Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê biryara xwe ya di derbarê doza Lalezarê de da û cezayê hepsê li Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî birî. Her wiha biryara berdana du kesan jî hat dayîn.
Dadgeha Ceza ya Silêmaniyê rûniştina xwe ya dawî ya derbarê doza Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî de li dar xist û biryara cezakirinê li ser girtiyan da.
Li gor biryarê, li Lahûr Şêx Cengî 5 sal û 3 meh, li Polat Şêx Cengî 3 sal û 6 meh û li Rêbwar Hamî Hacî Xalî jî 2 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Di heman rûniştinê de dadgehê cezayê salek û şeş mehan li girtiyên bi navên Aras, Karwan û Remezan birî û ji bo girtiyên bi navên Omer Şêxe û Keywan Mihemed jî biryara berdanê da.
Lahûr Şêx Cengî û hevalên xwe 14 meh in di girtîgeha asayîşa Silêmaniyê de tên ragirtin, piştî çend runiştinên dadgehê, îro dadgehê biryara dawî li ser dozê da.
Ji bilî vê dozê, dozek din jî li ser Lahûr Şêx Cengî hatiye vekirin, tê payîn di dema pêş de jî li ser wê dosyeya ku bi xala 406an hatiye diyarkirin, bê dadgehkirin.
Parêzerên Lahûr Şêx Cengî diyar kirin ku biryara hatî dayîn biryarek ne dadperwerane ye û ew ê li encûmena bilind îtiraza biryarê bikin. Piştî biryara dadgehê, Lahûr Şêx Cengî û birayê wî Polat Şêx Cengî di salona dadgehê de nerazîbûn li dijî biryarê nîşandan û wek biryarek şermezarker ji bo dadgeh û desthilata dadweriyê pênase kirin.
Çi qewimîbû?
Di şeva 22yê Tebaxa 2025an de, hêzên ewlehiyê bi ser Otêla Lalezar û mala Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî ya li bajarê Silêmaniyê de girtin. Li gor daxuyaniya hêzên ewlehiyê, ew bi biryara dadgehê çûn ser wan her du cihan û daxwaza radestkirina Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî kirin, lê wî ev yek red kiriye. Piştî vê di demjimêr 03:00yan de di navbera wan de şer derket û di demjimêr 05:00an de jî şer sekinî. Piştre Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî xwe radest kirin û hatin girtin.







