• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

    Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

    Soydan Akay hate berdan

    Soydan Akay hate berdan

    Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

    Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

    Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

    Girtiyê nexweş Cevzet Derese piştî 30 salan hat berdan

    TUAY-DERa Êlihê: Zextên li ser girtîgehan her roj girantir dibin

    TUAY-DERa Êlihê: Zextên li ser girtîgehan her roj girantir dibin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Oznûr Bartin: Ji bo aştiya rastîn pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye

Manîsa / AW 

15 COTMEH 2026 - 23:25
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê bi dirûşma ‘Em bi jinan re tên cem hev’ hevdîtinek pêk anî. Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo aştiyeke rastîn pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye.

Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  Gelan (DEM Partî) a Manîsayê, li navçeya Sarûhanli ya Manisayê bi dirûşma ‘Em bi jinan re tên cem hev’ li avahiya navçeyê hevdîtinek pêk anî. Li gel Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, Hevserokên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan ên Manisayê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn.

‘Bi rêxistinbûnê aştî pêkan e’

Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel bal kişand ser girîngiya ku jin bi xwe biryarên xwe bidin û got: “Di siyasetê de, li malê an jî li derve divê em wekî jin xwe temsîl bikin, xwedî li ked û hebûna xwe derkevin. Meseleya jinan ji bo me xeta sor e. Ji vir û şûnde jî divê em her dem bi hev re bin û xwe birêxistin bikin. Bi deste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek tê birêvebirin, em jî dixwazin li dora vê pêvajoyê xwe birêxistin bikin. Zemînekî siyasî hat afirandin, deriyek hat vekirin. Lê belê em tenê bi hebûna xwe, ango bi rêxistiniya xwe dikarin vê pêvajoyê bighînin aşitiyê û bi serkeftinê tacîdar bikin.”

‘Em têkoşîneke ku ji cîhanê re bibe mînak dimeşînin’

Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji her demê zêdetir hewcehî bi rêxistinbûna jinan heye û axaftina xwe wiha domand: “Di nav vê têkoşînê de cih, ked, aqil û fikra xwe jin pêşengiyê ji civakê re dikin. Bi vê ferasetê em di cîhanê de bûn doz û têkoşînek ku ji cîhanê re bibe mînak em birêve dibin.”

‘Dewlet bi hişmendiya mêrane tevdigere’

Oznûr Bartin bi bîr xist ku di meha îlonê de nozdeh jin hatine kuştin û got: “Bi destê kê? Bi destê mêran; bav û birayan. Sîstema dewletê ji bo wan çi dike? Hûn gişt dizanin ku di salekê de herî kêm zêdetirî 250 jin tên kuştin. Dîsa ji aliyê dewletê ve rewşek zelal heye; bi hişmendiya mêrane nêzîk dibin. Cih û qada jinan hîn bêtir teng dikin. Dixwazin ku jin jiyana xwe di bin kontrola hişmendiya mêran de berdewam bikin. Qanûnek hebû; qanûna jimar 6284 yanî Peymana Stenbolê. Li wê derê gelek tedbîr dihatin girtin û jinan ji bo xwe biparêzin gelek caran serlêdan dikirin. Ew qanûn hat betalkirin. Tenê ev bi xwe jî ji bo me hemûyan peyamek eşkere ye. Divê em ji vê peyamê fêm bikin û li gorî wê tevbigerin.”

‘Ji şer herî zêde me kişand, aştiya rastîn jî ancax bi me pêkan be’

Oznûr Bartin da zanîn ku jin pêşengiyê ji pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk û Şoreşa Rojava re dikin û wiha berdewam kir: “Divê em ji hêza xwe bawer bikin û hîn bêtir xwe birêxistin bikin. Wek ferd, em nikarin li hember hişmendiya meran e ya ku bi hezaran salane hatiye avakirin seknek têrker nîşan bidin. Ji ber vê yekê divê em bibin yek û bi perspektîfeke civakî binêrin. Ji şer herî zêde me jinan êş kişand, ji ber wê rêyên aştiyek rastîn jî herî baş em dizanin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li Silêmaniyê civiyan

Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li Silêmaniyê civiyan

15 COTMEH 2026
Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

15 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

Besê Hozat: Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e

15 COTMEH 2026
Soydan Akay hate berdan

Soydan Akay hate berdan

15 COTMEH 2026
Rojnameger Ozgur Bahadir hate binçavkirin

Rojnameger Ozgur Bahadir hate binçavkirin

15 COTMEH 2026
Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

Li rojhilatê Kurdistanê revandina Kurdan berdewam dike

15 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 10ê COTMEHA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne