Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî di saetên şevê de li Silêmaniyê li hev civiyan. Hate ragihandin ku rojeva civîna wan mafê gelê Kurd, bihevre jiyîn di nava aştiyê de û siberoja nû ya Sûriyeyê bû.
Nivîsîngeha Serokê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî ragihand ku di saetên şevê de Mazlûm Ebdî û Bafil Talabanî li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li hev civiyane.
Hate ragihandin ku di civînê de Endamên Mekteba Siyasî ya YNKê Şêx Ehmed Hemekerîm û Hawrê Şêx Dara jî amade bûn. Hate diyarkirin ku pêşketinên dawî yên li herêmê, rewşa Sûriye hatiye nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku hevkariya di navbera herdu aliyan de bê zêdekirin.
Hate zanîn ku di civînê de Bafil Talabanî destnîşan kiriye ku baweriya wan ew e ku mafê gelê Kurd û bihevre jiyana di nava aştiyê de bi rêya nîqaşê dibe û Sûriyeya nû divê li ser bingehê hevpariya neteweyî û pirrengî be.
Li aliyê din Mazlûm Ebdî jî bal kişand ser rola girîng a Bafil Talabanî û qala hevkariya berdewam a bi wan re kiriye.













