• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kakşar Oremar: Çareserî fikrên Serok Abdullah Ocalan e

Mahmût Altintaş / AW

16 ÇILE 2025 - 08:06
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Rojnameger Kakşar Oremar tekildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevdîtinên li bakur anî ziman ku heke hikûmeta Tirkiyeyê nêzî çareseriyê nebe, dê xeterî zêde bibe û got: “Fikrên Serok Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkên sedan salan e.”

Tirkiye bi destê komên çekdar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe berdewam dike. Di rojên dawî de êrişên li dijî Bendava Tişrînê zêde bûne. Yêkiniyên Parastina Jin (YPJ), Yekiniyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî êrîşan parastina herême dikin û pêşiya êrîşan digirin. Gelê herêmê jî hefteyek e ku li ser Bendava Tişrînê bûne mertalên zindî û nobedê digirin. Di nava van gengaşeyan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên avakirina Yekitiya Netewî ya Kurd berdewam dike. Li bakurê Kurdistanê jî şandeya Îmraliyê ku ji parlamenterên (DEM Partî) pêk tê, piştî bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, serdana partiyên siyasî kirin û tê payin ku dîsa biçin Îmraliyê. Li aliyekî niqaşên çareseriya pirsgirêka kurd têne kirin, li aliyê din êrîşên li ser Rojava zêde dibin. Gelê kurd û raya giştî van geşedanan ji nêzîk ve dişopîne. Rojnameger Kakshar Oremar derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Hikûmeta Tirkiyeyê li pey xeyalên Osmaniya nû ye’

Kakşar Oremar diyar kir ku Tirkiye bi êrişên li ser herêmê dixwazê piştî têkçuyina rejîma Baasê planên xwe li herême pêk bînê û got: “Armanca Tirkiyeyê demdirêj û pir alî ye. Siyasî, aborî û civakî ye. Piştî têkçûyina rejîma Baasê Erdogan dixwazê xelalê Osmaniya nû careke din pêk bîne. Heta niha Rojava kevirek jî neavêtiye Tirkiyeyê. Mijara Tirkiyeyê ne ewlehî ye. Armanca wan ew e ku rê li pêşiya Netewa Demokratîk ku bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li herêmê pêş dikeve, bigirin. Tirkiye bi destê çeteyan êrîşî herêmê dike û piştgiriya DAIŞê dike. Dinya jî vê yekê dibine.”

‘Gotin û kiryarên wan hev nagirin’

Kakşar Oremar bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha dirêj kir: “Bi awayekî ne samîmî bi Rêberê kurdan re dikevin tekiliyê. Dibêjin em ê pirsgirêka kurd çareser bikin. Gotin û kiryarên wan hev nagirin. Lê kurd ne kurdên Lozanê ne. Kurd xwedî hêz û rêxistinek mezin in. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê kurd faktoreke çalak û bi hêz in. Tirkiye vê yekê hezm nake. Pergala Rojava ji bo çareseriya demokratîk mînak e. Ev model dikare pirsgirêka sedan salan çareser bike. Erdogan û Bahçelî jî dibinin ku cîhan piştgiriyê didin kurdan. Heke Tirkiye di çareseriyê de samîmî be, divê di serî de makezagona xwe biguherîne. Heke qala wekheviyê dikin divê mafê kurdan nas bikin.

‘Destê kurdan bi hêztir e’

Kakşar Oremar destnîşan kir ku fikir û ramanên Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên heyî çareser bike û wiha lê zêde kir: “Fikrên Serok Ocalan, dikare pirsgirêkên sedan salan çareser bike. Heke rayedarên dewletê li Rêber Ocalan guhdar kiribûna, dê bi hezaran milyon dolar li şer xerç nekiribûna. Bi şer jî negihiştin armancê. Kurdan jî edî hêza xwe ispat kirine. Ji ber wê jî kesekî weke Bahçelî dibêje bila Serok Ocalan li meclisa Tirkiyeyê biaxive. Ew yek revabûna Tevgera Kurd ispat dike. Tirkiye niha çiqas samîmî ye ne diyar e. Ji aliyê demokrasî û samîmiyetê ve destê kurdan bi hêztir e. Tirkiye li Rojava hewl dide destkeftiyên kurdan tune bike. Heke Tirkiye îradeyeke cîddî di çareserkirina pirsgirêka kurd de nişan nede û tenê lîstikeke siyasî ya demkî bilîze dê bikeve xetereyeke mezin.

‘Divê em di bin siwana kongreya neteweyî de hêza xwe nîşanî dinyayê bidin’

Nivîskar Kakşar Oremar herî dawî tekildarî xebatên avakirina yekitiya neteweyî jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de ya herî girîng avakirina yekitiya Kurdan e û wiha bi dawî kir: “Parçebûn û bêrêxistinbûn ji bo kurdan xetereya mezin e. Heke kurd rebin yek dê destkêftiyên xwe winda bikin. Tirkiye ji heza kurdan ditirse. Ji bo wê êrişî Rojava dike. Divê kurd nakokiyên xwe çareser bikin. Yekîtiyê ava bikin. Helwesta ENKSê xizmeta Tirkiyeyê dike. Di asta tevahî Kurdistanê de kongreya netewî hewceye. Niha hemû dinya qala kurdan û mafê kurdan dikin. Divê em vê pêvajoyê baş bikarbînin. Kurd faktora sereke ya guherandina demokratik e. Em hezeke mezin in. Divê em di sîwana kongreya neteweyî de bibin yek.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne