dê wekî pêlan li qadên din jî belav bibe. Demokrasiyê tiştekî wisa ye ku ji temenên piçûk ve tê hîn bûn û divê em bi dirûşma ‘Bajarê demokratîk, bi mala demokratîk dest pê dike’ tevbigerin.”
Panel bi beşa pirs û bersiv bi dawî bû.

















