Amed – Rojnamegerên Kurd astengkirina malper û hesabên medyaya Kurdî şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev astengî darbeya li dijî çareseriyê ye. Rojnamegeran diyar kirin ku çapemeniya azad dê reyekê bibîne ku heqîqetê ji civakê re ragihîne.
Çapemeniya Azad bi salane her çiqas li qadê li ber xwe dide, ewqas jî li ser medyaya dijital li dijî asteng û girtinan berxwe dide. Her çiqas malper tên girtin û hesab tên astengkirin jî denge rojnamegeriya Kurd her tim li hember vê şerê teknolojik didome û bersiva herî xurtt dide pergala astengkirin û girtinê.
Îro serê sibê malperên ajansa me Ajansa Welat (AW) û rojnameya Azadiya Welat, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hatin astengkirin. Her wiha li aliyê din hesabên Xyê yên Ajansa Welat û Ajansa Berûyê jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin. Cara sêyemîn e ku hesabê ajansa me ya Xyê tê astengkirin.
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş, Berpirsyara Karên Nivîsan a Ajansa Welat(AW) Medya Bal û nûnerê DÎSK Basin Îşê yê Herêma Amedê rojnameger Hakki Boltan li ser astengkirin û bêdengkirina çapemeniya azad û rojnamegeriya Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Ev biryar tunehesibandina zimanê Kurdî û Kurdayetiyê ye’
Hakki Boltan da zanîn ku ev biryara ku hatiye dayîn li dijî hiqûqê ye û ev tişt gotin: “Ji ber vê em weke DÎSK Basin-Îş vê biryarê weke êrişa li dijî Çapemeniya Azad dinirxînin û bi tundî şermezar dikin. BTK bi van biryarên xwe nîşan dide ku ew ne saziya Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê ye. Ew bi van biryarên xwe distnîşan dikin ku ew neyar û dijminê Ragihandina Azad in. Ew bi van biryaran eşkere dike ku ew saziyeke dewletêye û li gor plan û projeyên siyaseta desthilatdariyê tevdigere. Ew bi vê biryarê dixwazin ku di plan û projeyên desthilatdariya AKPê de lihevhatin nîn e, aştî û demokrasi nîn e. Bi van biryaran xwedî plan û projeyên inkar û tûne hesibandina zimanê Kurdî û Kurdayetiyê ye. Ji ber vê jî em weke DÎSK Basin-Îşê êrişên li ser saziyên Kurdî û ragihandina azad ya Kurdî bi tundî şeremezar dikin û bang ji hemû saziyên çapemeniyê yên li Kurdistan, Tirkiye û qada navneteweyî dikin ku xwedî li çapemeniya azad derbikevin.”
‘Saziyên ku mafê xwe îfadekirinê diparêzin hatine girtin’
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş jî diyar kir ku ew serê sibehê careke din bi zextên li ser çapemeniya azad şiyar bûn û ev tişt anî ziman: “Ev demeke dirêj e ku pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin di rojevê de ye, divê gavên ji bo çareseriyê bên avêtin, mafên mirovan, azadiya ramanê, mafê xwe îfadekirinê, mafên çandî, zimanî û nasnameyî bên parastin û statuya gelan bê qebûlkirin. Lê belê, di pêvajoyeke wiha de ku bendewariya sererastkirinên zagonî heye, em serê sibehê bi qedexe û astengkirina malperan re rû bi rû dimînin. Dema ku em şiyar bûn, me dît ku malperên Rojnameya Azadiya Welat û Ajansa Welat, ku tenê bi zimanê Kurdî weşanê dikin, ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahî û Ragihandinê (BTK) ve hatine astengkirin û saziyên ku mafê xwe îfadekirinê diparêzin hatine girtin.”
‘Ev derbeya li dijî pêvajoyê ye’
Mehmet Alî Ertaş anî ziman ku ew vê yekê wekî derbeyekê li dijî pêvajoyê pênase dikin û wiha pê de çu: “Ev derbeya li dijî pêvajoyê ye, rasterast ji aliyê dewletê, hikûmetê û dezgehên wê ve pêk hatiye. Li şûna ku di vê pêvajoyê de gavên çareseriyê bên avêtin, em dibînin ku gavên ji bo astengkirin, xitimandin û têkbirina çareseriyê tên avêtin. Ev yek astengiyeke gelekî mezin e. Dema ku weşangeriyek di navenda wê de berjewendî û heqîqeta civaka Kurd hebe, ew bi hişmendiya Kurdî xizmetê dike, lê weşangeriyên din bi armanca parastina berjewendiyên dewletê û bi hişmendiya dewletê tên meşandin. Ji bo hişmendiya serdest, kesên ku bi zimanê Kurdî xizmeta civakê dikin wekî pirsgirêk û astengî tên dîtin û tam jî ji ber vê sedemê, ev yek derbeyeke rasterast a li dijî çareseriyê ye.”
‘Xeta çapemeniya azad a ku li pey heqîqetê dimeşe, tu carî qut nebûye’
Medya Bal da zanîn ku di dema niha de, rol û mîsyona çapemeniya azad ji her demê girîngtir û pêwîsttir e û ev tişt gotin: “Dema ku em pêvajoya heyî dinirxînin, girîngî û wateya çapemeniya azad hêj bêtir derdikeve holê. Di vê çarçoveyê de, astengiyên ku li ser dezgehên ragihandinê pêk tên, di rastiyê de astengkirina li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Dema ku di nav vê pêvajoyê de qala demokratîkbûn û reforman tê kirin, qedexekirin û astengkirina wan kanalên ku rastiyê digihînin civakê, di nav xwe de nakokiyeke mezin dihewîne. Tevî ku civak li bende ye hikûmet ji bo çareseriyê gavên erênî bavêje, lê bi girtin, astengkirin û sansûrkirina malperan wekî gavên neyînî û paşverû tên nirxandin. Dema ku em li dîroka çapemeniya azad dinêrin, ji salên 90’î heta roja îroyîn, em dibînin ku rastî gelek qedexekirin û zextên tund hatiye. Di vê rêyê de gelek xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê, ev xeta çapemeniya azad a ku li pey heqîqetê dimeşe, tu carî qut nebûye. Ev kevneşopî di weşanên wekî Ajansa Welat, Azadiya Welat, Xwebûn, DÎHA, Ajansa Mezopotamya û JinNewsê de her berdewam kiriye. Di vê çarçoveyê de, dema ku em bala xwe didin ser polîtîkayên qedexekirina malperan, em dibînin ku ev hewldan bêwate û bêencam in. Astengkirin û qedexekirina malperan tu carî dê pêşiya me negire, ji ber ku çapemeniya azad, li dijî her zextê dê di her şert û mercan de rêyekê bibîne da ku heqîqetê bigihîne civakê.”












