Îzmîr- Mekanîzmaya desthilatê bi rêya lîstikên darazê yên li ser CHPê û bi serokatiya Ozgur Ozel hewldanên damezrandina ‘Partiya Yenî’, jiyana siyasî ber bi ‘siyaseta bê-siyasetê’ ve dikişînin. Hebûna 189 partiyan li Tirkiyeyê ne pirdengî ye; amûreke endezyariyê ye ku bala raya giştî ji pirsgirêkên mezin dikişîne ser nîqaşên amûrî û nerazîbûnên civakî di nav hesabên burokratîk de bêtêsîr dike.
Di xala 68an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de tê gotin ‘Partiyên siyasî hêmanên bingehîn û jêneveger ên jiyana demokratîk in.’ Li ser kaxezê wisa xuya dike ku ev prensîb nayê piştguhkirin; lewra di qeydên fermî yên Serdozgeriya Dadgeha Bilind de 189 partiyên çalak hene û tenê di 10 salên dawî de 135 partiyên nû hatine damezrandin. Lê belê, dema mirov li lîsteya Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya mafê ketina hilbijartinê bi dest xistine dinêre, tenê 41 partî dikarin bikevin hilbijartinê. 148 partiyên din, tenê wekî ‘partiyên tabelayê’ dimînin.
Asta herî talûke ya vê enflasyona partiyan, ne tenê hebûna pasîf a partiyên tabelayê ne; biryara betalkirina teqez a li ser CHPê û pêngavên piştre yên ji bo damezrandina ‘Partiya Yenî’ nîşan dide ku rêvekirina partiyên kaxezî û biryarên betalkirinê bi heman mantiqî dixebitin. Ev hemle rasterast amûrên heman mekanîzmayê ne. Armanca bingehîn ne afirandina alternatîfeke demokratîk e; bi rêya van lîstikên hiqûqî û partiyan, parçekirina dengên opozîsyonên sereke, kûrkirina krîzên di nav tifaqan de û jihevxistina potansiyela guherînê ye.
Stratejiya dualî
Ji aliyekî ve derfet û hêsankarî tê dayîn ku partiyên biçûk zêde bibin. Bi vî awayî hem dengên mûxalefetê di nav hincetên cuda de tên parvekirin hem jî li ber çavên raya giştî ya navneteweyî îmajeke ‘pirdengî ya demokratîk’ tê afirandin. Ji aliyê din ve jî, partiyên mezin ên xwedî kokeke civakî û rastîn ên opozîsyonê (mîna CHP û DEM Partî) ku xwedî potansiyela guherandina desthilatê ne, bi rêya tayînkirina qeyiman, doza girtinê, biryarên darazê û gefên hiqûqî tên dorpêçkirin û ji qada siyasetê ya azad tên derxistin.
Xefika sîstema 50+1: Bazirganiya siyasî
Enflasyona partiyan encameke rasterast a Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê ye jî. Pêdiviya bidestxistina rêjeya sedî 50+1 hevsengiya siyasî serobino kir û partiyên biçûk ku dengên wan di asteke sembolîk de ye, gihand pozîsyoneke stratejîk. Ev sîstem rê li ber cureyekî nû yê bazirganiya siyasî vekir; partiyên bê-bingeh bi saya vê rêjeyê ketin nav hesabên tifaqan û di hilbijartinên 2023yan de ji lîsteyên opozîsyonê bi dehan kursiyên parlamentoyê bi dest xistin. Piştî çûyîna meclisê jî bi veqetîn û krîzên nû bûn sedema baweriya civakê bi tifaqên alternatîf bişikê û enerjiya opozîsyonê di nav nîqaşên kursiyan de bêbandor bibe.
Mekanîzmaya siyaseta bê-siyaset
Li ser kaxizê 189 partî hene, lê ji ber ku ev kaxiz jiyana civakê naguherîne; baweriya gel bi guherînê dişikê û civakê ji siyasetê dûr dixe. Dema opozîsyona rastîn pirsgirêkên kûr ên gel mîna krîza aborî, enflasyon, mafên mirovan û edaletê tîne rojevê; desthilat bi rêya krîzên çêkirî, nîqaşên li ser partiyan û aloziyên hiqûqî, bala raya giştî ji pirsgirêkên esasî dikişîne ser lîstikên burokratîk. Ev jî dibe sedema enerjiya civakê di nav nîqaşên amûrî de biqede.
Di pîvanên navneteweyî de pênaseya sîstema Tirkiyeyê
Karakterê sîstema ku li Tirkiyeyê hatiye avakirin, di endeksên gerdûnî yên demokrasiyê de jî bi zelalî tê pênasekirin. Yekeya Zanyariyê ya Kovara The Economist(EIU) di Rapora Endeksa Demokrasiyê (Democracy Index) de Tirkiyeyê di kategoriya ‘Rejîma Hîbrîd’ de bi nav dike û balê dikişîne ser di van rejîman de saziyên demokratîk tenê li ser kaxizê de hene û hilbijartin di bin zextan de pêk tên. Her wiha Enstîtuya Cûreyên Demokrasiyê ya li Zanîngeha Gothenburgê (V-Dem) jî di Rapora Demokrasiyê (Democracy Report) de Tirkiyeyê di kategoriya ‘Otokrasiya bi Hilbijartin’ (Electoral Autocracy) de bi cih dike ku tê de muxalefeta rastîn bi rêya darazê tê dorpêçkirin û hilbijartin ji bo rewakirina otokrasiyê tê bikaranîn. Her du endeks jî piştrast dikin ku enflasyona partiyên kaxizî amûreke sereke ye ji bo veşartina vê sîstema otokratîk.
Temsîliyeta siyasî û kalîteya demokrasiyê: Tirkiye û modelên herî demokratik ên Cîhanê
Di lîsteya herî bilind a van endeksên gerdûnî de welatên mîna Norweç, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya û Îzlanda cih digirin. Li van welatan bendava hilbijartinê di asta herî jêr de ye (sedî 0-sedî 4). Mînak, li Danimarkayê bendava hilbijartinê sedî 2 ye û ji nav 12-15 partiyên çalak 11-12 partî dikevin parlementoyê. Dema ev bendava hilbijartina kêm bi daraza serbixwe û mafên sivîl re dibe yek nûnertiya rastîn derdikeve holê. Lê li Tirkiyeyê tevî ku 189 partiyên fermî û bendava hilbijartinê ya sedî 7 a bilind heye jî, bi rêya tifaq û lîstikan 14 partî di parlementoyê de ne.
Ji daneyên îdarî wêdetir: Îradeya gel
Ev tabloya ku ji 189 partiyên siyasî pêk tê, ne nîşaneya civakeke pirdengî, azad û dewlemend e; rasterast amûr û çerxa ‘Demokrasiya li ser kaxizê’ ye. Heta mafê nûnertiya azad neyê misogerkirin, mekanîzmayên guherîna demokratîk neyên vekirin û zextên li ser opozîsyonên sereke neyên rakirin, zêdebûna hejmara partiyan tenê wê daneyên îdarî bixemilîne, lê dergeha siyasetê ji îradeya gel re dê girtî bimîne.







