• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kiran piştî 33 salan Tîryakî û Çelîk jî piştî 30 salan hatin berdan

Amed / AW

10 NÎSAN 2026 - 12:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ramazan Kiran piştî 33 salan, Mehmet Nûrî Tiryakî û Abdullah Çelîk jî piştî 30 salan hatin berdan. Ramazan Kiran ê li navçeya Dêrîkê hate pêşwazîkirin destnîşan kir ku gelê Kurd dê heta dawiyê ji bo azadiyê bixebite.

Berdana Ramazan Kiran û Mehmet Nûrî Tîryakî yên ku di Girtîgehên Tîpa T ên Hejmara 1 û 2yan ên Yozgatê de dihatin ragirtin, beriya niha bi hincetên cuda hatibû astengkirin. Ramazan Kiran piştî 33 salan Mehmet Nûrî Tiryakî piştî 30 salan duh hatin berdan. Her wiha Abdullah Çelîk jî duh ji Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê piştî 30 salan hate berdan.

Ramazan Kiran ku piştî hatibû binçavkirin û girtin, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û hincetên din ên cuda cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Ramazan Kiran, tevî ku cezayê lê hatibû birîn xelas kiribû jî, bi hinceta ku “poşman nebûye û ji rêxistinê veneqetiyaye”, berdana wî bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê 4 caran hatibû astengkirin. Ramazan Kiran duh careke din derket pêşberî lijneyê. Lijneyê vê carê der barê Ramazan Kiran de biryara berdanê da.

Berdana Mehmet Nûrî Tiryakî jî beriya niha 9 mehan hatibû taloqkirin. Lijneya ji bo Mehmet Nûrî Tiryakî duh kom bû derbarê wî de biryara berdanê da. Piştî her du girtî hatin berdan li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbatên xwe û parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê ve hatin pêşwazîkirin.

Ramazan Kiran ê li vir axivî, wiha got: “Piştî 33 salan em ji girtîghê derketin. Tiştekî ez dûv û dirêj bibêjim nîne. Em hemû gelê xwe ser seran û çavan silav dikin û hembêz dikin.” Mehmet Nûrî Tiryakî jî wiha got: “Berxwedan jiyan e. Ez tenê vê bêjim bes e.”

‘Gelê me dê heta dawiyê ji bo azadiyê bixebite’

Dû re her du girtî bi malbatên xwe re ber bi bajarên xwe ve bi rê ketin. Ramazan Kiran ê ku îro di saetên serê sibê de hat Amedê, ji vir derbasî bajarê xwe navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê bû. Ramazan Kiranê ku li vir bi awayekî bicoş hate pêşwazî kirin axaftineke kurt kir. Ramazan Kiran wiha got: “Ez we tevan bi dil û can silav dikim. Gelê me yê li her çar aliyê silav dikim. 33 sal bûn em ji hev qût bûn. Ji bo min weke ku ez nû ji dayik dibim e. Ez wisa hîs dikim. Ne li gorî demsalê bihar hatiye, me bihara azadiyê jî aniye. Divê her kes vê baş bizanibe. Gelê me dê heta dawiyê ji bo azadiyê bixebite.”

Piştî axaftinan girseyê li çepikan da û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

Abdullah Çelîk ji Girtîgeha Aksarayê hate berdan

Abdullah Çelîk jî ku li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê dihate ragirtin û beriya niha bi hincetên cuda berdana wî hatibû astengkirin hate berdan. Tevî ku Abdullah Çelîk cezayê lê hatibû birîn xelas kiribû jî Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê bi hinceat ku “Poşman nîn e” berdana wî 3 caran asteng kiribû. Lijneya ku careke din ji bo Abdullah Çelîk kom bû derbarê wî de biryara berdanê da.

Abdullah Çelîk ji aliyê malbata xwe û endam û rêveberên DEM Partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 8ê COTMEHA 2026an

8 COTMEH 2026
KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

KURDÎGEHê belgeyên qedandinê da mamosteyên nû

7 COTMEH 2026
Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne