Wan – Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê Alî Şapkaci têkildarî qanûna çarçoveyî anî ziman ku li gorî xalên di qanûnê de cih digirin ev ne efûyek e lê kêmkirina dema înfazê ye û wiha got: “Mirov fêm dike ku armanca dewletê di vê qanûnê de bi temamî ewlehî ye, ne çareserkirina pirsgirêkê ye. Lê li pêşiya me rêyek dirêj heye û ev qanûn jî ji bo destpêkê baş e.”
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku ji 12 xalan pêk tê, bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hatibû pêşkêşkirin, piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, qanûn di Desteya Giştî ya Meclisê de jî hat nîqaşkirin. Qanûna çarçoveyî piştî nîqaşan hat qebûlkirin. Bi qebûlkirina van xalan pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” derbasî qonaxeke nû bû.
Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê parêzer Alî Şapkaci derbarê girîngiya xalên di qanûnê de cih girtine axivî.

Alî Şapkaci di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev demeke dirêj e hem gelê Kurd û hem jî bi giştî civak li bendê ye ku ev qanûn derbikeve. Alî Şapkaci da zanîn ku derxistina qanûnan ji bo Kurdan destpêkekê serbilindî ye û got: “Ji ber ku ev mijar salan, bi çekan hat domandin. Em dikarin bibêjin ku ev gav serkeftinek e. Lê ji vê gavê pê ve li şûna wê dê hewldanek qanûnî û hiqûqî were avakirin. Di vê warî de ez dibêjim ku ev destpêkek baş e. Lê heke em bipirsin ka hêviya gelê Kurd çi bû, bêguman hebûna statûyekê ji bo Kurdî dê gelekî baştir bibe. Divê di pêşerojê de ev gav were avêtin. An jî divê statûya birêz Ocalan wekî rêveberê pêvajoyê were naskirin.”
‘Di ketina meriyetê ya qanûnê de nezelaliyek heye’
Di berdewama axaftina xwe de Alî Şapkaci anî ziman ku pênaseya welatîbûnê jî xalek girîng bû û got ku ew li bendê bûn ku ev mijar di dema pêş de di nivîsê de jî cih bigire. Alî Şapkaci destnîşan kir ku ji aliyê hiqûqî ve kêmasiyên qanûnê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ketina meriyetê ya qanûnê de nezelaliyek heye. Piştî ku parlamentoyê pejirand, divê di Rojnameya Fermî de were weşandin û pêvajoyê were temamkirin. Li vir tê gotin ku Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) divê biryarekê bide. Diyar nîne ku lijne dê kengî biryarê bide. Dema biryara wê dê bê girtin nezelal e. Ev rewş jî wekî nezelaliyekê derdikeve pêşiya me.”
‘Ev ne efû ye, kêmkirina dema înfazê ye’
Bi domdarî Alî Şapkaci da zanîn ku di xala 3emîn de mijara dabeşkirina sûcan heye û tê gotin ku sûcên wekî kuştina bi qestî derveyî vê rêziknameya qanûnî hatine hiştin. Alî Şapkaci bal kişand ser hûrguliyên di qanûna çarçoveyî de û wiha pê de çû: “Sûcên ku beriya Hezîrana sala 2005an hatine kirin jî, heke di encamê de cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî hatibe dayîn, dîsa derveyî vê qanûnê tên hiştin. Wekî ku em fêm dikin qanûnek giştî heye ku dê ji bo hemû kesan derbasdar be. Mînak, rêkûpêkiyek ji bo kêmkirina demê ya înfazê heye. Weke din xala 3yê ku sizayan taloq dike, wek 5 sal an jî 10 salan ji bo ew kesê serlêdanê dê bike bawerîyekê nade. Ji ber ku taloqkirin di hiqûqêda goreyî azadîya rewa yan jî efûkirinekê, xwedî bawerîyekê qelstir e. Ji bo derûniya wî kesî serlêder ev bandoreke giran dike.”
‘Divê qanûn zelal bin’
Alî Şapkaci bal kişand ser nezelalbûna xalên di qanûnê de cih digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibêje ji bo demboriya sûcan ev dem ji 10 salan derbasdar nîn e û dosya vekirî dimîne. Di xala 10an de paragrafa 2yan heye ku ji bo kesên di vê pêvajoyê de peywirdar in hevokek hatiye sazkirin, dibêje ji bo kesên di vê pêvajoyê de peywirdar bibin, tu berpirsiyariya sûcan çênabe. Divê hemû qanûn weke vê qanûna min niha mînak dayî, zelal be. Ew kesên ku cezayê xwe kişandine û dê serlêdanê bikin jî, ji hinek mafan bêpar dimînin. Qanûn jî dibêje li gel serlêdanê ev maf nayên dayîn. Divê kes, ji bo wan mafên xwe yên bêpar hatine hiştin jî serlêdaneke cuda bike. Lijneyek hatiye avakirin; hatina diyar kirin ku dê kî di vê lijneyê de cih bigire. Di bin serokatiya Alîkarê Serokomar de ev lijne dê rêve biçe. Wazîrê Dadê, Wazîrê Karên Navxweyî, Sekreterê Giştî ê MGKyê û Serokê MİTê ew kes in ku dê di vê lijneyê de cih bigirin. Armanca dewletê ya di vê qanûnê de temamî ewlehî ye. Mirov fêm dike ku ne çareserkirina pirsgirêkê ye. Lê, li pêşiya me rêyek dirêj heye û ev qanûn jî ji bo destpêkê baş e.”












