• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayika ku xwedî hem li zarokên xwe hem jî li doza xwe derket: Behiye

Fexredîn Kiliç - Gulîzar Turkoz / AW

12 TÎRMEH 2026 - 08:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayika Aştiyê Behiye Sevîm di 25ê Hezîranê de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Keça wê Şemsê Sevîm destnîşan kir ku weke zarokên wê soz didin heta ku sax bin dê li gorî têkoşîn û sekna wê tevbigerin. Siyasetmedar Celîle Kaplan a ku 21 salan pê re xebitî jî diyar kir ku dayika Behiye her tim li pişt têkoşîna zarokên xwe sekinî û anî ziman ku her tim wekî kelemekê di nav çavên dijminê Kurdan de sekinî.

Dayika Aştiyê Behiye Sevîm (71) ku bi salan ji bo aştiyê têdikoşiya di 25ê Hezîranê de di beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê de ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Behiye di heman rojê de li Taxa Darliya Jor a Bismilê ya Amedê hate veşartin.

Dayika Behiye Sevîm di 10ê Gulana 1955an de li gundê Cilîn ê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye dinê. Piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Dayika Behiye Sevîm li gund bi kurê meta xwe Xalid re dizewice û 15 zarokên wan çêdibin ji van zarokan 3 jê ji ber nexweşiyeke kronîk jiyana xwe ji dest didin.

Kurê Behiye Sevîm ê mezin Yakûp Sevîm (Mazlûm) di sala 1993yan de tev li PKKê dibe û di 25ê Kanûna 1999an de li Herêma Besta ya Şirnexê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Malbatê hê jî cenazeyê kurê xwe negirtiye. Piştî ku Yakûp tev li PKKê dibe leşker her roj bi ser mala wan de digirin gefan li wan dixwin. Ew jî neçar dimînin di Çileya 1995an de ji gund bar dikin û mala xwe dibin gundê Darliya Jor a navçeya Bismila Amedê. Ji ber hevjînê Dayika Behiye Apê Xalid ji ber bûyerekê qeçax dibe nikare bê malê. Dayika Behiye bi zarokên xwe re di şert û mercên zivistanê de mala xwe bar dikin. Lê leşker dema pê dihesin ku malbat hatiye Bismilê dîsa bi ser mala wan de digirin û zext û zora xwe didomînin.

Hema beje yek ferdê malbatê nemaye ku nehatiye binçavkirin

Kismet Sevîm (Eylem Mazlûm)

Piştî zextên dewletê keça wê Kismet Sevîm (Eylem Mazlûm) a 18 salî jî di Hezîrana 2011an de tev li PKKê dibe. Kismet Sevîm di pêvajoya ku çeteyên DAIŞê êrişî Rojava kirin de berê xwe dide Rojava û di 6ê Cotmeha 2014an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê jî li wir tê veşartin.

Kurê Behiye Sevîm Ozgur Sevîm jî di 31 Gulana 2016an de li Nisêbînê di dema şerê Xweseriya Cewherî de hatibû girtin, cezayê muebeda giran û 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ozgur Sevîm ê ku 10 sal in girtî ye niha li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin. Hema bêje yek ferdên malbatê nemaye ku nehatiye binçavkirin.

Leşker û polîsên ku bi dehan caran bi ser mala dayika Behiye Sevîm de digirin, her carê wêneyên zarokên wê yên di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane desteser kirine.

Dayika Behiye 4 mehan di girtîgehê de hate ragirtin

Dayika Behiye Sevîm bi kurê xwe Ozgur Sevîm re

Dayika Behiye di 20ê Adara 2008an de bi hinceta ku di 8ê Adara 2008an de al û posterên Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin hate binçavkirin û girtin. Dayikê di Hezîrana 2008an de hate berdan. Piştî çar salan 3 sal ceza li dayikê tê birîn dû re ev ceza tê xerakirin û ji ber qanûneke derketî cezayê wê tê betalkirin. Dayika Behiye Sevîm ku di têkoşîna xwe ya bi salan de hatiye binçavkirin û îşkencekirin ji komîsyonên taxan bigire heta partiyên ku siyaseta azadiya Kurd dimeşînin ji saziya malbatên şehîdan MEYA-DERê bigire heta saziya malbatên girtiyan TÛAY-DERê de cih girtiye. Dayika Behiye heta roja ku koça dawî kir, ji bo pêkhatine aştiyeke mayînde di hezaran meş, mitîngan û çalakiyan de cih girt û tevî nexweşiya xwe tu caran dest ji têkoşîna xwe berneda.

Keça Dayika Behiye, Şemsê Sevîm û hevala wê ya ku 25 salan bi hev re di nava gelek xebatan de cih girtin siyasetmedar Celîle Kaplan (62) têkildarî zor û zehmetî, têkoşîn û xebatên Dayika Behiyeyê yên ji bo aştiyê ji ajansa me re axivîn.

‘Dayika min her roj di nav xebatan de bû’

Keça dayika Behiye, dayika xwe weke xwedawendeke serdemê pênase kir û wiha got: “Ji ber sekneke wê ya zelal hebû, wê tu carî tawîz nedida. Bi her awayî bi rastbûna xwe, bi berxwedana xwe û bi şoreşgeriya xwe, ew jineke xwedî helwest bû. Wexta her kes bi awayên din têkoşîn nas dikir, me têkoşîn di dayika xwe de nas kir. Ji ber ku em bi dayika xwe re mezin bûn. Dayika me ji bo vê têkoşînê pir bedel da. Ji ber ku ewqas ji bo partiyê û vê têkoşînê xebitî, em ji dayikbûna wê pir bêpar man. Her roj di xebatan de bû, di çalakiyan de bû, li derve bû; me ew nedidît. Dema çalakiya mertalên zindî çêbibûya pêşî Behiye diçû. Ji Enqereyê dihatin, dîsa her roj tiştek çêbibûya, Behiye diçû. Meşek hebûya, Behiye diçû. Ji bo her tiştî Behiye diçû. Ji ber li malê jî zêde dem ji me re nedima, me kêmasiya wê hîs kir, lê em pê serfiraz in. Ji ber ku li hemberî xizaniyê, li hemberî sîstemê têkoşiya, li hemberî civakê têkoşiya û li hemberî malbatê têkoşiya. Ji ber ku birayê min ê ewil çû, malbatê hemûyan gotin ku ‘heger wê nekira, zarokên wê jî nedikirin.’ Bi vî awayî bi malbatê re têkoşiya. Piştî ku xwişka min çû, dîsa eynî tişt jê re hatin gotin; digotin ‘diya wan dike, ma ew ê çima nekin?’ Ozgur hat girtin, paşê Umît hat girtin. Êdî digotin, ‘ma diya wan nasekine, ev ê çima bisekinin?’ Li hemberî van hemû gotinan, çi dibû bila bibûya wê tu carî sekna xwe xirab nekir.”

‘Giyayê çolê dianî, difirot û debara me dikir’

Şemsê Sevîm

Di berdewama axaftina xwe de Şemsê Sevîm anî ziman ku dayika wê li gund jî xebat dikirin û wiha berdewam kir: “Hîn wê demê, dayika min bi xwe xebatên gund dikirin. Çend heval li gund şehîd ketibûn. Wê deme rewş zehmet bû, kes nedikarî biçe cenazeyên wan. Bihara wê salê bû. Wê got, ‘Em ê herin.’ Ji jinan re wiha digot: ‘Em ê herin û bêjin em diçin kerengan da ku em biçin cenazeyan bînin.’ Û wisa jî kirin. Ji wê demê ve têkoşîna wê dest pê kir. Paşê dema ku birayê min tevlî bû, kesekê li ser bavê min şahidî kir. Êdî dewletê her roj li gund li bavê min digeriya. Dayika min wê deme hîn ciwan bû û em hemû jî biçûk bûn. Li gund, li hemberî leşkeran jî pir têkoşiya. Her roj dihatin û digotin ‘Ka Xalid?’ Wê jî digot: ‘Heger hûn Xalid bibînin, ji min re jî bibêjin, ez nizanim Xalid li ku ye.’ Paşê em hatin Bismilê, em mecbûr bûn. Dayika min li gund tenê ma, di nîvê çilê zivistanê de, bi ajalan û zarokan re ma. Wê demê birayên min hemû biçûk bûn. Umît sê salî bû, Cûmalî yek salî bû, ez bûm, şehîd Eylem bû û Ozgur û Xerîb hebûn. Ji min, şehîd Eylem û Umît re got ku ‘Hûn bi dolmîşê biçin Bismilê, ez ê ajalan bînim û werim.’ Em bûn sirgûn û em hatin Bismilê. Me xwe avêt axirên xelkê, çunkî wê demê her kes ji gundan derdiket û cî tune bû. Paşê, dayika min li vir diçû tûzik û tolik dianî, difirot. Me pê debara xwe dikir. Paşê ajalên me hebûn; mast û şîr çêdikir û difirot. Heta wê demê, di jiyana xwe de karê kesekî din nekiribû, ji ber ku li gund karê wan bi xwe hebû. Lê dema hat vir, karê pembû jî kir, karê çolê jî kir. Tenê ji bo ku em muhtacî kesekî nebin giyayê çolê dianî, difirot û debara me dikir.”

‘Li hemberî xizaniyê, dewletê, malbatê û civakê têkoşiya’

Şemsê Sevîm da zanîn ku dayika wê tev li gelek xebatên partî, sazî û dezgehan bû û wiha pê de çû: “Jineke ewqas xebatkar bû. Paşê xwişka min tev li bû. Di sala 201an du birayên min hatin girtin; Cûmalî şazdeh salî bû, Umît hîn nû ketibû hejdeh saliya xwe. Hîn jî ew sekna diya min berdewam dikir. Ewqas li ser zarokên xwe bû, çar zarok dabûn, lê tu carî sekna xwe xera nekir, tu carî îsyan nekir, tu carî negot ‘ez betilî me.’ Li hemberî xizaniyê, dewletê, malbatê û civakê têkoşîn dida. Piştî wê Ozgur hate girtin. Wisa dewam kir heta dema şerê Kobanê. Wê çaxê xwişka min li wir bû. Bi telefonê got ‘Tiştek ji me re lazim e,’ dayikê got ‘Çi hewce ye ez ê bînim.’ Xwişka min got ‘Yadê tu nikarî’ wê got ‘Na, ma qey ez ji we çêtir im?’ Di wî şerî de, di sala 2014an de dayik du caran çû Kobanê. Paşê xwişka min şehîd ket, lê dîsa tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Di sala 2024an de em bi hev re çûn Pirsûsê. Di sala 2024an de dema ku qeyim avêtin ser Colemêrgê, min got ‘Neçe, tu nikarî,’ wê got ‘Na, ez ê biçim, tu nikarî biçî ji ber ku karê te heye.’ Bi gopalê xwe çû mîtînga Colemêrgê. Di van panzdeh salên dawî de, em di hemû çalakî û meşan de bi hev re bûn.”

Şemsê Sevîm bûyera binçavkirina dayika xwe jî wiha vegot: “Di 8ê Adarê ya sala 2008an li Bismilê wê poster û al rakiribûn. Ji ber vê yekê di 20ê Adarê de bi ser mala me de girtin. Îfadeya wê stendin, jê re gotin ‘Tu ji kurê xwe re bibêje terorîst.’ Ji ber ku nameya birayê min li malê dîtibûn. Wê bersiv da û got: ‘Hûn dibêjin terorîst, ez çawa ji kurê xwe re bibêjim terorîst?’ Çûn ew girtin, nêzîkî çar mehan di girtîgehê de ma. Wê çaxê birayên min pir biçûk bûn. Tîrêj û Munzur çar salî bûn, Nalîn pênc salî bû, Amed heft salî bû, Xelas jî heşt salî bû. Gava em diçûn hevdîtinê, Tîrêj di girtîgehê de digiriya û nedixwest veqete; digot ‘Ez ê li ba dayika xwe bim.’ Vê yekê em pir diêşandin.”

‘Heta ku em sax bin, em ê li gorî têkoşîn û sekna wê ya net, tevbigerin’

Şemsê Sevîm di axaftina xwe de bal kişand li ser nexweşiya ku di salên dawî de dayika Behiye dikişand û wiha axivî: “Di van her du salên dawî de pir nexweş bû, em timî li nexweşxaneyê bûn. Berî niha bi çar mehan ji diyalîzê hatibû, ji bo heşt hevalan şîn hatibû danîn. Min got ‘Qerebalix e, tu nikarî biçî.’ Got: ‘Heger ez neçim, zarokên min ê bibêjin qey te pişta xwe daye me; zarokên min ji min bixeyîdin.’ Ji diyalîzê derket û me ew bir şînê. Cara dawî, pazdeh rojan berî ku rehmet bike, doktorê me ku ew jî Kurd bû, min jê re behsa wî kir. Wê ji min re got: ‘Ma hûn nizanin? Heke ne ji zarokên vî welatî be em hemû dê bimirin. Em hemû bi xêra zarokên vî welatî ne.’ Min got ‘Yadê, di vî halî de jî tu ewqas hestiyar î?’ Heta ku rehmet jî kir, tu carî dev ji berxwedan û têkoşîna xwe berneda. Li nexweşxaneyê me got, ‘Em wêne bikişînin?’ dayika min got ‘Temam bikişînin.’ Nalîn rahişt telefonê, dayikan min tiliyên xwe bilind kir. Min got, ‘Hîn jî te ji bîr nekiriye?’ Got, ‘Na.’ Heta ku roja rehmet bike jî, pir li ber xwe da. Zêde zêde li ber xwe da, sê caran qelbê wê sekinî, dîsa vegeriya. Me xatir ji hev nexwest, ji ber ku mirin me layiqê wê nedît ne jî wê mirin bi me da hîskirin. Di dilê me de tenê tiştek ma: Ne em ji dayika xwe têr bûn, ne jî dayika me ji me têr bû. Lê heta ku em sax bin, em ê li gorî têkoşîn û sekna wê ya zelal, tevbigerin. Em weke zarokên wê soz didin.”

‘Ew dayikeke pir ji dil bû’

Celîle Kaplan jî da zanîn ku di sala 2001an de Dayika Behiye nas kir û wiha got: “Ji ber ez di partiyê de xebitîm û di rêveberiya partiyê de bûm, ew jî wekî dayikeke welatparêz diçû û dihat. Bala me dikişand ew dayikeke pir ji dil bû.”

Celîle Kaplan di berdewama axaftina xwe de bîranîneke xwe û dayika Behiyeyê wiha vegot: “Zarokê ewilî yê dayika Behiyê tev li tevgera azadiyê bibû. Rojekê min di rê de jê pirsî. Min got, ‘Yadê, çend sal qediyan ku kurê te çûye?’ Got, ‘Welleh, di sala 93yan de çû’ Min jî pirsî ‘Çawa çêbû çûyîna wî?’ Ez hinekî pê hesiyabûm ku Dayika Behiya di nav zehmetiyê de mezin kiriye û wê bi xwe ew şandiye. Min jê re got, ‘Bi rastî wisa ye?’ Wê got, ‘Erê, rast e.’ Wê gavê min texmîn kir ku yanî çiqas dayikeke wêrek e. Min bi rastî ew wêrekî ferq kir.”

‘Keça wê li Kobanê şehîd ket’

Celîle Kaplan

Celîle Kaplan destnîşan kir ku her tim diçû mala wan, zarokên malê hemû nas dikirin û ev tişt got: “Rojekê me dîsa hevdû dît, wê ji min re got, ‘Tu dizanî, Kismet, ew jî çû.’ Min got, ‘kengî çû?’ Wê got, ‘Weleh, van rojan çû.’ Ez lê dinêrim; dîsa ne digirî, ne îsyan dikir. Ew jî çû, şerê Kobaniyê dest pê kir. Di wê navberê de, ew jî li wê derê şehîd ket. Dawiyê, em bibêjin, du-sê zarokên wê jî ketin hefsê. Ketina du-sê zarokan a zindanê, ne tiştekî hêsan e; kulfeteke pir giran e. Bi ser de jî, wekî her kurdî û wekî jinên kurd bi giştî, feqîriyeke mezin dikişînin. Kîjan zarok mezin bû, çû. Yanî zarokên ku ji wan re kar bikin û pere bînin, an jî tevkariyê li wan bikin neman.”

‘Hem li zarokên xwe xwedî derket û hem jî li doza xwe’

Celîle Kaplan diyar kir ku dayika Behiye ji bo debara malê bike gelek kar dikirin û wiha pê de çû: “Wexta ku ez qala Dayika Behiya dikim, wê gavê ciwan bû. Tevî vê yekê, carekê min ew wisa nedîtibû; ez hatim vê derê min dît ku ew nanê sêlê çêdike. Min got, ‘Yadê, tu çi dikî? nanê sêlê çêdikî?’ Min henek pê kir û got, ‘Temam, me jî digot qey me bêhn kiriye ku te nanê sêlê çêkiriye, lewma em hatine.’ Wê got ‘Min mehir jî çêkiriye.’ De here quşxaneya mehirê bîne û bixwe.’ Ez çûm hundir, min nêrî du zarokên biçûk di dergûşê de ne. Min got, ‘Dayika Behiya, ev zarokên kê ne?’ Got, ‘Yên min in.’ Min got, ‘Me nedît ku tu ducanî bûyî, min digot qey tu li çolê dixebitî. Ew her du zarokên biçûk çawa çêbûn û te xistin dergûşê?’ Got, ‘Welleh rast e, ez çûm çolê jî, feqet ez ducanî bûm jî. Xwedê du kûr dan min.’ Dayikeke wisa bû; hem ji aliyê aborî ve barên pir giran dabûn ser xwe. Di nav ew qas bêderfetiyan de, me ev dayik dît. Di şîna qîzika wê de, min lê nêrî; ne hewar e, ne gazî ye, ne giriyeke. Dilê wê bi halê wê dişewitî, lê her daîm bi serbilindî disekinî. Hem li zarokên xwe xwedî derket û hem jî li doza xwe.”

‘Dayika Behiye piştî ku ji girtîgehê derket jî xwedî sekneke rast bû’

Celîle Kaplan bal kişand ser girtina dayika Behiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ket girtîgehê û derket jî, ez dîsa çûm ba wê; dîsa xwedî sekneke rast bû. Dayika Behiya her tim li pişt têkoşîna zarokên xwe sekinî û tu wextî dijminê wan kêfxweş nekir. Her daîm wekî kelemekê di nav çavê dijminê Kurdan de sekinî. Kesê pir piştgirî jî nedayê. Hem piştgiriya madî pir tune ye, hem jî ya manewî. Feqet ev dayik, bi tena serê xwe, wellehî nanê wê yê xwarinê tunebûya jî, dîsa serê xwe li ber vê dewletê nedanî. Her daîm li pêşiya kamerayan axivî, ji kamerayan netirsiya. Divê Dayika Behiye ji bo Kurdan, di dîroka Kurdan de, bibe mînak. Min bi xwe heta niha dayikeke wekî Behiyayê xwedî sekin û mutewazî nedîtiye.”

Etîket: Behiye SevîmCelîla Kaplandayika BehiyeŞemsê Sevîm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne