• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Agiriyê panela ‘Li Rojhilata Navîn Kurd, dîrok, çand û huner’

Agirî / AW

28 November 2026 - 21:44
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Di panela ku bi pêşengiya DBP’ê li Agiriyê hat lidarxistin de li Rojhilata Navîn Kurd, dîrok, çand û huner hatin nîqaşkirin.

Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Agiriyê, li Salona Konferansê ya Baroya Agiriyê panela bi sernavê “Li Rojhilata Navîn Kurd, dîrok, çand û huner” hat lidarxistin. Rojnameger û nivîskar Faîk Bulut, dîroknas Îhsan Colemêrgî, hunermend Kasim Taşdogan û gelek welatî beşdarî panelê bûn. Di panelê de pankarta “Êdî tu hêz dê şiyana înkarkirina nasname, ziman û çanda me di xwe de nebîne” hat vekirin. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.

‘Di pêvajoyê de armanca pêşîn entegrasyona navxweyî ya Kurdan e’

Rojnameger Faîk Bulut destpêka panelê de axivî û diyar kir ku armancên stratejîk ên cîhanî yên DYAyê yên di salên 2024 û 2025’an de hatine weşandin, bal dikişînin bi serûbinên li Rojhilata Navîn û pêşketinên krîtîk ên ku rasterast Kurdan eleqedar dikin û wiha got: “DYAyê pêşbînî kir ku qeyrana cîhanî ya bi şerê Ukraynayê dest pê kir dê derbasî Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bibe û ev peyam şand Enqereyê ‘Heke hûn pirsgirêka Kurd çareser nekin dê bibe belaya serê we; heke hûn çareser bikin hûn ê serperiştiya Kurdên Rojava, Başûr û Tirkiyeyê û destkeftiyên herêmî bi dest bixin.’ Derketina Devlet Bahçelî ya di meha Cotmehê de, hemleyek bû ku formatên muzakereyê yên klasîk li derve dihêle û pêvajoyê bi dînamîkên herêmî dimeşîne. Abdullah Ocalan jî ev nêzîkatî di ser hevdîtinên ku du sal in tên meşandin re pêşbînî dikir. Di têkiliyên min ên bi sekreteryaya Îmraliyê re hat ragihandin ku statu xwe dispêre xwerêveberiyê û xwebirêvebirina gel, ziman û çanda Kurdî felsefeya bingehîn e.”

‘Dîroka Kurdan 5 hezar salî ye’

Îhsan Colemêrgî axivî û diyar kir ku ji bo xwendina rast a dîrokê pêwîst e 5 hezar salên dawî li du beşên wekhev bên dabeşkirin û wiha axivî: “2 hezar û 500 salên yekem ku di sala 550’î ya berî zayînê de bi hilweşîna Împaratoriya Medan bi dawî bûn û 2 hezar û 500 salên duyem ên piştî wê ku me di asta împaratoriyê de dewlet ava nekir, lê bi mîrektiyên herêmî hebûna xwe nîşan da. Di pêvajoya 2 hezar û 500 salên yekem de serwerên erdnîgariya Zagros û Mezopotamyayê gelên çiyayî yên Zagrosî bûn ku bapîrên Kurdan in; Gutî, Kasît, Mîtanî, Ûrartû û Medan mohra xwe li vê serdemê xistiye.”

‘Dengbêjî arşîva dîroka devkî ya Kurdan e’

Dengbêj Kasim Taşdogan ku di dawiya panelê axivî û anî ziman ku bîra bi hezaran salan a gelê Kurd di serdemên ku nivîs hatibû qedexekirin û sazî hatibûn belavkirin de jî bi saya kevneşopiya dengbêjiyê zindî maye û wiha got: “Dengbêjî ne tenê îcrakirina muzîkê an formeke hunerî ye, ew arşîva dîroka devkî, wijdanê civakî û xeta berxwedana çandî ya Kurdan e. Serhildan, koçberî, şerên eşîran, evîn û êşên ku di pirtûkên dîrokê de cih negirtine, li ser xeta ji Evdalê Zeynikê heta Şakiro bi rêya kilam û stranan nifş bi nifş hatine veguhastin û bi vî awayî nasnameya gel bi zimanê wî yê dayikê têl bi têl hatiye honandin.”

Panel bi kilamên Kasim Taşdogan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

28 November 2026
Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

28 November 2026
Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

28 November 2026
‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

28 November 2026
Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

28 November 2026
Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

28 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêvajo li benda geşedanên nû ye: Dê deste biçe Îmraliyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Civîna MGKê bi dawî bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • YCK-KURD Konferansa Herêma Tolhildanê li dar xist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne