Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Bolûyê berdana Omer Okul û Huseyîn Yildirim ku ev 32 sal in girtî ne taloq kir.
Girtiyê bi navê Mesût Yurtsever di nameya xwe ya ku ji bo Nuray Çevîrmen Aykol re şandiye qala bînpêkirina mafên girtiyan a li Girtîgeha Bolûyê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopoytamyayê, Mesut Yurtsever diyar dike ku polîtîkayên astengkirina berdana girtiyan bi awayek kêfî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriya girtîgehê ve berdewam dike. Mesut Yutsever anî ziman ku berdana girtiyê bi navê Omer Okul ê ku 32 sal in girtî ye di 24ê Hezîranê de 6 meh taloq kiriye û berdana girtiyên bi navê Huseyîn Yildirim jî di 17ê Hezîranê de 3 meh hatiye taloqkirin.
‘Name û kovarên Kurdî nadin’
Mesut Yurtsever di nameya xwe de qala astengiyan dike û wiha dibêje; “Em nikarin xwe bigihînin weşanan bi taybetî jî yên Kurdî. Ji bo kovara Kurdî tu biryar astengiyê nîn e jî lê dîsa nayê ber destê me. Dîsa ev nêzî 2 sal in nameyên me yên bi Kurdî bi hinceta ‘wergêr tune ye’ nadin me. Me daxwazname ji wezaratê re şand lê hê nehatiya çareserkirin. Ji bo qenalên televîzyonê jî anket çêdikin lê dîsa bi awayek kêfî qenalên ku ew dixwazin hildibijêrin. Ew qenalên ku di lîsteya anketê de tune ye tên hilbijartin.”
Hate zanîn ku parêzerên Omer Okul û Huseyîn Yildirim li dijî biryara taloqkirinê îtîraz kirine. Îtîraza ji bo Huseyin Yildirim hate redkirin, lê hê tu bersiv nedane îtîraz ji bo Omer Okul.







