• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abîdeya têkoşîn û canbexşan dayika Cevher: Ez bi şehîd û têkoşeran serbilind im

Abdullah Esen / AW

18 TÎRMEH 2026 - 11:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Cevher Kiliç a 75 salî ku du zarokên wê û hevjînê wê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û çar keçên wê jî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin, diyar kir ku wan ji ber îşkenceyên dewleta Tirk gelek êş û jan kişandine û wiha got: “Ez heyranê zarokên xwe me, serê min bi zarokên min serbilind e. Em ê bi saya têkoşîna Rêber Apo, şehîdan, girtiyên zindanan û gerîlayên serê çiya, bi ser bikevin.”

Di salên 90î de dewleta Tirk li gelek gund û bajarokên bakurê Kurdistanê şewitandin û gund valakirin. Dewletê her wiha li dijî têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd pergala cerdevaniyê ava kir û gelek kes bi darê zorê kirin cerdevan. Bi van polîtîkayên dewletê gelek kes ji ax û warê xwe bûn û gelek ciwanên gelê Kurd jî berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û tev li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Yek ji malbata ku li dijî zilm û zora dewletê têkoşiya û gelek bedel dan jî malbata Kiliç a ji gundê Şehrika yê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê ye.

Keçek û kurekî Dayika Cevher a 75 salî tiyê wê di salên 80yan de tev li nava refên PKKê dibe. Dayika Cevher Kiliç di sala 1992yan de keç û kurekî xwe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de winda dike. Piştî wan hevjînê wê jî dikeve nava xebatên rêxistinê. Piştî ku dayik Cevher Kiliç her du zarokên xwe winda dike û hevjînê wê jî tev li xebatan dibe, ew ji aliye dewletê ve gelek caran tê îşkencekirin û ji ser axa xwe koçber dibin. Piştî ku ew ji gundê xwe koçber dibin û diçin Sêrtê dîsa jî dewlet dev ji wan bernade. Û roja ku dewlet neçe ber deriyê wan îşkenceyê li wan neke tune ye. Dewletê gelek caran bi hinceta zarokên wan tev li PKKê bûne ew birine bi rojan li çiyayan hiştine û ew û zarokên wê ji hevûdû dûrxistiye. Dema ev îşkence lê kirine jî hê zarokên wê gelek biçûk bûne. Heta ku ew zarok mezin dibin ew ji ber deriyê qereqolan kêm nabe. Piştî van bûyeran çend sal li pey hev çar keçên wê jî tev li nava refên PKKê dibin.

Dayika Cevher Kiliç ku keçek, kurek, hevjîn û tiye wê di nav têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane û çar keçên wê jî tev li Tevgera Azadiyê bûne derbarê serpêhatiyên malbatê de ji ajansa me re axivî.

Cevher Kiliç di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku ew çiqas jî qala şoreşa heyî bikin têrê nake û da zanîn ku wê gelek zarokên xwe daye vê şoreşê û wiha got: “Ger ku bêhtir ji destê min bihata, min ê dîsa jî zarokên xwe bidana û em çiqas bidin dîsa jî têr nake. Pêşî di malbatê de tiyê min li Stenbolê tev li bû. Piştre dewletê dest ji hevjînê min berneda û jê re gotin ‘te birayê xwe şandiye.’ Beriya ku her du zarokên min ên mezin biçin, ew jî rastî van îşkenceyan dihatin. Piştî ku dewletê îşkence li hevjînê min kir, bi kurê min ê mezin re çûn Hatayê xebitîn. Êdî hevjînê min li wir kurê min şand û sê meh piştî wî keça min jî tev li bû. Di sala 89an de kurê min tev li bû û piştî wî jî keça min got ‘ez ê çeka apê xwe li erdê nehêlim.’ Piştî wan êdî hevjînê min jî dest bi xebatên rêxistinê kir. Her sê di nava salekî de tev li xebatan bûn. Min gelek zehmetî kişand. Zarokên min hemû keç bûn û hûr bûn. Hê min teva li pişta xwe dikir. Hevjînê min êdî nikaribû pê li axa gundê Harûniyê bikira. Pişt re dewletê diavêt ser mala me û ji wê rojê ve êdî me dilekî rihet nedît. Wê demê hemû xwarinên me yên malê diavêtin xwarê û nedihiştin ku em tiştekî jî bixwin. Gelek caran wisa dikirin û zarokên min birçî diman.”

‘Em bi gelî û newalan ketibûn’

Cevher Kiliç destnîşan kir ku êrişên dewletê yên li ser wan her ku diçû zêde dibûn û wiha domand: “Êdî bi malbatî em hatin deşîfrekirin. Di wê navberê de hevjînê min jî dîl hat girtin û wî xistin hundirê kadîna kayê û agir berdan bedena wî. Lê xwedê teala rihê wî nesitend. Piştre em ji ber leşkeran reviyan. Lê şert û merc gelek zehmet bû û zivistaneke hişk bû. Zarok jî gelek biçûk bûn, yek di destê min de, yek li pişta min û ya dinê jî li milê min bû. Em wê sermayê heta sibehê li derve man, em bi gelî û newalan ketibûn. Da ku em xwe xelas bikin. Êdî min ji zarokan re got, ‘bavê we jî û gund jî çûn’. Wê demê bi çekan bi darê zorê gundî derdixistin derveyî gund. Gelek sar bû, berf bûbû weke teht. Lê dîsa dewletê dev ji me berneda. Ji xeynî me gelek gundî jî bi me re bûn. Heman îşkence li wan jî dikirin. Û yekî cîranê me li ber çavên hevjîn û zarokên wî agir berdan laşê wî û şewitî.”

‘Zarokên min jî ji ber vê îşkenceyê tev li bûn’

Di berdewama axaftina xwe de Cevher Kiliç da zanîn ku piştî ew qas bûyer hatine serê wê, ew êdî nikaribûye zarokên xwe xwedî bike û neçar maye ku ji bo debara xwe bikin çûne metrepolên Tirkiyeyê û ev yek got: “Zarokên min jî ji ber vê îşkenceyê tev li bûn. Piştî halê bavê xwe yê ku agir berdan bedena wî dîtin, hew îdare kirin û tev li bûn. Me nikaribû wî bînin malê tedawiya wî bikin, cilên wî bişon û me nikaribû xweşik xwarinekê bidinê. Ne mehkûm, ne kujer û ne jî gerîla bû, kesekî sivîl bû. Me tu xêr ne ji zarokên xwe û ne jî ji hevûdin nedît. Êdî hatibû wê rewşê ku cihê me û hewara me di gundê me de nemabû. Me mala kesî xerab nekiribû, bi tenê ji ber ku em Kurd bûn ev rewş hate serê me. Rewşa me ew qas xirab bûbû, kesek ji tirsa newêribû nanê xwe yê êvara bîna bidana zarokên min. Hatibû wê astê ku êdî derdorên me jî ji me re digotin, hûn PKKyî ne. Piştre ez diçûm min karê derve yê baxçeyan dikir. Tevî zor û zehmetiyan jî min zarokên xwe xwedî dikir. Ji ber rewşa me tune bû, zarokên min xweşik, nikaribûna biçûna dibistanê jî. Gelek caran dewletê wan li dibistanê jî qebûl nekirin.”

‘Em bi roja, mehan û bi salan bibêjin jî naqede’

Cevher Kiliç îşkenceya ku dewletê li wan kiriye vegot û anî ziman ku ew bi mehan jî bi salan jî vê îşkenceyê vêbêje têre nake û wiha pêde çû: “Zarokên min xweşik bav û bira û xwişka xwe ya mezin nedîtin. Zarokên min hemû ji bo tevlibûnê ji hevûdû bandor girtin. Ji ber ku hevjînê min û zarokên min tev li bûbûn dewletê bi şev û roj gazî min dikir ez diçûm qereqolan. Keça min a ku bi zewac tev li bû, bi tenê du rojan bavê xwe dît. Roja sisêyan bavê wan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Me gelek êş û jan kişandiye, ez bi roja jî bibêjim naqede. Keça min Cîhan a bi zewac ji ber îşkenceyê du zarokên xwe hişt û çû. Zilamê ku pê re zewicî bû, her tim zilmê lê dikir. 12 sal in ku keça min çûye hê çavê min bi zarokên wê neketiye. Serdema Tansû Çîllerê ji bo me bibû weke fermanê. Ez wê demê ducanî bûm, leşkeran di nava goristanê de heta qirikê ez û kurê min xistin nava axê. Bi tenê serê me ji derve mabû. Piştî ku em ji wê îşkenceyê derxistin, dîsa em di binçavan de man. Kurê min ew qas biçûk bû jî ji min re got; ‘dayê tu tiştek ji wan re nebêjî.’”

‘Me jiyaneke bi jan û êş derbas kir’

Di dawiya axaftina xwe de Cevher Kiliç anî ziman ku dema ew hatiye binçavkirin pê hesiyaye ku ew ducanî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cerdevanan ji min re got ku dema zarok kurik be dê ji dewletê re be, ger ku keç be dê ji te re be. Min jî ji wan re got, ew bibe çi jî ez ê nedim dewletê. Pişt re bi gotinên nexweş heqaret li min dikirin û cerdevanan gelek caran li ser serê me çekan diteqandin. Dîsa jî ez heyranê zarokên xwe me, serê min bi zarokên min bilind e. Zarokên min di tu rêyeke xerab de nîn in. Wan berê xwe da rêya şeref û namûsê. Ez bejna xwe li ber zarokên xwe ditewînim. Me jiyaneke bi jan û êş derbas kir. Me gelek xizanî dît, lê dîsa jî jiyan û têkoşîna me hat heta van rojan. Min zarokên xwe bi tehdeyê xwe xwedî dikir. Em hêvî dikin em ê bi saya têkoşîna Rêber Apo, şehîdan, girtiyên zindanan û gerîlayên serê çiya, bi ser bikevin.”

Etîket: Cevher Kiliçdayika şehîdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne