• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Jinên Kurd: Em mecbûrin yekitiyê ava bikin

Amed / AW

21 HEZÎRAN 2025 - 12:28
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
3yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê dest pê kir. Jinan bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestin jinên kurd bibin pêşengên vê pêvajoyê û yekitiya neteweyî ava bikin.

3yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dirûşma “Bi Yekitiya Jinên Kurd Ber bi Yekitiya Neteweyî ve” li Eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) dest pê kir. Parlamenter, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û civakî beşdar bûn. Ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin tev li konferansê bûn. Konferans dê du rojan berdewam bike. Li eywana konferansê pankarta “Bi Yekitiya Jinên Kurd Ber Bi Yekitiya Neteweyî Ve” û bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û soranî flamayên “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. Konferans ji bo cangoriyên demokrasî û azadiyê deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Di konferansê de ewilî li ser navê platformê Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a qeyûm tayînî şuna wê hatiye kirin axivî.

‘Divê her jinên kurd bibin pêşengê vê pêvajoyê’

Aktivîsta TJAyê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wê kirin Devrim Demir qala lidarxistina konferansên jinan û pêdiviya platformê kir. Devrîm Demîr bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û bandora wê a li ser jinan û gelê Kurd. Devrîm Demîr da zanîn ku li hemberî van polîtîkayan pêdivî bi vê platformê dîtin û xebatên cûr bi cûr dimeşînin. Devrîm Demîr bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê her jinên kurd bibin pêşengê vê pêvajoyê. Jinên kurd bi vê bangê pir bi kelecan bûn. Kesên ku ji vê bangê bi qezenc derkevin em jinên kurd in. Hemû cîhan bi felsefeya jin jiyan azadî hate nas kirin. Hêvî dikin ku ev platform ji bo avakirina yekitiya neyeweyî wê bibe neqşe rê. Li cihê ku jin lê ne birêxistin be xebatek xurt dernakeve holê. Gelek bedel hatin dayîn ku heta jinên kurd gihiştin vê astê. Pêvajoyeke girîng di pêşiya me de ye. Em mecbûr in em nasnameya jina kurd a azad û yekitiya neteweyî ava bikin. Hem ji bo jinên Kurd hem ji bo neteweya Kurd biryarên girîng bên girtin.”

Sînevîzyon hate pêşkeşkirin

Pişt re sînevîzyoneke ku qala têkoşîna jinan dike hate pêşkeşkirin. Jinan piştî sînevîzyonên li çepikan dan.
Nameya Ayşe Gokkanê hate xwendin

Piştî pêşkeşkirina sînevîzyonê aktîvîsta TJAyê Hulya Alokmen nameya Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin xwend. Nameya Ayşe Gokkanê wiha ye: “Silav beşdarvanên ezîz û birûmet, hûn hemû bi xêr hatin, li ser seran û li ser çavan hatin. Xwebûn û tevlîbûna we geştir û xweştir be. Em destpêkê bejna xwe li ber jinên ku îro di nav me de ne û em anîn vê merheleyê ditewînin. Em wan bi minet bi bîr tînin. Beşdarvanên delal, Yekitîya Netewa Kurd a Demokratîk derman û çareserîya hemû pirsgirêk û êşên civaka me ye.

Wekî hûn jî dizanin em di demeke dîrokî de ne. Heta ku em gihîştin vê dema dîrokî di Rojhilata Navîn û cîhanê de çiqas kujer, hêzên qirêj ên ser erdê û yên di bin erdê de hene êrîşî me kirin û hîn jî dikin. Lê belê her êrîşeke ku nikaribû pişta me bişikîne em pê bi hêztir bûn. Ev êrîşên piralî em dorpêç kirine lê em serwext bûn ku tu wendakirin û êş qasî parçebûnê nikare me bipelçiqîne. Niha dem dema yekitîya jinên Kurd e. Di heman demê de jin avakirina Yekitîya Netewa Kurd a Demokratîk re bibe rêber.

Vê carê em destûrê nadin vê fersenda ku me bi hezar û yek zehmetîyan bi dest xistiye ji destê me bişemite. Îro bi felsefeya jin, jiyan, azadîyê hewce ye ku em dîroka şoreşa jinê ya neolîtîk bi destanîya rêzeçiyayên zagros-torosan bi hevalbendîya Mezopotamya û Anatolyayê welatê pênc behran re careke din bikin şoreşa serdemê. Avakarên vê destanê û hevalbendîyên jin bûn (îro jî)
Em ji xwe bawer bin ji bo ku me bi piralî li ber xwe da li dijî zayendperestî, olperestî, navendperestî, nijadperestî, artêşperestî, zanistperestî, oryantalîstî û sermayedarîyê. Ev heşt nezikbuna baviksalarî hemû raman û berhemên me afirandin Ji me dizîn û kirin çekên destavêtinê li me barandin.
Jin be, kurd be, Kurdistanî be, asûrî, suryanî,mehelmî, ermenî, roman, durzî, qereçî, laz, çerkes, elewî, sunnî şoreger be demokratîk be, sosyalîst, ekolojîk, femînîst me cuda asteng be. Lê ev heşt îtîfakên baviksalarî erîş20-30 qat zêde kirin. Ango her cudatiyek me kirin sedema erîşên cur be cur. Lewma em hatin merhaleya netewa demokratîk da ku cudatî bi civaka xwe re wekhev û demokratîk xwe rêxistin bikin. Di heman demê de rêxistinên hevpar bi hev re netewa demokratîk ava bikin. Bi van hest û ramanan ez beşdarvanan yek bi yek silav dikim û hembêz dikim. Jinên ku di rêya azadîya jinê de li Mezopotamya, Anatolya, li welatên pênc behran û cîhanê jiyana xwe ji dest dane silav dikim bejna xwe li ber wan ditewînim.”

Nameya Kongreya Star hate xwendin

Dû re endama platformê Laleş Bîçîmlî nameya Kongreya Starê xwend. Name wiha ye: “Em weke rêxistina Kongra Star, ji Rojavayê Kurdistanê, kelha berxwedanê û ji qada şoreşa jinê, bi vê ruhê şoreşgerî em ji kongreya we re germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin. Silavên xwe yên germ pêşkêşî hemû delegeyên kongreyê dikin, ji we re serkeftin û pêşketinên berdewam dixwazin. Û bi vê mûnasebetê em hemû şehîdên Kurd û Kurdistan ê bi minetdarî bibîrtînin.
Em hêvîdar in ku di kongireyê de wê biryarên girîng derkevin ku bibe wesîleyek ji bo lidarxistina konferansa netewî ya jinan û pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd . Li darxistina kongire ya ku ji çarçoweya rêxistinî derbas dibe di pêvajoya têkoşîna Kurdan de kêliyeke girîng îfade dike. Dengê ku ji kûrahiya vê serdemê diqelişe, destnîşan dike ku jina Kurd ti carî li kêleka dîrokê nebûye, lê bûye cewhera wê ya zindî û bingeha wê ya şoreşgerî . Konferansa we di demeke pir hestiyar de tê lidarxistin, ji ber ku gelê me yê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye ku dudilî û paşvekişînê qatîyen tehemûl nake. Sedsala kû piştî Peymana Lozanê ya ku Kurdistan perçe kirî de guhertînen mezîn tê dîtîn.lewra, hêzên hegemonyayê careke din nexşeyên herêmê ji nû ve xêz dikin, di navbera metirsiya ji nû ve hilberandina paşerojê û derfeta ku hûn bibin hevkarek çalak di şekildana pêşerojê de, ev yek berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê men tevahî jinan.

Pêvajoya heyî ne wexta hebûna sembolîk a jinê yê, lê pêwîstî bi rêbertiya rasteqîn a xwedî wêrekî, rêxistinbûn, sitratejî û hevgirtin heye. Ev dikare rê li ber avakirina çarenûseke hevpar veke. Jinên Kurd ên ku li dijî faşîzm û dagirkerîyê şerê herî mezin ê hebûnê kirin û li hember terora DAIŞ’ê sekinîn, îro ne tenê gerek di asteke fedakariyê de bimîne, lê di heman demê de di asta biryardari , pêşengtî û dîyarkirina pêşerojê de wê rol bilîze , ji bo projeya yekîtiya netewî jî pêşengiyê bike. Em helwestên we yên birûmet jibo Rojava, helwestên ku li hemberî gefan stûna bingehîn a yekîtiya Kurdan ava dike bi nîrx dibînîn. û destnîşan dikin ku têkoşîna Kurdan ne bi erdnîgariyê ve sînordar e, bi nirx û çarenûseke hevpar ve girêdayî ye. Hêviyên me ji vê konferansê hene, ji ber ku ew ê bibe gaveke pratîk ku ji Başur heta Rojava û ji Bakur heta Rojhilat rê li ber konferanseke netewî ya jinên Kurdistanê veke. ev wê parastina destkeftiyên heyî û pêşxistan wan û avakirina tifaq û hevgirtinê li hemberî hemû xeteriyên avabike. Îro ji her demê zêdetir bang li jinên Kurd tê kirin ku bi îradeya azad û nêrîna xwe ya a azadiyê pêşengiyê bikin û vê serdema guherînê bi rê ve bibin. Ji ber ku jin destpêka veguhertinê û çirûska guherînê ye. Ji ber ku azadîya gelê ku jin tê de bêpar be, ne pêkane. Bi rastî tekoşîna jin mijteya azadî demokrasî u yêkîtîyê ye. Pêşengî û tekoşîna hevbeş a jinan dikare welat bike beheşta tevahî mafên azadî û aramî. Banga ‚aşîtî u civaka demokratîk‘ herî zêde wê rê û derfet bide ji bo pêşketîna azadîya jin. Lewra em jin divê bibin pêşeng û avakerê aşîtî û demokrasî. Em bi bedelên gelekî giran buha gîhaştin van rojan lewra dîvê ev konferans ji xeyalên şehîdên Kurdîstanê re bîbe bersîv. Bîrîna Kurd û kurdîstanê a mezîn perçebuna netewî bu. Lewra dermanê vê bîrîna sed salan xwe gîhandina yekîtîya neteweyî ye. Em jin bi gotîn, hewildan, kar, tevger, dilsozî û wêrekîya xwe re dîvê bibin avakerê yekîtîya neteweyî. Bi vê em dikarîn statûya jînê di vê serdêma xeternak de hildeyin misogerîye.

Em di wê baweriyê de ne ku hûnê bi vê kombuna dîrokî re ji demê re bersîvekî bi hêz derînîn holê. Di înşa kirina azadîya gelême u garanti kirina destkeftîyên tekoşîna jin de wê konferansa wê bibe helwestekî baş.. bi van hestan re dubare bi germehîya şoreşa jinê em we silav dikin, xebata we da serfirazîyê dixwazîn. Bîjî yêkîtîya netewa Kurd, bîjî yêkîtîya jinên Kurd, Jîn jîyan azadî.”

Nameya Platforma Jinên Kurd a Neteweyî hate xwend.

Pişt re endama platformê Mûazzez Orhan nameya Platforma Jinên Kurd a Neteweyî xwend. Name wiha ye: “Hevalên hêja, xwûşkên ezîz. Di serî de, Konferansa Yekîtî ya Jinên Bakûrê Kûrdîstan silav dikî u serkeftin dixwazî. Giştî delegasyone re rêz u silavê xwe peşkeş dikin.

Em di pêvajoyek ku pergala cîhanê tê dizayn kirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed salî di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.

Ji bo me jinên Kurd yekîtiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide û ji bo vê jî perçebûna neteweyî ji bo jinên Kurd jiyanekî bê rumete. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd azadî û têkoşîna azadiyê ye.

Em hevîdarin ku li her kad u civakê de yekîtî bê sazkirin; Siyasi, çandî, hunerî, şaredarî, perwerde u hukukî yekitiyan avakin. Jinên Kûrd xwedî hêza avakirina welatekî yekpareye. Bi vê heviyê konferansa we pîroze, hêz da me. Serkeftin û biryarên we nihave pîroz be.”

Bila konferans bibe wesîleya aştî û demokrasiyê

Dû re dîwan hate hilbijartin. Çaglar Demîrel a li ser navê dîwanê axivî, qala avakirina platformê kir û diyar kir ku dê ji bo avakirina yekitiya neteweyî xebatên xurt bimeşînin. Çaglar Demîrel xwest konferans bibe wesîleya aştî, wekhevî û demokrasiyê. Çaglar Demîrel hemû girtî silav kirin û Ferda Cemîloglû û Melîke Alp bi bîr anîn.

Konferansa jinan bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne