Wan- Di ser komkujiya Geliyê Sefo, bi navê din ’33 Gule’ re 83 sal derbas bûn. Cuzeyrî Ozkaplan ê ku 16 mirovên wî hatine kuştin diyar kir ku ev 33 mirov bêdadgeh hatine kuştin û wiha got: “Komkujiya Geliyê Sefo wekî komkujiyên li hemû deverên Kurdistanê yên pêkhatî wek Dêrsim, Zîlan projeyek kuştina Kurdan bû.”
Yek komkujiya ku dewleta Tirk aniye serê gelê Kurd jî komkujiya Geliyê Sefo, bi navê din komkujiya 33 guleyan e. Ev komkujî di 29ê Tîrmeha 1943yan de li herêma bi navê Geliyê Sefo ya li navçeya Seravê ya Wanê pêk tê. Ji ber ku helbestvan Ahmed Arîf li ser vê komkujiyê helbesteke bi navê ’33 kurşûn’ dinivîse, ev komkujî bi navê ’33 Gule’ jî tê zanîn. Di 28ê Tîrmeha 1943yan de li Gundê Xirabsork, Êngiza Milan û Runexarê 33 gundî li malê wan tên binçavkirin. Ev 33 gundiyên ku ji aliyên leşkeran ve hatin binçavkirin, bi talîmata Fermandarê Artêşa 3yemîn yê wê serdemê Orgeneral Mustafa Muglali ve tên gulebarankirin û 32 kes tên kuştin. Gundiyê bi navê Îbrahîm Ozay bi awayekî birîndar di bin cendekan de dimîne û pişt re derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Ev komkujiya hovane bi vegotinên Îbrahîm Ozay ê ku 4 meh şûn de dimire wek rûreşiyeke dewletê di dîrokê de cihê xwe digire.
Di 83yemîn salvegera komkujiyê de Cuzeyrî Ozkaplan ê ku 16 mirovên wî jiyana xwe ji dest dane li ser agahiyên ku mezinên wî û şahidên komkujiyê dane, der heqê komkujiyê de ji ajansa me re axivî.
‘Ev komkujî projeyeke kuştina Kurdan bû’
Cuzeyrî Ozkaplan faîlên komkujiya ku 83 sal ji ser re derbas bûye şermezar kir, wiha got: “Ez di serî de vê komkujiyê şermezar dikim, qurbaniyan bi rehmetî bi bîr tînim û bejna xwe li ber ruhê wan ditewînim. Komkujiya Geliyê Sefo wekî komkujiyên li hemû deverên Kurdistanê yên pêkhatî wek Dêrsim, Zîlan projeyek kuştina Kurdan bû. Piştî vê komkujiyê kujer Mustafa Muglalî wekî ‘Paşa’ hate îlankirin. Sala ku komkujî pêkhatî mirovên welatparêz û ji civakê re rêber winda dikirin, ji ber ku bindestî dixwestin. 33 mêrên ku hatine kuştin, 16 kes li gundê me (Xerabsork), 15 kes jî yên gundê Êngiza Milan û 2 kes jî ji gundê Runexurê bûn. Ev 16 kes ap, kur û kurapên bavê min bûn, ji yek malbatê bûn. Bi hinceta ku ew Berzencî ne, alîgirên Mele Mistefa Barzanî ne kuştin, jixwe ji bo kuştinê îro jî hinceta digerin, pergal bi heman awayî berdewam dike.”
‘Bêyî dadgeh hatin qetilkirin’

Di axaftina xwe de Cuzeyrî Ozkaplan da zanîn ku ew bi xwe jî ketiye pey şopa komkujiyê û hewl daye şahidên wê komkujiyê peyda bike ji wan agahiyan kom bike û destnîşankir ku wî çend sal berê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê xwe gihandiye kesekî bi navê Mustafa Eplî ku di dema komkujiyê de li Qelqeliyê leşker bûye û ev tişt anî ziman: “Li Bazîdê Mistefa Aplî hebû, ez çûm, min ew peyda kir û ez li gel wî derheqê komkujiyê de axivîm. Ji min re got ‘sê şevan di nezaretxaneyê de man û gelek heqaret li wan hate kirin. Şeva ku birin ez newxweş ketibûm, şeveqê leşkerên suwarî ew gundî birin kuştin û seet 10-11an vegeriyan û gotin me kuştin. Yanê bêdadgeh hatin kuştin.’ Ev mirovan heke sûcdarbûna divê bihatana lêpirsînkirin, dadgehkirin, li gor wê biryar bihata dayîn.”
‘Em cihê hestiyên wan nizanin’
Cuzeyrî Ozkaplan di axaftina xwe de behsa polîtîkayên dewletê yên bêcezatiyê jî kir û wiha berdewam kir: “Piştî komkujiyê çend sal şûn de Mustafa Muglalî hate darizandin, demekî di zindanê de ma lê hate tehliyekirin. Di van salên dawiyê de navê wî dan qişleya Qelqeliyê. Ev tê wê wateya ku dibêjin me bavê we kuşt, ger hûn serê xwe rakin, em ê we jî bikujin. Ew mirovên ku di komkujiyê de hatin kuştin ger hûn ji wan re dibêjî em bira ne, em yek in, çima tu navê kujerê wan didî qereqolê û tu lêvegerana rûmetê jê re didî? Ew hemwaletî bêsûc bûn û mexdûr bûn. Heta îro jî cihê hestiyê wan em nizanin, gora wan tune ye.”
‘Qayim projeya ji bo Geliyê Sefo asteng kir’
Cuzeyrî Ozkaplan bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Dema ez di şaredariya Wanê de bûm bi pêşniyara Bekîr Kaya li Geliyê Sefo me plan kir ku em li cihekî 33 daran biçînin û kaniyêkî çêkin. Ji bo bîranîna wan 33 kesan ku wekî goristanekî da ku malbatên wan bên li wir wan bi bîr bînin. Lê belê qayim avêtin ser şaredariyê û ev proje hate astengkirin. Em hemû aşitiyê û biratiyê dixwazin, divê şer û komkujî careke din tune be. Gelek kuştin û komkujiyên ‘faîlên wan ne diyar’ hene. Dayikên Şemiyê bi salan e bi hesreta dîtina hestiyên zarokên xwe digerin, ji ber vê em dibejin ‘êdî bes e.’ Dewlet divê sûcê xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze.”











