Li Stenbolê navçeya Kuçukçekmeceyê ji bo Şerafettîn Ozer (Berxwedan) ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo Şeraffetîn Ozer (Berxwedan) di sala 2000an de têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû li avahiya DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Malbatê şehîdan, Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên civakî û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gul hatin danîn.
Bernameya bîranînê ya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala jiyana têkoşîna şehîdan dikir hate temaşekirin. Paşê ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê mewlud hate xwendin.












