• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kendal Çiya: Li ser civaka Êzidî tecrîdeke ewlehî, îdarî û siyasî heye

Nedîm Orûç / AW

19 TÎRMEH 2026 - 09:31
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex- Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya derbarê rewşa ku civaka Êzdî dijî diyar kir ku îro jî civaka Êzdî di nava tecrîdek siyasî, ewlehî û îdarî de ye.

Civaka Êzdî bi sedan salan e ji aliyê gelên cînar û dewletên ku di nav axa wan de jiyan dikin rastî komkujiyên gelekî giran hatin. Di van komkujiyan de bi dehhezaran welatî ji civaka Êzdî tenê ji ber bawerî û nijada ku jê ne, hatine qetilkirin û bi dehhezaran jî neçar mane ku xaka xwe ya pîroz biterikînin û koç bikin. Di komkujî ango jenosîda 73yemîn a di 3yê Tebaxa 2024an de pêk hatî civaka Êzdî cardin rastî heman fermanê hat. Civaka Êzdî ji bo pêşiyê li fermanan bigire û daxwaza mafên xwe yên civakî bike di 15ê Tîrmehê de Konferansa Entegrasyona Demokratîk û Komkujiya Şengalê li dar xist. Ev konferans ji aliyê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve hat amadekirin.

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê Kendal Çiya armancên konferansê û rewşa ku îro civaka Êzdî têde ye ji ajansa me re nirxand.

‘Ev konferans ji bo lêgerîn û çareserkirina mafên civaka êzidî hat lidarxistin’

Kendal Çiya destpêka axaftina xwe de kesên di fermanê de ji bo parastina êzidiyan jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha axivî: “Em dikevin salvegere 12yemîn a jenosîda ser civaka Êzdî pêk hatî û ez tevahî şehîdên fermanê bi bîr tînim. Gelekî girîng bû ku civaka Êzdî di konferansekî de ji her hêlê ve, ji hêla dîrokî, civakî, hiqûqî, siyasî û qanûnê ve rewşa xwe binirxîne. Pirsgirêkên civaka Êzidî heya îro pêre rû bi rû mane çi ne, dewletên ku civaka Êzidî têde jiyan dike û rastî jenosîdê tê çima li gor vê rastiyê nêzî civaka Êzidî nabe, çima jenosîda civaka Êzidî nas nakin, çima mafê civaka Êzidî yên siyasî, hiqûqî û civakî nas nakin, me pêwîstî dît ku konferansekî li ser van mijaran li dar bixin. Demeke dirêj me xebat li ser meşandin her wiha komîsyonek berfireh hat avakirin. Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê pêşengiya vê konferansê kir. Her wiha Akademiya Jineolojiyê jî di komîsyona konferansê de cih girt.”

Avakirina komîsyona nasandina jenosîdên li ser civaka êzidî

Kendal Çiya derbarê encama konferansê de got ku komîsyona ku biryar hatiye dayîn were avakirin dê hemû xebatên xwe ji bo nasandina jenosîda li ser civaka Êzidî pêk hatî, bike û wiha domand: “Di konferasê de derveyî kesên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hemû aliyê civakî û siyasî hebûn. Biryarên ku di konferansê de hatine girtin bi awayek hevbeş hatin girtin. Bi taybet ji bo jenosîda civaka Êzidî di hêla navnetewî de were nasandin û dewleta Iraqê bibe muxatabê Dadgeha Lahey, her wiha jenosîda li ser civaka Êzidî nas bike, biryar hatin girtin. Ji bo vê yekê biryar hat girtin ku saziyek were avakirin û tenê ji bo nasandina jenosîda li ser civaka Êzidî xebatê bike. Ji bo vê yekê komîsyonek berfireh hatiye avakirin. Ev komîsyon wê derbarê fermanan de lêkolînan bike, belge û dokumenterya berhev bike û bi rêya kesên hikûknas ên ku di saziyê de cih bigire hewl bide di qada navneteweyî de jenosîdê bide nasandin. Ev sazî wê hewl bide dewletên heya îro ferman nasnekirine bi wan bide qebûlkirin.”

‘Li Rojhilata Navîn qala entegrasyonek tê kirin lê entegrasyoneke çawa?’

Kendal Çiya nêzikatiya hikûmeta Iraqê ya li hember mafên civaka Êzidî rexne kir û ev tişt anî ziman: “Niha ji bo hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn qala entegrasyonekî tê kirin. Qala çawa ev komên îdeolojîk, yên olî, yên çandî û yên bi dewletê re nebûne yek, ên ku neheliyane û heya roja îro li ber xwe didin entegreyî dewletên navendî bikin. Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dixwazin vê yekê bikin, cardin li Tirkiyeyê sed sal zêdetir ev hewldan hene û dixwazin vê yekê çareser bikin. Li Iraqê jî piştî 2003yan her çiqas li ser kaxizê mabe jî di destûra bingehîn de hin mafên pêkhateyan hatiye naskirin. Niha tê gotin ku dewleta Iraqê navendî bikin û dibêjin ji ber ku federalî heye pirsgirêk li dewleta Iraqê tên jiyandin. Dibêjin ji ber ku ne dewleteke navendî ye, pirsgirêk nayên çareserkirin. Berê dewleta Iraqê li navendîbûnê ye. Di rewşek wiha de civaka Êzidî dê hê gelek êş û azaran bikêşe. Ji ber şopên fermana 3yê Tebaxê hê jî xurt in.”

‘Dewleta Iraqê sozên piştî fermana 3yê Tebaxê pêk neanî’

Di axaftina xwe d eKendal Çiya diyar kir ku hikûmeta Iraqê sozên ku bi awayek qanûnî dane civaka Êzidî heya îro pêk neaniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Civaka Êzidî sedhezaran koçberî Ewrûpayê bûne, dîsa li Başûrê Kurdistanê gelek koçber hene. Malbatên ku vegeriya ne jî şert û mercên wan ên jiyanê gelekî bi zehmet in. Biryar hene ku Şengal ji nû ve were avakirin ji ber herêma Şengalê di parlamentoya Iraqê de weke herêmeke wêranbûyî hatibû naskirin. Li gor vê yekê biryar hatibû dayîn ku ji nû ve were avakirin. Lê belê ev avakirin li ser erdê hema bêje tiştek çênebûye. Va ye 12 sal derbas bûn îro nû nû dest bi çêkirina nexweşxaneyan dikin. Ji bo veger û berdewama jiyankirina civaka Êzidî ji hêla hikûmeta Iraqê ve xemsariyek mezin heye. Di demên dawî de dixwazin bi awayek cuda pirsgirêka civaka Êzidî çareser bikin. Niha dibêjin pirsgirêka komên çekdar heye, her wiha dibêjin di vê ev komên çekdar bikevin bin banê hikûmeta navendî û çekên xwe radest bikin. Qasî ku em dizanin ji bo vê yekê tu bernameyek bi rêk û pêk tuneye. Hikûmeta navendî ditirse û dibêje divê ev mijar bê çek were çareserkirin lê ji aliyê din ve dema bernameyek a hikûmeta navendî ya çaserkirina pirsgirêkan tunebe ev mijar nayê çareserkirin. Îro kesên ku ji bo parastina xwe çek xistine destê xwe hene û dema hikûmeta navendî çareseriyekî daneyne holê û vê mijarê tenê bi zorê weke çek teslîmkirin bigire dest, ev mijar hêsanî çareser nabe û çek jî hêsanî nayên teslîmkirin. Civaka Êzidî jî her tim dibêje pirsgirêka civaka Êzidî, pirsgirêkek siyasî û hiqûqî ye. Her wiha divê ev pirsgirêk bi rêya hiqûq û qanûnan were çaserkirin.”

‘Weke hemû herêmê Şengal jî îro di nava kaosekî de ye’

Her wiha Kendal Çiya bal kişand ser rewşa civaka Êzidî ya li Şengelê û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo çaseriya pirsgirêka civaka Êzidî xebat û hevdîtin her tim hene. Lê heya îro ev hevdîtin negihiştine asteke şênber ku em îro li ser erdê statuya Şengalê ya siyasî, ewlekarî û rêveberiyê zelal bikin. Weke hemû herêmê Şengal jî di nava kaosekî de ye û Şengal îro weke baregeheke leşkerî ye. Niha dosyaya ewlekariya Şengalê di destê artêşê de ye. Li tu deverên cîhanê tişteke bi vî awayî tune ye. Gelek nîqaş tên kirin û dibêjin êdî rewş aram bûye divê dosyaya ewlehiya Şengalê radestî wezareta hundirîn were kirin lê li ser erdê ev yek pêk nehatiye. Bi çi awayî dibe bila bibe divê ji bo civaka Êzidî çareseriyek were dîtin. Divê garantiyek ji bo civaka Êzidî were dîtin. Dewleta Iraqê heya niha bi awayek vekirî ne gotiye mafên civaka Êzidî ev in, em ewlekariya civaka Êzidî digirin ser milê xwe û em soz didin ku êdî qirkirin û fermanên nû neyên pêşberî civaka Êzidî. Mixabin dewleta Iraqê rasterast tev li jenosîda li ser civaka Êzidî nebe jî pêşiyê lê vedike. Civaka Êzidî niha di Şengalê de gelekî nerehet in. Ji ber ku tecrîdek li ser civakê heye. Di hêla siyasî, îdarî û ewlekariyê de tecrîdek li ser civaka Êzidî heye. Ev yek pêşiyê li zehmetiyên civaka Êzidî yên aborî jî vedike. Polîtîkayek milîtarîzekirin li ser civaka Êzidî heye, ji aliyê aborî ve dibêjin tu nebî leşker tu nikarî debara xwe bikin. Vê yekê weke polîtîkayekî didin meşandin.”

Etîket: Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah OcalanAkademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan a ŞengalêKengal Çiya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne