Xizmên Windayan û ÎHDê li Amed û Geverê aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiya vê hefteyê de li Amedê aqûbeta parêzer Şevket Epozdemîr hat pirsîn û li Geverê jî eşkerakirina berpirsên kuştina Tahîr Elçî hat pirsîn.
Çalakiyên Xizmên Windayan û ÎHDê vê hefteyê jî berdewam kir. Xizmên Windayan li Amed û Geverê daxwaza ditîna windayan û edaletê kirin.
Amed

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin’ di hefteya 929emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Li gel Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine windakirin û qetilkirin, hatin hilgirtin.
Di hefteya 929emîn de aqûbeta Parêzer Şevket Epozdemîr ê ku 25ê Mijdara 1993yan li Tetwanê hat revandin û li piştre cenazeyê wî li nêzî qereqolek a navçeya Dorşînê hatiye dîtin, hat pirsîn. Çîroka Şevket Epozdemîr ji aliyê Rêveberê ÎHDê ya Şaxa Amedê Bawer Çîndenîr ve hat xwendin. Hevalê Şevket Epozdemîr, Şevket Aydemîr li ser windakirina Şevket Epozdemîr axivî û got ku heya kujerên wan neyên eşkerekirin û darizandin dê tekoşîna wan a ji bo edaletê berdewam bike.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin got ku bi hezaran xizmên windayan bi salan e ji bo edaletê tekoşînekî didin û wiha axivî: “Bi salan e malbatên kesên hatine windakirin û kujerên wan nehatine darizandin têkoşînek didin û mixabin rayedarên dewletê weke her demê bêdeng in. Li cihê ku rayedar kujeran darizînin dozê li kesên ku pirsa xizmên xwe dikin vedikin. Îro em aştiyê diaxivin, ji bo ku aştî pêk were divê aqûbeta kesên hatine windakirin were eşkerekirin. Ev dewlet deyndarê malbatên me ye û heya ku deynê edaletê neyê dayîn ev aştî pêk nayê. Li tevahiya cîhanê rêbazên edaletê diyar in û divê li Tirkiyeyê ji bo rastiya van bûyeran derkeve holê divê komîsyana heqîqetê were avakirin.”
Piştî axaftina Cîhan Aydin daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
GEVER

Di Çalakiya Xizmên windayan ya hefteya 255an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê eşkerekirin û darizandina kujerên Tahîr Elçî ku di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûra Amedê hatibû qetilkirin, hat xwestin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 255an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de xwestin berpirsên kuştina Tahîr Elçî ku di 28ê Mijdara 2015an de li navçeya Sûra Amedê werin eşkerekirin û darizanin.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Komîsyona Windayan Eren Baskin ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 11 sal in kujerên Tahîr Elçî nehatine darizandin.




















