Amed – Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan û mirinên biguman ên jinan ku di serdema dawî de pêk tên û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin ew e ku qanûna bi hejmara 6284 bi awayek bandor nayê sepandin.
Li gorî daneyên ku Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) ji bo şeş mehên pêşîn ên salê parve kiriye, 150 jin hatine kuştin û 151 jin jî biawayekî biguman mirine. Ji sedî 61ê jinan li malê hatine kuştin û ji sedî 64ê jinan jî bi awayekî biguman li malê mirine. Raporên rêxistinên mafên mirovan û komeleyên jinan nîşan didin ku rêjeya “mirinên biguman” û bûyerên ku weke “xwekujî” têne pênasekirin, nêzî hejmara kuştinên aşkere bûne. Piraniya van dosyayan ji ber ku weke “xwekujî” an jî “qezayên malê” diqewimin, ji ber kêmasiya lêpirsînên dadwerî û lêkolînên cihê bûyerê tên girtin û kujer an jî kesên ku dibin sedemê mirina jinan bêceza dimînin.
Bûyera xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku li Wanê winda bû û piştre cenazeyê wê hat dîtin, bû yek ji mînakên herî berbiçav ên kêmasiyên lêpirsînê. Tevî hemû daxwazên malbatê û saziyên hiqûqê, di berhevkirina delîlan, lêkolîna dîjîtal û testên otopsiyê de xemsarî derketin holê. Ev rewş li herêmê fikarên derbarê tespîtnekirina rastiya bûyeran û xurtkirina siyaseta necezakirinê kûr kir. Di nava salekê de ji ber nîqaşên li ser Peymana Stenbolê û bi paş ve gavavêtinên di polîtîkayên jinan de, sepandina Qanûna Hejmara 6284 qels bûye. Li herêmê ji ber qeyiman û girtina navendên şêwirmendiyê yên jinan ku di bin banê şaredariyan de bûn, mekanîzmayên piştevaniyê yên herêmî gelekî kêm bûn.
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek derbarê kuştina jinan, sedemên mirinên biguman û kêmasiyên di mekanîzmayên parastinê de axivî. Esra Çîçek destnîşan kir ku di hejmara jinên ku weke xwe kuştine tên nîşandan û hatine kuştin de zêdebûnek berbiçav heye.
‘Lêpirsînên bibandor nayên meşandin’
Esra Çîçek da zanîn ku di daneyên şeş mehên sala 2026an de hejmara jinên hatine qetilkirin û hejmara mirinên biguman gelekî nêzî hev in û wiha got: “Ev tabloya sehmkar nîşanî me dide ku ne hejmara jinên hatine kuştin, belkî hejmara dosyayên ku rastiya wan nehatiye derxistin holê zêde bûye. Mesele ew e ku dewlet erka xwe ya pêşîgirtin, parastin û lêpirsîna bibandor bi cih naîne.”
Esra Çîçek diyar kir ku di mirinên biguman de sedema herî girîng nebûna lêpirsîna bibandor e û wiha berdewam kir: “Lêkolîna cihê bûyerê bi têra xwe nayê kirin, delîl di dema xwe de nayên komkirin, daneyên dîjîtal bi berfirehî nayên lêkolînkirin û raboriya tundiyê ya jinan nayê lêpirsînkirin. Ji lêpirsîna bibandor dûrketin çêbûye û feraseta necezakirinê xurt bûye.”
Mînaka herî dawî: Dosyeya Rojîn Kabaîş
Esra Çîçek bal kişand ser dosyeya Rojîn Kabaiş û kêmasiyên di lêpirsînê de û ev yek bi bîr xist: “Ji cil û bergên Rojînê nimûneya DNAyê nehatiye girtin û dema ku cesed hate dîtin hin testên bingehîn nehatine kirin. Ev rewş bi zelalî nîşan dide ku pêvajo çawa bêbaldarî tê meşandin.”
‘Astengiya herî mezin neşopandina Qanûna 6284an e’
Esra Çîçek derbarê jinên ku tevî biryara tedbîr û parastinê têne kuştin de diyar kir ku saziyên fermî verastkirinên zelal parve nakin û ev yek anî ziman: “Pirsgirêk, tunebûn an jî pêşneketina qanûnê ye, pirsgirêk ew e ku qanûna hejmara 6284an bi awayekî bibandor nayê sepandin. Dema jin diçin qereqolê bi hevokên ‘di nav malbatê de çêdibe, li hev werin’ tên qaneh kirin. Biryarên tedbîrê dereng dikevin û ji bo binpêkirina wan cezayekî guncav nayê birîn.”
Esra Çîçek ji bo rawestandina van mirinan bal kişand ser reformên lezgîn ên ku divê bêne kirin. Esra Çîçek diyar kir ku di serî de divê Qanûna 6284an bi awayekî bibandor û bêkêmasî bê sepandin û ji polîsan, dozgeran û dadweran re derbarê wekheviya zayenda civakî û tundiya li dijî jinan de perwerdeyên berfireh werin dayîn. Esra Çîçekê axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Divê zimanê medya û civakê ji bo wekheviya zayenda civakî guncav bibe, polîtîkayên sosyo-aborî yên ku jinan xurt dikin bêne pêşxistin, pêwiste ji bo polîsan, dozger û dadweran li ser zayenda civakî û tundiya li dijî jinan perwerde bêne dayîn, Wezareta Jinan bê damezrandin.”











