TUHAY-DER û Şaxa OHD’ê ya Rihayê, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê ku li Girtîgeha T Tipi ya Hejmar 2 ya Rihayê krîza dil derbas kir û ji bo piştgiriyê banga tevlîbûna xebata tagê ya li ser medyaya dîjîtal kirin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê û TUHAY-DERa Rihayê derbarê rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê ku li Girtîgeha T Tipi ya Hejmar 2 ya Rihayê dihat ragirtin û niha jî li nexwaşxaneyê tê dermankirin xebata tagê dê bê destpêkirin. Hat destnîşankirin ku Celal Yildirim di 2yê Cotmehê de li girtîgehê krîza dil derbas kiriye, hatiye rakirin nexweşxaneyê û piştî anjiyoyê destwerdan li damarên wî yên girtî hatiye kirin.
Banga piştgiriyê û tevlîbûnê
OHD û TUHAY-DERê ji bo balê bikşîne ser mafê jiyanê û avakirina raya giştî banga xebata tagê ya li ser medyaya dîjîtal kir. Di bangawaziyê de ji bo parastina mafê tenduristî û jiyanê yê Celal Yilidrim, domandina tedawiya wî di mercên ewle de û berdana wî hat xwestin ku her kes bi xurtî beşdarî xebata tagê bibe.
Îro saet 20:00an de xebata tagê ku dê li ser platforma X û Instagramê bê meşandin.



















