• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo nûnertiya Kurdan a li NYê wê komîteyek were avakirin

Navenda Nûçeyan / AW

3 COTMEH 2026 - 20:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa li Brukselê encamname xwe ragihan û got, “ Ji bo cîbecîkirina vî karî, bi navê ‘Komîteya Pêkanîna Nûnertiya Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî komîteyek a kar pêktîne û bang li partî, rêxistin, sazî û hemû Kurdistaniyan dike ku tevlî vê xebatê bibin û piştgirî li vê komîteyê bikin.”

Konferana ku li Brukselê kom bû, ji bo nûnertiya Kurdan li NYê biryara destpêkirina têkoşînekî demdirêj da. Di danezana konferansê de biryara naskirina Kurdan wekî netewe, dayîna statuya çavdêr û pêşkêşkirina milyonan îmzeyan ji bo NYê hat dayîn.

Di danezanê de hate xwestin ku Kurd li NYê wekî netewe werin naskirin û nûnertiya wan bê kirin û bi vê armancê banga avakirina komîteyekî, destpêkirina kampanyayekî îmzeyan ya berfireh û lidarxistina konferansa neteweyî hat kirin.

Danezana konferansa ku li Brukselê ji bo nûnertiya Kurdan li Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin, hate ragihandin.

Di danezanê de hate xwestin ku Kurd wekî netewe li NYê werin naskirin û di saziyên girêdayî NYê de nûnertiya wan wekî çavdêr were kirin. Hate diyarkirin ku ji bo nûnertiya Kurdan a li NYê divê xebatekî demdirêj were meşandin.

Di danezanê de wiha hate gotin:

“Li ser vexwendina KNKê, em ji çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe, li gel hinek dostên Kurdan, di roja 3yê Cotmeha 2026an de li welatê Belçîka li bajarê Brukselê, kombûn û di bin navê Konferansa ji bo nûnertiya neteweyê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de me konferansek pêkanî û piştî nîqaşên berfireh em vê encamnameyê ji reya giştî re radighînin.

Kurdistan li rojavaya parzemîna Asyayê da di navbera Turkiye, Îran, Iraq û Sûriyayê de cihê xwe digire û erdnîgariya Kurdistanê derdorê pênc sed hezar (500.000) kîlometreya çargoşe ye. Gelê Kurd geleke qedîm ê vê erdnîgariyê ye, bi hezaran salan e li ser vê erdnîgariyê dijî û navê xwe daye vê erdnîgariyê û ji hezar salan zêdetire navê vê erdnîgariyê Kurdistan e.

Nifûsa gelê Kurdistanê nêzîkî şêst milyona (60.000.000) ye. Gorî vê hejmara xwe ya mezin jî, Kurd di saziyên navneteweyî de weke neteweyekî nayên naskirin û temsîlkirin. Taybetî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY da ku hema hema hemû netewe li wê rêxistinê xwedî nûnertiyan e, navê neteweya Kurd li wê saziyê nayê xwendin, Kurd weke neteweyekî nayê naskirin û li ser navê neteweyê Kurd nûnerek li vê saziyê nîne.

Ev rewş di jiyana neteweyê Kurd û hemî gelên Kurdistanê da dibe kêmahiyek mezin û dibe bingeha pirs û pisrgirêkan. Ji ber vê yekê, KNKê di Civata Gîştî ya 24an (6-7.06.2026) de ev mijar hilda rojeva xwe. Piştî nîqaşên berfireh biryar hate girtin ku ji bo Kurd jî weke neteweyên dî bêne naskirin û di saziyên girêdayî NYê de weke çavdêr (weke statûya Filîstîniyan) bêne temsîlkirin, serî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY bê dayîn.  Di vî warî da bi komek pisporan re civîn hatin çêkirin, nêrînên pisporan hatin girtin. Di çerçeveya wan nêrînan de li ser navê KNKê, nameyek radestê Seketerê Giştî yê NYyê Birêz António Guterres hate kirin.

Lê ev mijar meseleke mezin û giran e, bi hinek civênên teng û bi pêşkêşkirina çend nameyan ev mesele nayê çareserkirin. KNK tenê bi serê xwe ji nava vî karî nikare derkeve. Pêwîstî bi hevkariyek neteweyî û navneteweyî heye. Ji kîjan alî ve lê binêrî binêre, pêwîstiyek mezin jî heye ku rêber, serok, nûner, kesayetên di nava civakê de xwedî rol in, nûnerên hemû pêkhate û hemû giraniyên civaka Kurdistanê, di asta jor de kombûn û komîteyan çêkin û li ser vê mijarê biaxivin û biryaran bistinîn. Divê bi civîn, çalakî û kampanyayên xurt, Gelê Kurdistanê bikeve nava tevgerê. Bi vê konferansê re em vê mijara girîng têxin rojeva Kurdistanê û Cihanê. Em dest bi xebatekî dûr û dirêj dikin. Em ê vê xebatê hemû usûlên dîplomasiyê bixebitînin û kampanyayên berfireh pêkbînin.

Li ser vê em weke beşdarên Konferansa ji bo nûnertiya neteweyê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de van xalên jêrîn ji reya giştî re radihgînin:

  •   Konferans, xebat, biryar û serlêdana KNKê ya di vî warî de girîng dibîne û piştgiriyê lê dike.
  •   Konferans, nûnertiya neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de kareke sereke yê dîplomasiya Kurd dibîne û vî karî datîne pêş hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetên peywendîdar.
  •   Konferans, karên ji bo pêkanîna nûnertiya neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de karekî dûrûdirêj dibîne, ev tinê karê rêxistinekî nîne û karekî neteweyî û niştimaniye.
  •   Konferans, ji bo cîbecîkirina vî karî, bi navê “Komîteya Pêkanîna Nûnertiya Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî” komîteyek a kar pêktîne û bang li partî, rêxistin, sazî û hemû Kurdistaniyan dike ku tevlî vê xebatê bibin û piştgirî li vê komîteyê bikin.
  •   Komîteya Pêkanîna Nûnertiya Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, komîteyek serbixwe ye û ji nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî û kesayetên serbixwe pêktê û bi hemû partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re di nava ahengekî de dixebite.
  •   Konferans, ji bo pêkanîna vî karî biryar dide ku kampanyayekî berfireh a îmzeyan bê destpêkirin, li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat, milyonan îmze bêne komkirin û pêşkêşê NYyê bê kirin.
  •   Konferans, bang li hemû Kurdistaniyan dike cihê xwe di nava vê xebatê de bigrin û tevli vê kampanyayê bibin.
  •   Konferans, pêkanîna nûnertiya neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de weke kareke neteweyî û niştimanî dibîne. Ev kar inceq bi yekîtiyek xurt ya neteweyî pêktê. Bi vê munasebetê konferans, bang li partî, rêxistin û sazî, kesayet û hemû pêkhateyên Kurdistanî dike ku di zûtirîn demê de konferansekî neteweyî kom bikin û yekîtiya neteweyî xurt bikin.
  •   Konferans, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY dike ku serlêdana gelê Kurdistanê bipejirînin, Kuradan weke neteweyekî nas bikin û di saziyên girêdayî NYê de Kurdan weke çavdêr qebûl bikin.
  •   Konferans, di serî de her pênc welatên di NYyê da xwedî mafê vetoyê ne, bang li hemû dewletên endamê NYyê dike ku serlêdana Kurdan bi erênî pêşwazî bikin, vê mijarê hildin rojeva NYyê û di dengdanê de dengên erênî karbînin.
  •   Çareseriya pirsa Kurdî û temsîla neteweyê Kurd li NYê de dijê berjewediyên Turkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê nînin û di wekhevî û çareseriyê da berjewendiyên hevpar hene. Konferans, bang li rêveberên Turkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê dike ku vê mijara nûnertiya neteweyê Kurd li NYyê weke xebatek dijî dewletên xwe nebînin û jêre nebin asteng.
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne