• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 1
Veysî Varli: Muzîk dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e

Racî Abî - Gulîzar Turkoz - / AW

13 TEBAX 2026 - 09:46
Kategorî: ANALÎZ-DOSYE, MANŞET
A A
Amed – Muzîkolog Veysî Varli derbarê dîroka muzîka Kurdî de axivî û got: “Muzîk di aliyê civaknasî de rengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e. Çawa ku her neteweyekê alfabeyek heye, di heman de mê de zimanê xwe yê muzîkê jî heye.”

Muzîk…

Ji bo muzîkê her mirovek pênaseyekê bike, dê pênaseya muzîkê bibe tevahiya van bersivan û dê dîsa jî kêm bimîne. Muzîk a yekem hunera mirovahiyê ye ku xwe dispêrê dîroka destpêka jiyanê, cihanê û mirovahiyê. Ji bo destpêka wê gelek nîqaş hatine kirin û ev nîqaş xuya dike ku dê her bidomin jî. Ji ber ku muzîk zimanê herî xurt ê hestan e, li dijî mirinê hewldana nemirbûnê ye, remza pîroziyê ye. Muzîk bûye yekem ol, zimanê oldariyê û oxirê. Muzîkjen jî bûne qasidên xwedawendan.

Muzîk tekane hunera ku dikare bandorê li tevahiya zindiyan bike ye. Ji ber bingeha xwe ji rîtmên xwezayê, dengê bayê û çûkan, xwişîna avê, borîna çêlê, meşa hesp û teqlîdkirina dengê zindiyan digire. Zêdebûna mînakan, nîşan dide ku mirov hemû deng û rîtmên cîhanê û jiyanê bi awayeke li hev aniye. Lewre muzîk li gorî pergalekê anîna dengan, strîna hestan e û pira herî xurt a di navbera dilan de ye. Muzîk bi reqs û govendan, bi ayînên olî û plansaziya nêçîrê, bi anîna ziman a hest û hesretan, ji dîrokê heya îro, bûye zimaneke gerdûnî ku dikare xîtabî tevahiya mirovan û zindiyan bike. Herkes dibe ku zimanê hev nizanibe lê belê her kes dikare zimanê hestan ê lorandinê, muzîkê guhdar bike, fêm bike, wate bidiyê û kesera dilê xwe, çand û hunera xwe, dîrok ê serpêhatiya xwe, xem ê xeyalên xwe, bi kurtasî hemû hest, raman û hilberînên xwe têxe di nav muzîkê, bixemilîne, bisrîne û ber bi dil, hest, raman û bendewariyên mirovan din re bike pir û xwe bigihîne wan.

Îro muzîk pira di navbera dilan, gelan e, zimanê hemû mirovahoyê ye. Her netewek deng û rengê xwe lê kiriye lê danehev û huner a tevahiya mirovahiyê ye.

Em ê li ser muzîka Kurdî û ji kurahiya dîroka ve çawa hatiye veşartin, reşkirin, şêlûkirin, ji rastiya xwe çawa hatiye dûrxistin bisekinin. Zanyar û lêkolînerê muzîkê Veysî Varli derbarê pênase, destpêk, pêşketin û xwedî nasnamebûna muzîka Kurdî de axivî.

Muzîkolog Veysî Varli bal kişand ser dîrok û pêvajoya avabûn û teşegirtina peyva ‘muzîkê’ û derbarê serpêhatiya peyvê de ev tişt gotin: “Muzîka Kurdî bi dîroka mirovahiyê re yek e. Ji ber dengê ajalan jî, rîtma bayê jî muzîk e. Muzîk nayê wateya melodiyên hatine rêsandin. Rîtm bi her awayî di gerdûnê de heye. Bi hejmaran dibe jimarkarî, bi xêzan dibe wêne, bi laş dibe şano û govend. Tev rîtm in. Rîtm bingeha jiyana mirovahiyê ye. Muzîk jî li ser wê rîtmê hatiye avakirin. Hinek dibêjin muzîk li ser dengê kar derketiye holê, hinek dibêjin ji peyvê teşeya xwe girtiye, jê re dibêjin logogenîk-patogenîk. Lê belê bi kurtasî dema gerdûn hebû muzîk hebû lê peyva muzîkê nebû.

‘Lûr bi Kurdî ye û ji muzîkê kevntir e’

Peyva muzîkê beriya zayîna (BZ) Îsa 476 an de ji aliyê Rahib Pîndaros ve hatiye bikaranîn. Bingeha peyvê ji Muses (9 keçên Zeus û Mnemosyneyê ên parastvanên helbest, zanist, huner û muzîkê ne) û îke (xwedî, aîd) /Ya xwedewendan-Hunera xwedawendan/ tê pênasekirin. Ereban jê re gotine “El mûsîqa”, Farisan gotiye “Mûsîqal”, Osmaniyan gotiye “Mûsîkî”, Tirk û Kurdên li Bakur gotine “Muzîk”, Elmanan gotine “Moğzîk”. Her neteweyek li gorî fonetîka xwe bilêv kiriye lê belê 1100 sal beriya bikaranîna navê muzîkê, pêşengên Kurdan li ser kevir note nivîsandine. Ugarît li ser 36 keviran nota nivîsandine û kevir li bajarê Reş Şemrexê 10 kîlometreyan li bin Efrînê ye, hatiye dîtin. Yek ji van îlahî ye. Yek jê jî ‘Lawikê Mîtanî’ ye. Îro em ji vê klamê re dibêjin ‘Lawikê Metînî’. Ev her du stran hatine deşîfrekirin.

Hûrriyan 1550 sal B.Z. nota nivîsandine. Navê van jî li gorî çavkaniyên dîrokî di dema Sumeran de ji karê muzîkê re “Lûr” hatiye gotin. Kesên bi vî karî re mijûl dibin re gotine “Lûr-Nar-or or” û her sê peyv jî bi Kurdî ne. Lûr: Lorandina Deng e; Nar: Qêrîna deng-narîn; Or:
Dengê xurt û qalind ê wekî dengê ga û mangeyê. Îro em ji bo dengê mangeyê dibêjin ‘diore’, ji bo gede dibêjin ‘dinare’. Em ji bo razandinê jî dibijin ‘Kacar bilorîne’. Dema ji bo govendê be em dibêjin ‘kacar çend lûlik û dulikên bêjin’. Amurek me heye bi navê bilûr e. Navên amurjenê vê amûrê blûrvan e. Dema em li çavkaniyan û dîrokê dinêrîn beriya peyva muzîkê derbikeve, hezaran sal beriya wê, me ji bo heman peyvê digot ‘Lûr’. Cîhan pê dizane lê mixabin Kurd jê nizanin.”

‘Pergala xwedawendên muzîka Sumeran û pergala muzîka Kurdî yek e’

Veysî Varli bal kişand ser kolandinên erdê, berhemên dîrokê yên muzîkê yên hatine dîtin û derbarê mijarê de wiha got: “Di kolandina li Girê Reş hatiye kirin de blûrek ji hestû ya 12 hezar sal berê hatiye dîtin. Li Keleha Zerzewanê amura beriya 4 hezar sal berê hatiye dîtin pergala xwe ve pergala dengê muzîka Kurdî ye. Heman pergal e. Çawa ku alfebeya her zimanekê heye ji bo her neteweyekê alfebeya muzîkê jî heye. Yê ku pergala muzîka Kurdî sererast kiriye, di xwedewendên Sumeriyan de rêjeya wan (oran) diyar kiriye li gorî wê yekê, li gorî muzîka Kurdî amade kiriye. Piştî wê 4 hezar sal şûn de Pîsagor vê pergalê kiriye aîdê xwe û gotine ‘Pergala matematîka muzîkê ji aliyê Pîsagor ve hatiye çêkirin.’ 10 hezar sal beriya wê ji bo xwedewendên wê demê re rêjeyek wan heye. Enkî, Înanna, Dumuzîd… 9 xwedayên Sumeriyan her yek wan rêjeyek wan heye. Dema ku tu van rêjeyan dipîvî 17 navberên muzîka Kurdî derdikevin. Ew jî pergala muzîka Kurdî ye. Alfabeya muzîka Kurdî ye. Bi vê pergalê Kurd û hin Tirkên bûne Kurd dikarin bi vê blûrê kilamên xwe lêxin.

Li gor Şerfiye ya Safîûdînê Ûrmiyeyî ve 12 meqam, 7 Awaze û 4 wargehên destpê yên Kurdan hene. Li Îranê dibêjin ‘destgah’, em dibêjin ‘hawe’ Tirk û Ereban jî jê re gotiye meqam. Gotina Tirkan a Uzun hava jî ji gotina ‘hawe’ te. Yekgah, dugah, sêgah û çargah hene. Navê yekgahê em jê re dibêjin rast. Yên din jî bi heman navan tên bikaranîn. Mînak strana ‘Narê narê hey narê’ bi ser pergala çargahê bi dawî dibe. ‘Bilbilê Dilşadî’ bi ser dugahê bi dawî dibe. Lewre her şubeyeke van şêwayan ji bo meqaman bingeh in, meqamên Kurdî bi vî awayî dest pê dike. Bilûra me ji tembûra me jî dikare bi vana gişan lê lêxe. Dema em li dîroka Rojhilata Navîn taybetî jî li dîroka Mezopotamyayê dinêrin, pêwîst em tevahiya rewşê bidin ber çavên xwe.”

‘Kurd peyvên Sumerî yên amûrên muzîkê bi kar tînin’

Di berdewama axaftina xwe de Veysî Varli da zanîn ku Kurd îro jî peyvên di demên Sumeriyan de ji bo têgehên muzîkê bi kar anîne, bi kar tînin û gotinên xwe bi van mînakan piştras kir: “Lûr di wê deme de hatiye gotin, klam di wê deme de hatiye gotin. Amûra Kurdên a Êzidî lê dixin ‘Du ta’ ye û îro jêre dibêjin biskê, hin jê re dibêjin bizikê. Yewnanî îro ji vê amûra me re dibêjin bizûkî. Sêta di wê demê de hatiye gotin. ‘Sêta’ tembura me ya navê wê piştî Îslamiyetê bûye ‘tembûr’ e. Kurdên me yên li Rojhilat hêj jî dibêjin ‘sêta’, Kurdên me yên Êzidî jê re dibêjin ‘duta’ û dibêjin ‘biskê’ jî. Ji ber ku Êzidiyan lê dixist Ereban jê re gotin ‘Sazê Şeytan’. Tu Kurd bersiv nedan vê yekê, Weyselê Aşik bi çavên xwe yên nabîne bersiva ‘Navê vê saza bi têl e, Şeytan li ku dera wê ye’ da. Di wê demên de 9 xwedayên Sumeriyan wê pergalê çêkir. Em dema tên Urartuyan de Keybanûya Şûbhad hem seroka karê Muzîkê ye hem jî muzekjeneke Lîrê ye. Di lêkolîna erde de berhama ku li lîrê dixe di Muzexaneya Londonê de ye. Serê wê lîrê ga ye û ji zêr e.

Li gor gotinan 24 jin di koroya Keybanû Şubhad de cih digirtin. Lê dema dimire 12 jin pê re ne û dema mirinê jî pê re vedişêrin û hestiyên van kesan di lêkolîna Sir Leonard Woolley de tên dîtin. Cihê Keybanû Şubhadê amûra muzîkê ya bi navê harp hatiye dîtin. Serê harp a Keybanû Şubhadê lê dixist ji zêr û zîv bûye. Dema em tên dema Huriyan wê demê de nota heye. Muzîka Kurdî de sê formên xwe hene; 1- Stranên Rîtmîk, 2- Stranên xwedî ritmên serbest, 3- Stranên xwedî ritmên sist (Zêmar). Peyva ‘zamerû’ di Tewratê de jî derbas dibe. Îro Kurd jî jê re zêmar dibêjin. Zêmar ji bo rîtmên sist, bi devê jinê, ji bo şînê tên gotin, tê bikarîn. Ji 3 orkestrayan wê demê yek ji bo xwedawendan, yek ji bo qesrê, yek jî ji bo dîplomasiyê bi kar dike.

Li bajarê Membîçê Piştî Zayînê, di navbera salên 154-222yan de Kurdê ji Hewlêrê Bardaysan heye. Bardaysan di warê felsefe û muzîkê de di cîhanê de keseke herî bi nav e. Di navbera Sêwereg û Heranê de çemek heye. Îro navê çem kirine Karakoyûn. Navê berê yê çem Daysan e. Malbata Bardaysan koçer e. Ji ber li wê derê ji dayik bûye malbatê navê “Bardaysan lê kirine.

‘Flamenko jî gîtar jî bi destê Ziryab hatine afirandin’

Kralê 3yemîn yê Mumboxê ku îro jê re dibêjin Membîç Abger anku Abgar ji aliyê dayika Bardaysan ve hatiye mezinkirin jî, muzîkjenek gelek hêja ye. Di salên 540an de Îbrahîm Musulî heye. Herwiha Ziryab heye. Ziryab xwedayê muzîka Flamenkoyê ye û bi xwe re biriye Ewropayê. Îro li Îspanyayê Flamenko jî gîtar jî bi destê Ziryab hatiye afirandin. Lê pergal ji salên 1600an şûn ve Yuan Sebastian Bach ve pergala dengek oktavekê, kiriye tam prement a 12 naberên wek hev. Gîtar jî li gorî wê pergalê ji muzîka Kurdî derketiye, amûreke Kurdî ye. Şikrûllah Begê Erebgirî heye. Safiyedun Urmiyeyî û Xoce Ebdilkadir Mêrgewerî re dibêje mamosteyên 3yemîn ê muzîkê yê cîhanê. Safiyedîn Urmiyeyî pirtûka matematîk û fîzîkê a bi navê ‘Şerefiye’ nivîsandiye. Safiyûdîn pirtûka Şerefiye yê di salên 1260an de nivîsandiye û di pirtûka xwe de muzîk û matematîka muzîka Kurdî û muzîka Rojhilata Navîn heb bi heb nivîsandiye di wê demê de. Bi meqamê Newrozê jî klamek nivîsandiye û îro jî ew stran li ber destê me ye. Herwiha Xoce Abdulqadirê Mêrgewerê jî di salên 1400an berhema Kitabul Edwar nivîsandiye ku ev her du wek bapîrên muzîka Kurdî ne û cihan ji herduyan re dibêje mamosteyên 3yemîn ên mûzîka cîhanê. Herwiha Xoce Ebdilqadir Mêrgewerî li Osmangaziyê dersa muzîkê daye. Tirk ji bo vê muzîkê jî dibêjin ‘Turk Sanat Muzîgî’ (Muzîka Hunerê ya Tirk) Jixwe muzîk huner e û hunera hunerê jî nabe. Anku wan muzîka qesrê bi kar anîne. Lawên wî Mehmet Çelebî û neviyê wî Elî Çelebî xabata wî domandine. Piştî van Osmaniyan xortan di qesran de xesandiye (xedim kirin) û bi wan kilam daye gotin. Yên piştî wan jî klam gotine jî an bavê wan an apê wan in. Osmaniyan bav an jî apên wan an li cihekê kirine walî an jî li cihekê dîl girtine di qesrê de. Mîna Elî Ufqî, Giuseppe Donîzettî. Klamên qesrên Osmaniyan bi devê kesên xesandî anku nêreno ji ber denge wan hêj xweştir tê mirov hatine guhdarkirin. Mîkan Yaşar Ozer an jî Emel Sayin dema kilamek qesrê dibêjin bi qasî Bulent Ersoy an jî Zekî Muren xweş nayê guhê meriv. Ji ber ew bi wê çandê hatine çêkirin.”

‘Muzîk dengê wêneya herêmî ye’

Di berfirehiya axaftina xwe de Veysî Varli bal kişand girîngiya herêma mûzîk lê tê pêşxistin û derbarê vê têkiliyê de ev tişt gotin: “Muzîk di warê civaknasî de dengê wêneya herêma lê hatiye afirandin e. Rengê kîjan herêmê li ser wêneyê be, muzîk jî coşa xwe, hêza xwe bi wî rengî dide. Anku afîrînerê wê çi be muzîka wan jî ew e. Civakên di nava hev de dijîn bivênevê ji hev bandor dibin. Asurî anku Suryanî dema bi Kurdan re jiyane îro bi rîtmên em jê re dibêjin ‘Curcun’ di govenda me de xwedî ciheke gelek bi nirx e. Di çanda Botan û Serhedê de di nav govendê de ye. Lê belê dema Îslamiyetê bandora xwe zêde kir, piştî salên 1600an di rîtûelên olî yên me de ev bandor heye.

Mînak di nav ‘Rîtmên Qadirî’ 10/8 in û Rîtmên Rifaî jî 2/4 in de ev yek heye. Ev rîtmên hêsan û rîtmên tevlihev in. Rîtmên tevlihev Rîtmên Qadirî ne, yên hêsan jî Rîtmên Rifaî ne. Zembîlfiroş bi olî hatiye gotin li medreseyê hatiye gotin. Evînî ye lê olî ye, em li rîtma wê dinerin 10/8 e. Lê rîtmên govenda Botanê jî 10/8in, govenda Serhedê jî 10/8 in lê li Amedê govendên 10/8 pir hindik hene. Ji ber bandora Îslamiyetê ya li ser coşê ye. Kurd ji Ermenan bandor bûne, ji Suryanan girtiye, ji Asuran girtiye, ji Farisan bandor bûne lê ji Ereban bandor nebûne.

Di warê etîmolojiyê û muzîkolojiyê de em dikarin bêjin herî zêde Kurdan bandora xwe li ser Rojhilata Navîn kirine. Mînak navên meqaman Kurd, Tirk, Ereb, Faris, Azerî, Ermen hema bêje li Rojhilata Navîn çi netewe hebin heman navî jî bi kar tînin. Lê belê Yekgah, Dugah, Sêgah, Çargah, Pêncgah, Newroz, Şehnaz, Gulîzer ji meqaman re tên gotin lê belê di nav van navan de yek heb bi Farisî tune ye, ne bi zimanê Erebî ye ne bi zimanê Tirkî ye. Ev tev bi zimanê Kurdî ne û di nav hemû zimanan de tên gotin. Ji bo Ereb ji xwe re bikin mal, kilamek me ya meqama wê kuçik-kuçek heye. Di wateya ‘Cihê biçûk ê di edeyê de, cihê agir pê xistinê’ Ji ber ji çar dengên tam nayê gotin, jê re kuçek hatiye gotin. ‘Ey bilbilê dil şadî were bike fîgan’ ew bi meqamê kuçek e lê Ereb jê re dibêjin ‘saba’ (kêf). Bandor li hev kirine. Ji sedî 90 ew ji Kurdan bandor bûne lê Kurd ji wan bandor nebûne.”

Talan, binavkirina herêman hatiye veşartin

Veysî Varli bal kişand ser bandorbûna muzîkê ya di navbera gel û çandan û mijara talanê wiha ji hev cuda kir: “Kek Aram dibêje ‘Ay Dîlberê’, Ermenkî ye. Ji ber kek Aram Ermen e, wê muzîkê rind dizane, bi Kurdî gotiye. 4971 klamên bi Kurdî Tirkan kiriye Tirkî. Tirk hatine li ser xaka Kurdistanê geriyane, bakurê Kurdistanê têrî nekiriye, ji Başur jî girtine ji wan re gotine ‘Turkiyên Kerkukê’. Ji Kîjan herêmê girtibin navê herêmê jî li ser nivîsandine. Navên Turkiyên Diyarbakirê, Turkiyên Rihayê, Turkiyên Kerkukê, Turkiyên Rojhilatê Anatolyayê li ser van turkiyan kiriye. Lê belê dema em bi koka wan dinêrin bi giştî Kurdî ne.”

Di berfirehiya axaftina xwe de Veysî Varli li ser hestên bandorê li muzîkê dikin jî axivî û wiha dirêjî da gotinên xwe: “A ku rih dide muzîkê 4 tişt in. Yek kar e, yek şer e, yek coş e, yek jî xem e. Ev ji bo tevahiya neteweyan derbasdar e. Ne tene ji bo Kurdan. Lewma jî ew kar, coş, xem û şer di warê rîtmê de ruh dide wê çandê. Palehiya min a bi dest çandinê û ye yek Japonî ne wekî hev e. Dema tu lêdana mîrkutê min, komkirina qimilê ya min û ya yekî Efrîkayî an jî Amerîkayî didî li ber hev ji bingehê ve cuda ye. Lê belê ya ku ji bingehê van ji hev cuda dikin pergala deng e. Her navberek 100 sent e. Dengek tam 200 sent e. Di muzîka Îran û Ereban de oktavek xwedî 24 navberên wekhev e. Ya Tirkan jî 24 navber e. Lê di muzîka Kurdan de wekî me berê jî anîbû ziman oktavek xwedî 17 navberên newekhev e.

Pergala Ereb û Faris ji sedema ku 1907 de li Ingilîstanê konferansek çêdibe, 15 roj dajo lê di encamê de yek gotarek tê parvekirin, ew jî “Kî bi çi zimanî muzîkê diafirîne û dibêje bila bêje lê ew ê wekî min bêje”. Li hember vê konferansê li Misirê, Ereb 1915 de daxwaz dike ku konferansekê li dar bixin û hin biryar bigrin lê ev yek pêk nayê. Lê di hewldana duyemîn de di sala 1932 an de pêk tînin û ji bo sewta muzîka xwe tune nekin, bîryara didin ku oktavek 24 navber in û ji pergala heyî û ya Ewropî xwe cuda dikin. Çawa ku Alfabeya me û ya Ingilîzên ji hev cuda be muzîk jî ji hev cuda ne. Çawa ku x bi Kurdî ‘xe’, bi Ingilîzî ‘îx’ were xwendin wisa ye. Tirkan tîpa ‘x’ tune ye. Li şûna ‘x’ tîpa ‘h’ bi kar tînin. Di alfabeya Ereban de hin tîp hene di alfabeya me de tune ye. Lewre divê lêkolîn bê kirin. Lê belê ew jî tenê karê min e, karê te tenê nîn e, karê saziyên me ye lê mixabin jî ew jî tenê derketina li ser dikê difikirin, tenê karê wan li ser dikê ye. Di muzîka Kurdî de sê form hene 1- Stranên Rîtmîk 2- Stranên xwedî ritmên Serbest. 3- Stranên xwedî ritmên sist (Zêmar)
Stranê xwedî ritmên serbest jî bi silabîka bi şek û ya bê şek ango resîtatîf û bi terzê Melîzmatîk tên sitran. Silabîka bêşek di dengbêjî yê de wekî REP a îro tê sitrane. Her notayek kîteyek gotinê liser cîh digre û resîtatîf wekî axaftinê tê sitrîn.”

‘Berhemên dîrokî yên Kurdan in lê ne bi ser navê Kurdan in’

Veysî Varli diyar kir ku ji ber nebûya statuya Kurdan li ser dîrok û nasmeya Kurdan lêkolînên baş nehatine kirin, îro li ser muzîka Kurdan dewlet û neteweyên din xwe lê dikin xwedî û wiha pê de çû: “Çavkaniyên herî xurt ê di deste mirovahiyê de maye ji ber ên Kurdî ne, Muzîka Kurdî îro li cihanê tê naskirin lê ne bi navê Kurdî. Ji çavkaniyên lêkolînê yên Urartuyan bigire heya Zîmrîlî, ji Girkê Heciyan bigire heya Keleha Zerzewanê, ji Girê Reş bigire heya Girê Mirazan û Girê Şêra yê li Meletiyê dema em li çavkaniyên li van herêman hatine dîtin dinêrin, nexşeyên li ser kevirên wan mezê dikin, wêneyên ji bo muzîkê hatine xêzkirin hene. Mînak li Rihayê wêneyên jina li erbaneyê dixe bi cil û bergên hawayê îro ye. Lewre cîhan me nas dike. Lê belê em xwe nas nakin û em bi ser navê xwe ji cîhanê re nabin bersiv. Sedem yek jê ew e. Muzîka Kurdî pergala xwe ve bi qalibên rîtmê xwe ve îro ji Fransa heya Ingîlistanê ji Ingilîstanê bigire heye Afrîkaya Reşikan gelek hunermendên wan dixwazin wan rîtman, wan sewtan bi kar bînin. Mînak Elenora jinek Fransiz e lê belê ji Kurdekê baştir dikare klamên me bistrê. Ev yek ji bandora xurtbûna pergal, qalib form û teşeya muzîka Kurdî ye. Dema em li formên Muzîka Kurdî dinêrin ji olî bigire heya kar, ji kar bigire heya şer, ji şer bigire heya govendê ji govendên bigire heya lorikan, bi dehan teşe û cureyên muzîka Kurdî hene. Tenê di kar de ji mîrkut bigire heta dankut, ji destar bigire heta heta teşiyê li gorî hereketên van tiştan qalibên KurdÎ hatine afirandin û klam hatine gotin. Dîsa tişta ku di muzîka cîhanê de tune ye di muzîka Kurdî de heye. Ew jî ev e: Muzîka Kurdî bi sê cureyan tê bikaranîn. Yek jê rîtmên serbest in, yek jê rîtmên sist, yek jî jê rîtmên nîzamî ne. Rîtmên sist zêmar in. Rîtmên serbest staranên dengbêjên me dibêj ku Tirkan girtin jê re gotin ‘uzun hava’, Ereban kir ‘mawal’, Farisan girt kir ‘newa’. Her kesek ji xwe re navek danî li ser.

‘Rack jî rep jî di Kurdî de hebû’

Kilamên sist jî di nava xwe de dibe 3 beş. Yek jê ‘merîzmatîk’ yek jê silabîka bişek ya din jî silabîka bêşek e. Îro silabîka bişek û silabîka bêşek a statîf, di cîhanê de mînaka repê ye. Lewre muzîka Kurdî di cîhanê de xwedî bandoreke mezin e lê mixabin Kurd xwedî lê dernakevin. Lazim e Kurd û saziyên Kurdan wan çavkaniyên heyî bi xwe li cîhanê bidin nasandin û bêja ya min e, welweleyên rîtma min ev in. Di govendên me de ev qalib tên lêdan, di girînên min de ev qalib tên bikaranîn, di şerê min de ev qalib tên bikaranîn. Di şerê min de qaliba tê bikaranîn cîhan ji me re dibêje rack. Di me da hezar sal berê heye. Di kilamên me yên dengbêjiyê de wextekê stranên jê restatîf tên gotin 1970yan û şûv ve Amerîkayê bû rep. Dema ku Kurd bi saziyên xwe ve bi awayeke zanistî bikin û li cîhanê bidin nasandin ev teknolojî, hişê çêkirî dema ku van stranan nas kirin, dema yekê tiştek jê xwest ew ê çanda min a Kurdî jê re diyar bike. Lê belê dema muzîka Kurdî bi hişê çêkirî nehatine nasandin tişta dijberî muzîka Kurdî çi hebe dê wê bide li ber min. Ew jî min îfade nake, tunebûna min îfade dike. Yên ku muzîka Kurdî rast bi kar tîne yek Koma Berxwedan e. Delîl Dîlanar, Hozan Aydin, hindik jî be Kawa û Diyar jî hene. Lê ji Kurdistanê Edamedo bigire heta Meyrem Xanê, ji Nesrîn Şervan bigire heya Dayika Cemal, ji Şeroyê Biro bigire heya Kirapêtê Xaço, ji Aram Tîgran bigire heya Aram Hovanyas, ji Xelîlê Serîgî bigire heta Ebdullahê Herkî, Menîce, Reşo, Adem Tepe, Erhan Kaya tev muzîka Kurdî çêdikin. Muzîka wan xwedî kalibên muzîka Kurdî ne. Derveyî hinek mijaran zanebûn an jî nezanebûn xwedî agahiya muzîka Kurdî ne.”

‘Bêyî naskirina binyadî ya mûzîka Kurdî, derketina ser dikê nabe’

Di nirxandinên xwe de Veysî Varli li şûna têgihiştin, lêkolînkirin, û ji binyadî ve naskirina muzîka Kurdî bêhtir tenê aliyê wê yê derketina li ser dikê rexne kir û got: “Hevalên me, hevalên me yên di nava saziyan de cih digirin bi navê modernîteyê, bi navê hemdemiyê gîtarê dixe di nava amûra xwe de. Nizane gîtar, pergala wî û tembûra wî hev nagirin. Tenê bi teşeyî lê dinêrin. Mînak ji nav saziyên me ciwanên me dersên dengbêjiyê digirin. Dixwazin dengbêjiyê fêr bibin, ji bo keda wan rêz digirim lê mamosteyên wan bi piyanoyê sewta wan diyar dike. Dema ku tu bi piyanoyê sewta wan diyar dikî jê re dibêjin ‘şan’ ku wekî tu ji ji wan re dibêjî ‘Tu li Qerejdaxê zarokeke Kurd î lê tu dê li dibistana Tirkî tenê bi Tirkî biaxivî. Heman tiştê tîne meydanê. Dîsa li saziya muzîkê ev yek cuda ye. Dengê muzîka Kurdî 17 oktavên navberên ne wekî hev in. Muzîka jê re dibêjin ya modernîteyê û piyanoyê esas digirin, di salên 1600an û şûn de ji aliyê malbata Yuan Sebastian Bachuver ve pêş ket û kirin qalibên tonal. Di wir de dengê muzîkê 12 oktavên navberên wekî hev e. Anku ji 67 haweyên min ên Kurd bi kar tînin, tenê 4an bi vê pergalê tu dikarî bi kar bînî. Ew jî tam cihê xwe nagire. 67 li ku 4 li ku.

‘Divê muzîka Kurdî li dîjîlatê bê barkirin û nasandin’

Herwiha di rîtmên min de welwele hene. Ev dibin qalibên muzîkê. Ev yek di muzîka Ewropayê, Afrîkayê de tune ye. Ji ber çanda wan li gorî jiyana wan dirûvê girtiye. Ya min li gorî min (me) dirûv girtiye. Dema min xwest klama ‘Ne min got xezalê’ an jî klama ‘Ay Dîlberê’ bêjim an jî ‘Şîrînamin’ lêxim û bêjim, mîna wan sedan klamên 12/8 an jî 6/8 Ruhayî an jî Çemberî ez lêxim û bêjim ez ê rîtmek çawa lê bidim. Dê weke ‘Dum titak du tak’ lêxî, lê heke tu van stranan bi qalibên dijîtal lêbixî, li ser hişê çêkirî bidî çêkirin ew ji te re ‘dum tak’ an jî ‘dum tis’ lêxe. Di vir de ka liv û tevgera laşê min, hereketên qalibên strana min, kanê motîfên stranan min. Yek jê tune ye. Ev yek jî tê wateya tu xwe red dikî û li şûna wê tişteke din tînî. Dîsa lazim e saziyên me bi zanebûn, bi îlmî hebûna xwe li cîhanê bidin qebûlkirin, vê yekê derbasî dîjîtalê bike. Dema ku te ji hişê çêkirî bipirsî dê ji te re bêje Kurdî ev e. Îro tu ji kîjan hişê çêkirî pirsa Veysî Varli kê ye bikî ew ê ewilê ji te re bêje ‘Parêzvanê çanda muzîka Kurdî, ya gelerî û dîrokî ye. Ji ber min wê ji xwe re kiriye derdek. Bi hezaran nivîsên min li ser rojname, kovaran; hevpeyvînên min kirine tev di wir de heye. Hişê çêkirî êdî wê nas dike. Çima MKM, Tevgera Çandê, an jî saziyek din ji Veysî Varli bêhtir çênake. Karê wan e. Dema te ji hişê çêkirî xwest ku rîtmek 6/8 lêxe, bila ‘meqamê rast’ be, an jî ‘meqamê seba’ be û bila ji 5 dengan pêk were bêjî an tu dê muzîka Mihemed Şêxo guhdar bikî, an Seîd Yusif, an Şeroyê Bro yan jî Meyrem Xanê dê têxe li guhê te. Ew ê mîna reşikên Amerîkayê neyne li ber guhê te. Lewre divê saziyên me li çanda me xwedî derkevin, divê vî karî ji xwe re bikin derd. Lê mixabin saziyên me muzîka Kurdî tenê li ser dikê difikirin. Ez ê çawa tembûrê xweşik lê bixim, ez ê çawa ûdê baş lêxim, ez stranê çawa xweş bêjim, derbikevin li ser dikê û bila xelk ji min re çepikan lêxe. Dema tu ji hişê çêkirî nivîsekê dixwazî tişta ku nayê li bîra te ji te re dibêje. Çima rastiya muzîka Kurdî jî ji te re nebêje. Heke tu rast bînî ziman dê di aqlê çêkirî de hebe. Lê belê di nav şert û mercên heyî de aqlê çêkirî zirara xwe heye. Ji ber tişta bi navê Kurdî pênase dikin ne bi Kurdî ye, tişteke din e.”

Sibê: Zeybep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyankirinê dibe

Etîket: Bilûra ZerzewanêflamenkogîtarHunera xwedewendanLurLurandinmeqammuzîkMuzîkolog Veysî Varli
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi Kurdî dest pê dike

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi Kurdî dest pê dike

9 TÎRMEH 2026
Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

Hevdîtinên Peyasê bi çalakiyên cihêreng didome

26 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

20 HEZÎRAN 2026
Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

Xelata Festîvala Gîtara Klasîk a Sarajevoyê dan muzîkjenê Kurd

23 NÎSAN 2026
Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

Parêzvanê bîra muzîka Kurdî: Veysî Varli

17 NÎSAN 2026
Yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê li benda çapkirinê ye

Yekem pirtûka perwerdehiya Metalofonê li benda çapkirinê ye

27 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne