Amed – Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn da zanîn ku wan di bin banê komeleyê de bi xebateke komunal studyoyek ava kiriye û wiha got: “Ev sazî ji bo ku karê muzîkê yê Kurdî pêş bikeve hate avakirin û em ji bo wê amade ne.”
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku li navçeya Sûrê ya Amedê xebatên xwe dimeşîne, di 6ê Tîrmeha 2026an de bi merasîmeke bi coş “Studyoya Çandê ya Dîcleyê” vekir. Ev xebat bi ruhekî komunal û xebateke hevpar derketiye holê. Şagirt û hunermendên ku di bin banê komeleyê de perwerde dibînin û ketine di nav kar û barê çandê de, ji bo ku hunermend û şagirt provayên xwe û qeydên xwe bikin di nav komeleyê de studyoyek ava kirine. Muzîkjen Baran Ertaş û Sarya Ertaş û çend hunermendên din cara ewil strana bi navê ‘Yar Gulê’ di studyoyê de qeyd kirine.
Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn derbarê avakirin û pêşeroja studyoyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Bi hevkarî, piştgiriya komunê û hevalan dest bi xebatê kirin’

Celal Ekîn da zanîn ku avakirina studyoyê bi xebatek komunal û hevpar derketiye holê û wiha got: “Gelek karên şano, govend û muzîkê, perwerdeya muzîkê li vir hat kirin û bi gelek kedkarên Dîcle Firatê re kedek hate dayîn. Gava me ev cih nû vekir şagirtên me pir bûn. Di nav wan şagirtên me de hinek fêrî muzîkê bûn, bûn pêşeng. Çûn li derve konservatuar qedandin. Piştî konservatuar qediya, hemû bûn amûrjen, bûn hunermend. Kêm-zêde salek berê, gotin em dixwazin karekî bikin ku bo me mayînde be û jê sûd werbigrin. Ji bo ku gotin em dixwazin cihê ku taybet vekin daku herkesek karibe, her hunermendekî ku di saziya me de mezin bûne provaya xwe, xebatên xwe tê de bikin. Bi hevkarî, bi piştgiriya komûnê, hevalan dest bi xebatê kirin. Hinek wan dîwarên vir çêkirin, hinek boyaxa wê kirin, hinek ronahiya wê çêkirin. Her kesê bi awayekî komunal dest pê kir û xebateke wiha derket holê. Bêguman ne rehet bû. Yanî ew kesên ku li vir mezin bûne, êdî amûrjen in, êdî hunermend in. Bi gelek hunermendan re derketin bernameyan. Xwestin di saziya xwe de cihê ku wiha ava bikin, bi saya wan û xebatkarên Dîcleyê, me ev cih ava kir.”
‘Ji bo herkesî derî vekirî ye’
Di axaftina xwe de Celal Ekîn anî ziman ku studyoya hatiye avakirin li gorî dilê wan bûye û pêdivî bi vê yekê hebûye û ev tişt anî ziman: “Ji bo wan kesên ku ji derve tên Amedê, cihê xebatê tune ye, cihê ku karibin prova bikin tune ye, cihê ku karibin fêr bibin, qeyda stranên xwe çêbikin tune ye; li vir gava daxwaz bikin em dê guncav bin. Em dê destûrê bidin û em ê bibêjin provayên xwe û xebatên xwe bikin. Ev sazî ji bo ku karê muzîkê yê Kurdî pêş bikeve ye û em ji bo wê amade ne. Bi hevkariya hemû hunermendên ku di saziya me de mezin bûne, ev cih çêbû. Li vir klîbek jî hat çêkirin. Bi rastî xebateke baş bû. Jê re dibêjin qeyda zindî yanî hemû hunermend û amûrjen rûniştin, li vir qeydek kişandin. Bi rastî qeydeke geleke baş bû. Ew kesên ku dixwazin karibin serlêdanê bikin û li vir provayên xwe bikin. Cihê pêdivî pê hebû, ev der saziya me ye û hunermendên me ne. Ji bo her kesên ku dixwazin karibin werin li vir xebatên xwe û provayên xwe bikin, derî vekirî ye.”
‘Tenê nebin amûrjen bibin hunermend’

Celal Ekîn diyar kir ku ne tenê prova lazim e afirînerî jî hebe û ev tişt gotin: “Tengasiya afirandinê ne tenê di muzîka Kurdî de ye, li gorî cîhanê dîsa muzîka Kurdî xwe nû dike. Ez bi xwe şopdarekî baş im, baş dişopînim çawa tê afirandin. Gelek tiştên bi qîmet jî tên çêkirin. Zêdetir jî stranên otantîk yên gelêrî tên parvekirin. Lê afirandin bi rastî kêm e. Li gorî pêvajoya ku gel tê de dijî, hunermend divê bibin çavên gelê xwe, bibin guhên gelê xwe. Divê ji bo wê ew kesên ku diafirînin, lazim e li gorî wê pêvajoyê hest û dîtina xwe di rêya muzîkê û di rêya hunerê de tiştên nû biafirînin. Ji bo wê pêdivî heye, lê derd û kulên me ew e ku em dixwazin hunermendên ku di pêşerojê de tenê nebin amûrjen, bibin hunermend.”
‘Berê xwe bidin saziyên çand û hunerê’
Her wiha Celal Ekîn bi lêv kir ku zarok û ciwanên Amedê di van çend salên dawiyê de di rewşeke xirab de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin zarok û ciwan bi çand û hunerê re mijûl bibin, berê xwe bidin çand û hunerê. Bi rastî karê hunerê mirov tedawî dike, yanî mirov baş dike. Bila werin jiyaneke hevpar di nav saziya xwe de bibînin. Ji bo wê em bang li hemû ciwanên Amedê û ciwanên Kurd ên ku li Amedê dijîn dikin berê xwe bidin Dîcleyê yan jî saziyên çand û hunerê yên din. Em bi hev re bixebitin.”








