Di rûniştina duyemîn a Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê de mijara “Perspektîfa Aboriya Azadiyê Jinan” hate nîqaşkirin. Axêveran diyar kir ku bi perspektîfa rizgariya jinan re jin dikarin ferzkirina kar a zayendîparêz derbas bikin.
Di pêşengiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de li Çand Amedê Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aborî tê lidarxistin. Komxebat dê 2 rojan berdewam bike. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş, parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî komxebatê bû. Di rûniştina duyemîn a komxebatê de “Perspektîfa Aboriya Azadiyê Jinan” hate nîqaşkirin. Li ser mijara “Rêxistinbûna Aboriya Azadiya Jinan û Mînakên Cîhanê” Seroka Komeleya Dema Jinan Dîlek Başalan, li ser mijara “Li Diji Xizantiya Jinan Îstihdama Jinan” Lêkolîner û Civaknas Dr. Semîha Ari, li ser mijara “Keda Jinan Ya Ku Tê Desteserkirin: Piştevaniya Keda Lêniherine” Aktîvîsta civaka sivîl, lêkolîner û parêzvana mafên jinan Nadire Karakoyûn Çapûk axivîn. Berdevka Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava Gûlê Mûratê jî ji panelê re peyameke bi dîmen şand.
‘Hişmendiya jinan ava bibe, hingê civakîbûn dê bibe rojev’
Dîlek Başalan diyar kir ku aborîya serbixwe tevî birêxistinbûna jinan pêk bê, gava jin hişmendiya xwe ava bikin, hingê civakîbûnek dikare bibe rojev û wiha got: “Bi vê civakîbûnê re, em hem rêxistinbûna aboriyê xurt dikin hem jî azadî û birêxistinbûna jinan bixwe xurttir dikin. Ji ber vê yekê, gava em xebatên rêxistinbûna aborî dikin, divê em hemû pêşî li xwe vegerin; em tam li ku dera vê xebatê ne, em ji ku derê nêzîk dibin û em vê çawa bi rêxistin dikin? Gava em li ser têkiliya jin û mêr diaxivin, gelo bi rastî di nav me de wekheviyek heye? Di xebatên komun, kooperatîf û meclisên jinan de, meclisên jinan gava xebatan dikin di aliyê aboriyê de li ku derê tengasiyê dikişînin? Gava di nava lêgerîna budçeyê de ne, rûbirûbûna bi van zehmetiyan re bi dîtina min ji bo me pirsgirêkek e. Ji ber ku em behsa birêxistinbûnê dikin, lê gava dor tê ser xebata rêxistinbûnê, mixabin em hem rûbirûyî pirsgirêkên budçeyê dibin hem jî bi nêzîkatiyeke ku carinan ji bîr dike ku jin di nava tengasiyên aboriyê de ne, tevdigerin. Ji ber vê yekê, li şûna mafên aborî yên kesane û destkeftiyên aborî yên şexsî, divê em di asteke wiha de bin ku rêxistinbûneke civakî, rêxistinbûneke kolektîf û di nav vê rêxistinbûnê de ew tundiya topyekûn a ku jin pê re rûbirû dimînin jî bibînin.”
‘Bi saya şoreşê jinan hêz girt’
Berdevka Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Gulê Mûrat jî ji komxebatê re peyameke bidîmen şand. Gulê Mûrat destnîşankir ku li rojavaya Kurdistanê Komîteya Aboriyê ya Kongra Starê hat avakirin û ev tişt gotin: “Destpêka şoreşê di sala 2012an de kar û xebatên aborîyê hatin destpêkirin. Lê bi awayekî fermî sazbûn di sala 2015an de aboriya jinan hat birêxistinkirin. Ji wê rojê ve kar û xebat berdewam dikin. Me bi çend jinan dest pê kir niha bi sedan jin cihê xwe di qada aboriyê de digirin. Me bi projeyên biçûk ku du kes heta sê kes tê de kar dikirin dest pê kir niha em gihiştine astekê ku di hinek projeyan de heta 50 kes hene. Di nav vê pergalê de zihniyeteke civakê, zihniyeteke baviksalarî ya pergala dewletê heye ku her tiştî aydê zilam dibîne, bi taybetî aborî, tu car mafê jinê tê de nedihat dîtin. Tenê jin di nav malê de wekî karmendekê wekî mamosteyekê karê malê dikir. Bi saya şoreşê ev yek çêbû ji ber vê yekê jinan hêz girt. Wekî ku tê zanîn Sûriye bi giştî bi çandiniyê tê naskirin bi taybetî herêma Cizîrê. Me çandinî wekî esas ji xwe re girt. Ji ber ku çandinî bi rastî girêdayî axê çêdibe ax bi xwe tiştekî pîroz e. Di xaka Rojavayê de jî her tişt her cûreyê şinkatiyê çêdibe. Ji ber vê yekê em hewcedarî tu tiştî ji dervayî xwe nabin. Ev gelek mînakên berçav in ku me di jiyanê de dîtine. Dema aboriya jinan xurt be jin ser piyan disekine jin dikare gelek tiştan baş bike. Armanca me jî ne tenê em bêjin civaka Kurd bû yan hinek jin bûn tevahiya jinên civakê ye çi ol be çi mezheb be çi ziman be. Kooperatîfên Aboriya Kongra Star hemû jinan di nav xwe de dihewîne. Aboriya ku em dixwazin ava bikin aboriya komunî ye aboriya civakî ye. Ev aborî jî çawa pêk tê? Bi rêya kooperatîfan. Ji ber ku karekî hevbeş di kooperatîfan de heye her kes wekî hev beşdar dibe tev de kar dikin.”
‘Jin di karê ku dikin de dahateke kêm bi dest dixin’
Semîha Ari jî bal kişand ser girîngiya îstihdama jinan a li dijî xizantiyê û wiha axivî: “Tirkiye welatê xîzanên dixebitin e. Îstihdama li Kurdistanê pir li jêrî giştiya Tirkiyeyê ye. Aliyê jinan jî bi heman awayî ye. Zêdekirina îstihdama jinan ne hêsan e. Dema me li cîhên mîna Rezan û Sûrê lêkolîn kir, daxwaza jinan a ji bo dîtina kar zêdetir e. Li Sûr û Rezanê mûçeya kêmtirîn jî nakeve malan. Ev tê wê wateyê ku ew mirov birçî dimînin. Xizmeta kreşan a şaredariyan di warê jinên dixebitin de cihekî girîng digire. Rêjeya îstihdama jinan jixwe kêm e. Di gelek qadên kar de jin nînin. Li Tirkiyeyê rewşeke kar a hewşewalî heye. Jin di karê ku dikin de dahateke kêm bi dest dixin. Karê ku dike weke kar jî nabîne. Bi perspektîfa rizgariya jinan re em dikarin ferzkirina kar a zayendîparêz derbas bikin.”
‘Jin bi koçberiya neçarî re jî rû bi rûyê xizantiyê hatine hiştin’
Nadîre Karakoyûn Çapûk jî diyar kir ku divê koperatîfên ku komunên komunan in werin pêşxistin û wiha got: “Sîstemeke li ser bingeha xizantiya jinan û mêtingeriyê hatiye avakirin. Gelek jin ji jiyana xebatê veqetiyan an jî nikarin tev li bibin. Jinên ku li malê xizmeta xwedîkirinê dikin, ji aliyê rejîma xwedîkirinê ve tên mêtin. Dewlet li şûna ku xizantiya jinan ji holê rake, xizantiyeke kûrtir ferz dike. Sîstema rêveberiyên herêmî ya ku keda kolektîf esas digire girîng e. Meseleya xwedîkirinê ne meseleya kesane ya jinan e, meseleyeke civakî ye. Divê xwedîkirina kamûyî were derxistin holê. Jin bi koçberiya neçarî re jî rû bi rûyê xizantiyê hatine hiştin. Jina ku li gund dixebitî û hildiberand, bi koçberkirinê re bêkar hat hiştin. Li dijî xizantiya ku qat bi qat zêde dibe, di peymana kar a civakê de, vegerandina Peymana Stenbolê, temsîliyeta wekhev a di sendîkayan de û di gelek mijarên din de gav dikarin werin avêtin.”
Rûniştina duyemîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.














