Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşmeya “Ji bo Azadî, Statu Hiqûqa Demokratîk” li Amedê hat lidarxistin bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnamyeê de wiha hat gotin: “Statûya hiqûqî ya Birêz Ocalan ê ku yek ji aktorên sereke yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.Di vê çarçoveyê da bang li rayedaran dike ku statûya sermuzakerevaniya Birêz Ocalan bi awayekî hiqûqî jî bê naskirin û misogerkirin.
Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşmeya “Ji bo Azadî, Statu Hiqûqa Demokratîk” li Çand Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de berdewam kir. Gelek delege nûnerê saziyên hiqûqê, û akademisyen yên ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûn. Piştî rûniştinên li ser Rêverberiyên Herêmî, ekolojî û hiqûqa jinê encamname hat aşkerekirin. Encamname ji aliyê Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ve hat xwendin.
Di encamnameyê de ev tişt hatin parvekirin: “Berî her tiştî konferansa me; hemû hiqûqnasên ku di têkoşîna maf, hiqûq, dadmendî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û diyar dike ku şopdarê mîrasa wan e. Dîsa bi heman awayî konferansa me konferansa me hevgirtina xwe bi parêzerên ku ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û siyasî yên demokratîk hatine girtin an jî neçar mane ku sirgûn bibin, diyar dike û wan hemûyan wekî delegeyên xwezayî yên konferansê qebûl dike.
Gelê Kurd ê ku yek ji gelê avaker ê Komara Tirkiyeyê ye, ji aliyê heman Komarê ve tune hatiye hesibandin û li dijî mafên hebûn, nasname û çandî yên Kurdan siyaseta inkarê hatiye birêvebirin. Ji sedsalî zêdetir e ku mafên mirovan yên bingehîn ên Kurdan li gel azadiyên wan yên komî yên ku ji gelbûnê çavkaniya xwe digirin tune hatine hesibandin. Kurd bi awayekî komî di bin pergaleke awarteyî de li derveyî hiqûqê û bêstatû hatine hiştin.
Di tevahiya vê pêvajoya derhiqûqî û bêstatûtiyê de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kir şikestineke dîrokî rû daye. Birêz Ocalan, banga fesihkirina PKKê kiriye û tekez kiriye ku ‘Bêguman di piratîkê da danîna çekan û fesxa PKKê, wê yekê pêwîst dike ku siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî bê naskirin.’ û bi vî awayî girîngiya pêdiviya siyaseta demokratîk û hiqûqê derxistiye pêş.
Li ser vê esasê, konferansa me giringiyeka dîrokî dide banga Birêz Ocalan. Konferansa me diyar dike ku ji bo berdewamiya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û her wiha ji bo naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî, ew ê di pêkanîna xebatên hiqûqî da berpirsiyariyeke çalak hilde ser milên xwe.
Konferansa me; avakirina pergaleka hiqûqî ya nû pêwîst dibîne ku tê de kodên hiqûqî yên ewlehîparêz, zayendperest, neteweperest û mezhepperest cih negirin. Ev pergala nû divê azadî û wekheviya jinan bingeh bigire, li hember demokrasî û ekolojiyê hesas be, mafên bingehîn û azadiyan li gel mafên komî misoger bike. Li ser vê esasê jî beyan dike ku naskirina qanûnî û destûrî, bingeha hebûna civakî û jiyana siyasî ye.
Ew civaka demokratîk a ku em behsa wê dikin jî tenê wê demê dikare di jiyanê da cih bigire ku jin bikarin hiqûqa xwe û îradeya xwe ya birêxistî ava bikin. Ji ber vê sedemê jî konferansa me, avakirina hiqûqeke giştgir a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz diparêze ku bi taybetî jî maf û azadiyên jinan misoger dike.
Konferansa me berî her tiştî tekez dike ku divê pirsgirêka Kurd ji peywenda siyaseta ewlehîparêz were derxistin û di peywenda danûstandina demokratîk û çareseriya siyasî de bê nirxandin.
Konferansa me wê yekê diparêze ku gelê Kurd bi ziman, çand, nasname, bîra xwe ya dîrokî û îradeya xwe ya siyasî, di nav Komara Demokratîk da tevî gel û baweriyên din wek kirdeyekî avaker û wekhev bi awayekî qanûnî û destûrî bê naskirin. Di vê çarçoveyê da wê yekê jî diparêze ku zimanê dayikê di qada giştî de bê bikaranîn û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin. Li gel vê yekê, konferansa me, di serî de zimanê Kurdî, ji bo bikaranîna zimanê me yê dayikê di nav jiyana civakî û xebatên me de banga baldariyê dike û di vê mijarê da berpirsiyeka çalak hildigire ser milên xwe.
Têgihîştina heyî ya welatîbûnê divê ji nû ve bi wî awayî were pênasekirin ku hebûna Kurdan, nasname û baweriyên cuda û jinan wekî kirdeyên avaker, wekhev û azad bixe bin parastinê. Divê beşdariya jinan di pêvajoyên siyasî, civakî û hiqûqî da wekî îradeyeka avaker û yek ji pîvanên sereke yên welatîbûna demokratîk bê qebûlkirin. Di pêvajoyên aştî û danûstandinê da divê jin ne tenê wekî beşdar, lê belê wekî aktorên sereke yên biryarder û avakerên pêvajoyê cih bigirin.
Konferansa me, ji bo derbasbûna ji heyama pevçûnê ber bi civaka demokratîk, hiqûqa veguhêz a giştgir pêwîst dibîne. Di vê çarçoveyê da jî li gel bidawîhatina pevçûna çekdarî, ji bo ku kesên ku çek danîne, yên ku ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ne, yên ku li sirgûniyê dijîn û yên ku ji welatîbûnê hatine derxistin, di nav jiyana demokratîk û civakî û siyaseta demokratîk cih bigirin, divê rêzikên qanûnî yê pêwîst demildest bên dariştin.
Qanûna çarçoveyî ya ku di peywenda hiqûqa veguhêz de derxistina wê pêwîst e, divê bêyî cudakariyeke sîstematîk, bi nêzîkayetiyeke giştgir were dariştin û hemû ast û pêkhateyên rêxistinî li xwe bigire. Konferansa me, ji bo dabînkirina derbasbûna ji qonaxa aştiya nerênî ber bi qonaxa aştiya erênî ve, dariştina hemû rêzikên qanûnî yên demokratîk, di nav wan de qanûna çarçoveyê jî, bi rêya nîqaşkirina bi aliyên çareseriyê re, ji bo serkeftina pêvajoyê wekî neçariyetekê dibîne.
Konferansa me wê yekê qebûl dike ku statûya hiqûqî ya Birêz Ocalan ê ku yek ji aktorên sereke yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, sernaveke sereke ya pêvajoya çareseriya demokratîk e. Di vê çarçoveyê da bang li rayedaran dike ku statûya sermuzakerevaniya Birêz Ocalan bi awayekî hiqûqî jî bê naskirin û misogerkirin.
Ji bo serkeftina pêvajoyê; dabînkirina mercên azad yên xebat û ragihandinê ji bo Birêz Ocalan ê ku danûstandina demokratîk bi rê ve dibe, rakirina astengiyên li pêşberî danûstandina rasterast a li gel aktorên civakî û siyasî û di encamê de bi awayekî bêmerc serbestberdana wî wekî ferziyetekê dibîne.
Li gel vê yekê, di çarçoveya pergaleke mafên mirovan da diyar dike ku divê mafê hêviyê li gor biryarên darazî yên navneteweyî di nav hiqûqa navxweyî de bê naskirin û ew rêzikên qanûnî yên pêwîst bêyî derengxistin werin dariştin. Bang li parlamentoyê dike ku rêzikên qanûnî yên pêwîst di dema herî nêz dê bên dariştin. Her wiha, Konferansa me cîbicîkirina demildest a biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan Ya Ewropayê, wekî pêdiviyeke serweriya hiqûqê qebûl dike.
Konferansa me beyan dike ku veguherîna destûrî ya demokratîk û rûbirûbûna civakî hewcedariyeke bivênevê ye. Li ser vê esasê; divê pergaleka destûrî ya nû, sîvil, avaker û piralî were avakirin û tê de welatîbûna wekhev, mafê zimanê dayikê, demokrasiya herêmî, mafên nasname û çandî, azadî û wekheviya jinan li gel binemayên nûnertiya demokratîk xalê bingehîn cih bigirin. Konferansa me wê yekê diparêze ku di serî de jin, divê hemû dînamîkên civakî beşdarî pêvajoya dariştina destûra nû bîbîn û di vê mijarê de berpirsiyariyê hilgirin ser xwe.
Li gel vê yekê, bi armanca rûbirûbûna li gel tawanên bikerê wan nediyar, qirkirin û xerakirina ekolojîk, valakirina gundan, siyaseta koçberkirinê, îşkence, bêcezatî û siyaseta inkara çandî; divê di çarçoveya hiqûqa entegrasyona demokratîk de Komîsyonên Heqîqet, Rûbirûbûn û Çaksaziya Civakî bên avakirin. Dîsa ji bo ji holê rakirina mexdûriyetan û çaksaziya bîra civakî, divê mekanîzmayên pêwîst werin avakirin. Pêkhateyên konferansa me beyan dikin ku dikarin di nav komîsyonên hiqûqî da yên ku dê di pêvajoya avakirina pergala civaka demokratîk da werin çêkirin, roleka çalak bilîzin.
Konferansa me ji bo cîbicîkirina bi bandor a normên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî ku mafê jiyanê, mafê parastina ji tûndiyê û wekheviya jinan misoger dikin, berpirsiyariyeke çalak digire ser xwe. Di vê çarçoveyê da divê destkeftiyên hiqûqî yên jinan, di serî de Peymannameya Stenbolê, bên parastin û pêşxistin.
Konferansa me wê yekê qebûl dike ku xweseriya kargêrî û malî ya rêveberiyên herêmî divê bibe xwedî ewlehiya destûrî û şerhên li ser Peymannameya Xwerêveberiya Deverî ya Ewropayê werin rakirin.
Konferansa me tekez dike ku divê demildest dawî li rejîma qeyiman bê anîn û hevserokên şaredariyan û rêveberên herêmî yên hilbijartî li peywirên xwe bên vegerandin û pergala hevserokatiyê bi destûra bingehîn û qanûnan bê mîsogerkirin.
Konferansa me komûnan; meclîsên ekolojî-tax û bajaran, kooperatîf, meclîsên jin û ciwanan wekî hêmanên bingehîn ên demokrasiya deverî qebûl dike. Li gel vê yekê, konferansa me deklare dike ku ew ê li dijî her cûre kiryarên şexsî û kargêrî yên ku dibin sedema hilweşîna ekolojîk, di nava têkoşîneke hiqûqî da be.
Konferansa me, piştî nîqaş û nirxandinên ku du rojan hatin kirin, ji bo xurtkirina zemîna têkoşîna hevpar û pêkanîna yekîtiya hiqûqnasên Kurd, bang li hemû hiqûqnasên Kurd dike ku di nav baroyan û sazî û dezgehên maf û dadê da mekanîzmayên hevpar û rêxistî ava bikin. Ji bo vê armancê, konferansa me sazî û dezgehên bangkerê konferansê wekî erkdar û berpirsiyar destnîşan dike.
Konferansa me biryar dide ku raporên komên xebatê, gotar, peyam, beşdarbûnên delegasyonan û nirxandinên beşdaran ku ji komîsyona amadekariyê re hatine şandin, ji bo ku bîra dîrokî û civakî xurt bikin, têkoşîna hiqûqî pêş bixin û ji bo nifşên pêşerojê biparêzin, bên tomarkirin, arşîvkirin, wekî berhemên nivîskî an dîtbar çapkirin û di vê çarçoveyê de xebatên hiqûqî yên taybet werin meşandin. Ji bo pêkanîna van karan jî, sazî û dezgehên bangkerê konferansê wekî erkdar û berpirsiyar têne destnîşankirin.
Konferansa me bang dike ku Konferansa Hiqûqnasên Kurd A Neteweyî bi beşdariya hemû hiqûqnasên Kurd penetrated lidarxistin û diyar dike ku di amadekirin û meşandina vê konferansê de dê bi awayekî çalak berpirsiyariyê bigire.
Konferansa me biryar dide ku ji bo diyarkirina delegasyonên Konferansa Hiqûqnasên Kurd A Neteweyî ya ku dê di demeke pêş de bê lidarxistin, zemîn û mekanîzma hevpar û rêxistî ya ku ji aliyê sazî û dezgehên bangker ve bê avakirin, wekî erkdar û berpirsiyar bê destnîşankirin.”
Encamname bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana OHDê” û gerandina govendê bi dawî bû.
















