• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ARÎ-DERê bang kir: Em cejna zimanê xwe bi girseyî pîroz bikin

Abdullah Esen / AW

13 GULAN 2026 - 12:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Parêzer û mamosteyê ARÎ-DERê Devran Oztekîn bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wiha bang li welatiyên Êlihê kir: “Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiyên 15ê Gulanê, bila me bi tenê nehêlin.”

Di pêşengtiya Mîr Celadet Elî Bedirxan de di 15ê Gulana 1932yan de Kovara Hawarê cara ewil bi tîpên latînî tê weşandin. Ji ber vê yekê 15ê Gulanê di sala 2006an de bi biryara Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin. 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo weşangeriya Kurdî û zimanê Kurdî rojeke pir girîng e. Ji wê rojê heta niha 15ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî li seraserê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyeyê û li welatên biyanî bi şahiyên cûr bi cûr tê pîrozkirin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) ya Êlihê jî dê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî saet di 18:00an de li Parka Yilmaz Guney a Êlihê daxuyanî bide çapemeniyê. Heman rojê êvarê saet di 20:00an de li Navenda Çandê ya Baharê ya Êlihê bernameyeke çandî dê bê lidarxistin. Komele dê di 16ê Gulanê de jî li Yenî Sahneyê saet di 14:00an de li ser ziman gotûbêjekê li dar bixe û êvarê jî saet di 19:30an de li Baroya Êlihê belge dê bên dayîn û bernameyeke çandî dê bê lidarxistin. Komele dê di 17ê Gulanê de jî saet di 14:00an de li Parka Şerzan Kûrt û saet di 16:00an de li Parka Salîh Ozdemîr dê ji bo zarokan bernameyekê li dar bixe.

Parêzer û mamosteyê ARÎ-DERê Devran Oztekîn derbarê girîngiya ziman û bernameya komeleyê de axivî û banga tevlibûna çalakiyan kir.

Devran Oztekîn diyar kir ku dema ew dersan didin û piştî ew ast bi dawî dibin li ser şagirtan nirxandin têne kirin û wiha qala xebatên xwe yên saziyê kir: “Dema ku her polek diqede em li ser nirxandinan dikin. Çend kes derbas bûn, çawa derbas bûn û rewşa wan di çi astê de ye, yan jî çima derbas nebûye ev kêmasî ji ku tê em dinirxînin. Ger ku em vê nirxandinên wisa nekin dê pêşdeçûyîn jî çênebe. Carinan dibe ku pirsgirêk ji mamosteyan be jî, dibe ku tam tênegihêştibe. Carinan pirsgirêk ji xwendekaran e jî. Ji ber tam xwe dîsîplîne nakin û tên dest bi kursan dikin. Her wiha dîsîplîneke saziyên me jî heye. Ger ku em li vir dîsîplînek nedin avakirin dê cidiyeteke vir nemîne.”

‘Divê em di serî de zarokên xwe fêrî Kurdî bikin’

Devran Oztekîn balê işand ser helwesta qeyim a li dijî Kurdî û rakirina tabelayên Kurdî û wiha domand: “Dema ku em li ser van cadeyan dimeşiyan serê ewil ‘Pêşî peya’ dinivîsand. Qeyim çawa hat hemû tabelayên bi Kurdî rakirin. Ev zirarê nedida kesî û di encamê de ev der bajarekî Kurdan e. Dema nêzîkatiyên wisa hebin ev tê wê wateyê ku ev pêvajo jî cidî nayê girtin. Dema ku miletê me diçin nexweşxaneyê bi zimanê Ingilîzî, Erebî û Tirkî alîkariyê xizmet tê kirin, tevî ku ev der bajarê Kurdan e, dîsa jî alikarî ji bo Kurdan tune ye. Newxeş nikare têr nexweşiya vebêje da ku tedawî bibe. Mirov biçe kîjan saziyên dewletê zimanê Kurdî tune ye. Mînak li Ewropayê, li Belçîkayê sê heb zimanên fermî hene, Îtalyanî, Elmanî û Fransî yan jî Flemenkî hene. Li Swîsreyê dîsa ji sêsiyan bêhtir zimanên fermî hene. Her wiha li Îspanyayê çend heb zimanên fermî yên weke Îspanyolî, Katalonî û Baskî hene. Luksembûrg û Fîlandiya jî wisa ne. Dema ku mirov li van welatan dinêre, rewşa wan a ziman pir baş e. Dema ku mirov li hiqûqa wan dinêre zêde li pêş ketiye. Di dibistanên wan de her gel bi zimanê xwe perwerde dibînin. Kes ji pirzimaniyan zerar nabîne. Li Bolîvyayê ji 20î zêdetir zimanên fermî hene. Bolîvya hê jî li cihê xwe ye. Gelek welatên Afrîkayê jî ji 10an bêhtir zimanên wan ê fermî hene. Zimanê Kurdî ku ji zarokatiyê ve neyê dayîn, dema ew zarok mezin bibin dê ji wan re zehmet bibe. Ji ber vê yekê divê gelê me jî hay vî tiştî hebin. Divê em di serî de zarokên xwe fêrî Kurdî bikin.”

‘Piraniya wan jî ji vî welatî ne û bi Kurdî mezin bûne’

Devran Oztekîn da zanîn ku siyasetmedarên Kurd jî êdî bi Kurdî naaxivin û got ku li Kurdistanê jî xebatên wan bi piranî bi Tirkî ne û wiha pêde çû: “Berê li gundan bêhtir bi Kurdî dihat axaftin. Di 90î de gelek gund hatin şewitandin bi vê yekê re Kurdan koçî metrepolan. Li bajaran jî esnaf piranî bi Tirkî diaxivin. Dema mirov diçe saziyên dewletê tev bi Tirkî ye. Dema ku em vana hemû didin ber hev bêhtir Tirkî dikeve jiyana me. Dema ku sazî û dezgehên Kurdî xwe bigihênin van kesan, ew jî ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Di sala 2016an de gelek sazî û dezgehên Kurdî hatin girtin. Pirsgirêkek mezin jî di siyaseta me de jî heye, îro parlamenterên me bi piranî bi zimanê xwe nizanin. Dema fikir û ramanên xwe tînin ziman û pêşengtî dikin ew jî bi Tirkî dikin. Gel jî bi Tirkî guhdar dike, ev yek bixwe jî hişmendiya civakê diguherîne. Dema ku bi Tirkî diaxivin sankî karê xwe baştir dikin. Lê dikarin bi Kurdî jî siyaseta xwe bikin. Piraniya wan jî ji vî welatî ne û bi Kurdî mezin bûne. Di salên dawî de ku bi Kurdî neyê axaftin, ew ê ew ziman jî bê jibîrkirin. Her wiha şaredarên me jî wisa nin. Li hin bajarên ku şaredarî di destê me de ye hê jî xebat û çalakiyên Kurdî nehatine kirin. Gel van tiştan dibîne, dema ku dertên derve xebatên xwe hemû bi Tirkî dikin. Zimanê Kurdî her diçe dihele û dayîk û bav bi zarokên xwe re bi Kurdî mezin nakin. Jixwe ew zarok dema diçe dibistanê, kolanan û dema danûstendinê de bi Tirkî diaxive. Divê bi Kurdî bi wan re bê axaftin.”

‘Ev cejn ne bi tenê cejna me ye, ya her kesî ye’

Di dawiya axaftina xwe de Devran Oztekîn ji bo bernameyên ku dê di 15-16 û 17ê Gulanê de li dar bixin bang li her kesî kir ku wan bi tenê nehêlin û wiha got: “Em ji niha ve cejna 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiyê, bila me bi tenê nehêlin. Ev cejn ne bi tenê cejna me ye, ya her kesî ye.”

 

Etîket: 15ê Gulanê Cejna Zimanê KurdîAbdullah EsenARÎ-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
Du pirtûkên Kurdî 9 sal hatin qedexekirin: Mesele ne siyasî ye dijberiya Kurdî ye

Du pirtûkên Kurdî 9 sal hatin qedexekirin: Mesele ne siyasî ye dijberiya Kurdî ye

14 TÎRMEH 2026
Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

25 HEZÎRAN 2026
Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên atolyeyên Kurdî dest pê kir

Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên atolyeyên Kurdî dest pê kir

11 HEZÎRAN 2026
Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

2 HEZÎRAN 2026
ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

23 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne