• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zekî Îrmez: Aştî û talana xwezayê bi hev re nabin

Mahmût Altintaş / AW

26 TÎRMEH 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez anî ziman ku Walitiya Şirnexê ji bo talana xwezayê veşêre, qedexeyeke domdirêj ragihandiye û wiha got: “Daristanên hatine qedexekirin ji cerdevanên daran dibirin re serbest e. Gelê Botanê vê dibêje; Aştî û talana xwezayê bi hev re nabe.”

 

Li Şirnexê çiya, gund û zozanên wê her 15 roj careke ji aliyê walîtiyê ve ji welatiyan re tê qedexekirin û bi birîna daran, lêgerîna petrolê û kanên madenan xweza tê talankirin. Tevî ku her 15 roj careke gelek cihên herêma Şirnexê tên qedexekirin jî ji aliyê Walitiyê Şirnexê ve qedexeyeke nû hat ragihandin. Walitiya Şirnexê di 23yê Tirmehê de ragihand ku ji bo hemû herêmên daristan ên Şirnexê ketina welatiyan qedexe ye. Li gorî daxuyaniya walîtiyê ji 22yê Tîrmehê heta 1ê Îlonê herêmên daristan hatine qedexekirin. Tevî ku ew herêm ji welatiyan re qedexe ne û li wan herêman bi destê cerdevanan birîna daran berdewam dike jî Walitiyê Şirnexê hinceteke sosret a weke “Ji bo li daristanan şewat dernekeve” nîşan da. Di serî de Platrforma Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û saziyên Şirnexê bertek nîşanî qedexeya Walîtiya Şirnexê dan.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez derbarê biryara qedexeyê ya Walîtiya Şirnexê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî û destnîşan kir ku ji bo talana xwezayê veşêrin ew qedexe hatiye ragihandin.

‘Qedexeyeke sosret e’

Mehmet Zekî Îrmez bi lêv kir ku ew biryara qedexeyê weke biryareke sosret dibînin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku bi salane li herêma Şirnexê zozan û çiyayên wê her 15 roj careke tên qedexekirin. Her wiha gelek herêm jî weke “Heremên Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin. Herêmên ku daristan hene, herêmên kanên komir û madenan û şîrketên ku lêgerîna petrolê dikin hene. Taybet ew herêm hatin qedexekirin. Li herêmên daristanên Şirnexê ku ji aliyê cerdevanan tên birin jî tu carî qedexe kêm nebûn. Yanî ew qedexeya vê dawiyê hatiyê ragihandin qedexeya xapandinê ye. Li wan herêmên ku hatine qedexekirin şîrketên petrolê lêgerîna xwe dikin. Li herêma Besta, Silopiyayê û Gabarê birîna daristanan berdewam dike.”

‘Sedema şewata Çiyayê Gabarê boruyên petrolê bûne’

Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser hinceta Walîtiyê ya “Ji bo li daristanan şewat dernekeve” û da zanîn ku ew hîn bûne ku sedema şewata li Çiyayê Gabarê yê ji welatiyan re qedexeye boruyên petrolê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew qedexe ji kesên daristanan dibirin re derbasdar e an na. Ji xwe ew herêm ji welatiyan re qedexe ne. Welatiyên Şirnexê ku gund û zeviyên wan li wir hene bi destûr dikarin biçin. Yanî em jî dipirsin ew qedexe ji bo kê derbasdar e û ji bo çi ye? Dibêjin ji bo li daristanan şewat dernekeve me qedexe danî ye lê 2 hefte berê li herêma qedexekirî ya li Çiyayê Gabarê şewat derket. Me jî pirsî ku ew şewat ji bo çi derket ji me re hat gotin ku dema kar û xebatên boruyên petrolê hatine kirin ji ber qeynaxa boruyan ew şewat derketiye. Lê ew qedexe ji bo petrolê ne derbasdar e ew kar û xebatên xwe dikin. Ji wan kesên ku talana xwezayê dikin û daran dibirin re jî ew qedexe derbas dar e an na? Divê Walîtiya Şirnexê vê yekê bi awayekî aşkere ji gel re ragihîne.”

‘Dixwazin talana heyî veşêrin’

Mehmet Zekî İmez diyar kir ku biryara qedexeyê ya Walîtiyê tê wê wateyê ku dixwazin talana xwezayê veşêrin û wiha pê de çû: “Dixwazin talana dibe veşêrin û gelê Botanê ji vê talanê agahdar nebe. Niha di vê seatê de jî li herêma Besta dar tên birîn. Bi destê cerdevanan û hezên ewlekariyê xwezaya Botanê tê talankirin. Li ser navê ewlekariyê ew talan pêk tê. Li cihê ku dar lê tên birîn qedexe ye. Cihên ku daristan lê hene û dar lê tên birîn kalekol tên çêkirin. Ji ber wê jî biryara qedexeya vê dawiyê ya qaşo ji bo şewatê ji aliyekî ve dirêjkirina qedexeyan e. Yanî weke bêjin em ser navê ewlehiyê nakin qaşo ji bo şewat dernekeve dikin. 22yê Tirmehê heta 1ê Îlonê demeke dirêj e. Qedexe berfireh kirine ku ew talan domdirêj bibe û tu kes jê agahdar nebin.”

‘Madem pêvajo heye divê talana xwezayê raweste’

Mehmet Zekî Îrmez destnîşan kir ku gelê Botanê ji ber talana xwezayê ji pêvajoyê bi fikarin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema em diçin civînên gel jî gelê Botanê ji me dipirse dibêje gelo madem pêvajo hatiye destpêkirin çima xweza tê talankirin. Bi taybetî jî bi destê cerdevanan û hezên ewlekariyê ev talan pêk tê. Ev qedexeya li ser herêma Botanê ji bo çi dibe? Gelê Botanê vê dibêje; Aştî û talana xwezayê bi hev re nabin. Ji ber wê jî baweriya gel tune ye. Gel desthilatê cidî û jidil nabîne. Dibêjin heke pêvajo heye divê ew cerdevanên daran dibirin bisekinin, qedexeyên li ser herêman bên rakirin. Ew talana li ser herêma Botanê bi taybet jî ya Gabarê divê bisekine. Talana xwezayê, birîna daran, dewlemendiya ser erd û bin erd a botanê bi tevahî tên talankirin. Ji ber wê jî gelê me dibêje bi vî awayî aştî nabe. Bi rastî em jî bi fikarin. Hem ji raya giştî û gelê Botanê re jî bangawaziya me ew e ku hemû kes li dijî talana xwezayê dengê xwe bilind bike. Desthilata AKPê û MHPê qanûneke nû li ser madenê derxist ku bikare li her deverê talan bike. Ew talana li Botanê îhtîmal heye ku bi vê qanûnê hê mezintir bibe. Ji bo wê jî divê hemû kes jî dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: Gelê BotanêMehmet Zekî ÎrmezŞirnextalana xwezayêWalîtiya Şirnexê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

Li Şirnexê agir bi daristanê ket

1 TEBAX 2026
‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

31 TÎRMEH 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026
Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

Li Şirnexê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

21 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026
Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

Leşkerên Tirk lêgerîna ciwanê ku li ber avê çûbû asteng dikin

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne