Bi pêşengiya Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya sala 1999an a ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, panelek li dar xistin. Di panelê de siyasetmedarê Kurd Ridvan Yûsûfoglû di panelê de axivî û got: “Bi bertekên gelê Kurd û Tevgerê û bi sekna Rêber Apo ya Îmraliyê vê komployê vala derxistin.”
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Sêrtê bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya ku di sala 1999an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû li navenda avahiya DEM Partiyê panelek li dar xistin. siyastmedarê Kurd Ridvan Yûsûfoglû yê ku 32 salan di zindanê de mabû, rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên bajêr, Dayîkên Aştiyê, TJA, hevşaredarên navend û navçeyê û gelek kes berşdarî panelê bûn. Panel bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurd destpê kir.
‘Di şexsê Rêber Apo de gel û nirxên gelê Kurd hedef hate girtin’
Ridvan Yûsûfoglû di destpêkê de diyar ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gel û nirxên gelê Kurd hedef hate girtin û wiha axivî: “Tişta ku îro rêbertî dixwaze bike wê demê jî dixwest heman tiştî bike. Wê demê şert û merc û gotin cuda bûn, lê armanc dîsa yek bû. Di wê çarçoveyê de nêzîk bûn hebûn. Di esasê xwe de wê demê wê pêşî li destwerdana li ser Iraqê bihatana girtin. Dîsa wê demê jî li Rojhilata Navîn tevlihevî hebû. Di nava gelek welatên herêmê de şer û pevçûn hebûn. Bi heman awayî KDP û YNK bixwe jî di nava xwe de bi hev ketibûn. Dîsa yê ku dikaribû vê yekê bide sekinandin Rêberê Gelê Kurd bixwe bû. Hêzên hegemonîk ên herêmî wê demê dixwestin ku projeya BOBê mezintir bikin. Ji ber ku wê demê ev proje hê şekl û şemalên xwe tam negirtibû. Lê armanca wan ew bû.”
‘Bi sekna Rêber Apo ya Îmraliyê vê komployê vala hat derxistin’
Yûsûfoglû şehîdên “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bi rêzdarî bi bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê dema ku ev komplo pêk hat, KDP û YNK li Îrlandayê bûn. Ew têr nekir li Washîngtonê civîn pêk anîn. Li wir jî Amerîka, Îsraîl, Îngîltere, Tirkiye, KDP û YNK hebûn. Û bi wê civînê re biryara mudaxeleya li pêş xistina komployê hate kirin. Armanc ew bû ku pênaseya fînalê bidin avakirin. Lê rêbertî jî li ser wî esasî derket. Ji ber ku di aliyê me yê rêxistinî de jî lewazî hebû, ew amadekariyên me jî kêm man. Di nava zindanan de jî hin heval ketin nava liv û tevgerê. Bi taybetî jî Heval Xalit Oral, Aynûr Altan, Selamet Menteş, Bulent Bayram û gelek hevalên me bedena xwe dan ber agir. Xwestin ku balê bikşînin ser vê komployê û vê komployê vala bê derxistin û rêbertî bê parastin. Ev tişta ku li ser rêbertî hate kirin di dîrokê de nehatiye dîtin. Dema ku komplo li pêş ket mirov ew qas hêvî nedikir, hêzên navnetweyî û tevgerê jî hêvî nedikir, lê bi bertekên gelê Kurd hin tişt hatin guhertin. Hêzên Amerîkayê wê demê gotin; ‘Me ew qas hêvî nedikir ku bertek û xwedî derketinên mezin li pêş bikevin.’ Hin hêzan jî digotin; ‘Ew ê emrê tevgerê şeş meh bin û ew ê belav bibe. Dê tevger belav û perçe bibe û ew ê pirsgirêka Kurd bi tamamî weke di dîrokê de binax bibe.’ Bi bertekên gelê Kurd û Tevgerê û bi sekna Rêber Apo ya Îmraliyê vê komployê vala hat derxistin.”
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.


















