Di operasyona Şaredariya Eyupsûltanê de Şaredar Bulent Ozmen jî di nav de 13 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Şaredariya Navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan avêtibûn ser mal û avahiya şaredariyê. Di çarçoveya lêpirsîn gelek kes bi îdiaya “endamtiya rêxistina sûc”, “bertîlgirtin”, “bertîldan” û “gendeliya di îhaleyê de” hatin binçavkirin. Di operasyona serdegirtinê de Serokê Şaredariya Eyupsultanê Mîthat Bulent Ozmen jî di nav de 13 kes hatin girtin. Her wiha derbarê 4 kesan de jî biryara kontrola edlî hate dayîn.







